Werzîşvana 20 salî Rojan Îbrahîmî hat girtin
Hêzên Daîreya Îstîxbarata Îranê bi ser mala werzîşvan Rojan Îbrahîmî ya ku çûbû mala malbata xwe, ew girtin û ew birin cihekî nediyar.
Navenda Nûçeyan –Rojan Îbrahîmî, werzîşvana MMA’yê ya 20 salî ji bajarê Seqizê yê Rojhilatê Kurdistanê, roja Şemiyê 3’ê Cotmehê ji aliyê hêzên ewlehiyê yên bajar ve hat girtin û ew birin cihekî nediyar.
Li gorî nûçeyên hatine belavkirin, hêzên îstîxbaratê êvara roja Şemiyê çûne mala malbata Rojan Îbrahîmî û ew girtine. Hat ragihandin ku hêzên ewlehiyê bêyî tu fermana girtinê, ew girtine.
Rojan Îbrahîmî di salên dawî de di qada Hunerên lihevxistinê yên Têkel (MMA) de çalak bû.
Heta amadekirina vê nûçeyê, der barê sedemên girtin, sûcdariyên li dijî wê û cihê lê tê girtin tu agahî nehatibû dayîn.