rojane
-

Hemşîreya ku piştgirî da kampanyaya "hûnandina por" ji kar hat derxistin
Hemşîre Îkra Avci ya piştgirî da kampanyaya ku li dijî bûyereke li Rojavayê Kurdistanê a ku endamekî HTŞ’ê porê hûnandî yê şervaneke YPJ’ê jê kiribû, ragihand ku ji kar hatiye derxistin.
-

Li stranbêja Îranî Hîva Seyfîzade 4 sal cezayê girtîgehê hat birin
Hunermenda muzîka kevneşopî û klasîk a Îranî Hîva Seyfîzade, bi tohmeta 'belavkirina fesadî û fuhûşê' mehkûmî 4 sal cezayê girtîgehê hate kirin.
-

Li Xezayê qeyrana mirovî kûrtir dibe û sektora çandiniyê li ber hilweşînê ye
Li Xezayê hejmara kesên jiyana xwe ji dest didin zêde dibe, mirî û birîndarên nû sewqî nexweşxaneyan tên kirin. NY’ê, diyar dike ku ji ber qedexeyên leşkerî wêranbûna erdên çandiniyê zêde bûye û dibe ku qeyrana mirovî hîn kûrtir bibe.
-

Li Îsfahanê 18 ajokarên jin jiyana xwe ji dest dan
Midûrê Emniyeta Parêzgeha Îsfahanê, ragihand ku di çar mehên ewil ên îsal de 18 ajokarên jin ên motrosîkletan jiyana xwe ji dest dane.
-

Ji 7 zanîngehên Îranê banga rakirina cezayê darvekirinê
Komek ji xwendekarên serbixwe yên çalak ên ji 7 zanîngehên li Îranê bi daxuyaniyek hevbeş, cezayê darvekirinê wek ‘amûrek serdestî û zordariya dewletê’ bi nav kir û daxwaza rakirina darvekirinê û bidawîanîna çerxa tundiyê kir.
-

Rojîn Abdilbaqî: Divê mekanîzma û garantiyên qanûnî di destûra Sûriyeyê de hebin
Endama Komîteya Hiqûqî ya Meclîsa Jinan a Sûriyeyê Rojîn Abdilbaqî, da zanîn ku tenê nivîsandina “wekheviya jin û mêr” di destûrê de têr nake û got ku “Ji bo wekhevî bibe rastiyek di jiyana rojane de, divê mekanîzma û garantiyên qanûnî hebin.”
-

Li Şerîaya Rojava serdegirtina Îsraîlê: Zêdetirî 20 Filistînî hatin binçavkirin
Di serdegirtina hêzên Îsraîlê de li Şerîaya Rojava û Qudsê, zêdetirî 20 Filistînî hatin binçavkirin. Neteweyên Yekbûyî hişyarî da ku rewşa ewlehî û mirovî li Şerîaya Rojava her diçe xirabtir dibe.
-

Li Efganistanê rêjeya jinên xebatkar daket ji sedî 5,1 ê
Bi polîtîkayên qirkirin û tecrîdê yên Talîbanê re, li Efganistanê rêjeya jinên ku dixebitin daket ji sedî 5,1. Rêxistina Navneteweyî ya Kedê (ILO) diyar kir ku ev ne tenê bêkarî ye, dûrxistina ji hemû warên jiyanê ye.
-

Ronak Mecîd: Rola pêşeng a jinan di pêvajoya aştiyê de
Aktîvîsta siyasî Ronak Mecîd da zanîn ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo beşdariya jinan di pêvajoya aştiyê de cihekî taybet veqetandiye û got: “Jinên Kurd li çar perçeyên Kurdistanê di têkoşîn û aştiyê de pêşengiyê dikin.”
-

Ji dayîkan banga sazûmaniya qanûnî: Gavên heyî têrê nakin
Dayîkên ku di şer de hezkiriyên xwe winda kirine, diyar kirin ku ew naxwazin êşa wan kişand nifşên pêşerojê jî bikşînin bi gotinên; “Divê aştî bêyî derengmayîn li ser zemîneke rast bê avakirin” ji bo çareseriyê bang kirin.
-

Çîroka avakirina Qamişlo: Sedsalek di nava pirçandan de
Bajarê Qamişlo ku 100 sal beriya niha hatiye damezrandin, salvegera avakirina xwe bi şahiyek mezin pîroz dike.
-

Tora SIHA: Şerê li Sûdanê bandorê li ser maf û parastina jinan dike
Di rapora nû ya Înîsiyatîfa Stratejîk a Jinan li Qirna Efrîqayê de tê destnîşankirin ku şer û pevçûnên li Sûdanê pergala hiqûqî têk birine. Lêkolîn banga rakirina bendên cudakar ên li dijî jinan û guhertina qanûnên rewşa kesane dike.
-

Li Sûdanê ji ber pevçûnan zêdetirê 5 hezar kes ji cih û warên xwe bûn
Tora Bijîşkên Sûdanê, ragihand ku ji ber êrîşên Hêzên Piştgiriya Lezgîn (RSF), 5 hezar kes ji herêma Qaysan a li Eyaleta Nîla Şîn ber bi bajarê Damazinê ve reviyan. Torê, hişyarî da ku dibe ji ber barana giran a ku bandorê li Eyaletê dike.
-

Li Sûriyeyê 232 zarok û jin bûn armanca bermahiyên şer
Bîlançoya nû ya li Sûriyeyê careke din metirsiya bermahiyên şer û teqemeniyên neteqandî derxist holê. Dane nîşan didin ku ev bermahî li ser zarok û jinan dibin xetereyeke kujer.
-

Ji bo girtiyên Fîloya Sumûdê daxwaza berdanê
Komîteya Neteweyî ya Parastina Çalakvanên Fîloya Sumûd û Mafên Filistînî li Tûnisê civîneke çapemeniyê li dar xist da ku pêşketinên nû yên derbarê çalakvanên ku 5 meh in ji bo şikandina dorpêça Xezayê girtî ne bişopîne.
-

Sophie Adenot bû yekem jina derveyî ÎSS’ê meşiyayî
Astronota Fransî Sophie Adenot îro xwe amade dike ku bi pêkanîna meşa fezayê, ji derveyî Îstasyona Fezayê ya Navneteweyî wek ku 6 saet û nîv dom bike, bikeve dîrokê.
-

Li Tûnisê du jin ji aliyê hevjînên xwe ve hatin kuştin
Li Tûnisê di rojên dawî de du jin, rastî êrîşa hevjînên xwe hatin. Ji ber bikaranîna amûrên tûj her du jinan jî jiyana xwe ji dest dan. Van bûyeran dubare tundiya navmalî li Tûnisê anîn rojevê.
-

Qanûna Çarçoveyî di Rojnameya Fermî de hat weşandin
Qanûna Çarçoveyî bi îmzeya Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan di Rojnameya Fermî de hat ragihandin û dê piştî raopra MGK'ê qanûn bikeve meriyetê. Her wiha deste dê ji bo sepandina qanûnê bên avakirin.
-

Kampanyaya "Sêşema Na ji Darvekirinê re" di hefteya 134’an de li 60 girtîgehan belav bû
Di salvegera komkujiya 1988’an de, kampanyaya “Sêşema Na ji Darvekirinê re” li 60 girtîgehên cuda dest bi greva birçîbûnê kir. Girtiyan banga lezgîn li welatên cîhanê kir ku têkiliyên xwe yên bi Îranê re li gorî rawestandina darvekirinan bidomînin.
-

NY: Xeza cihê herî kujer e ji bo xebatkarên mirovî
Bi raporek nû ya NY’ê eşkere dibe ku Zivîla Xezayê par di serê lîsteya cihên xeternak ji bo xebatkarên mirovî de bûye. Her wiha hatiye qeydkirin ku di cîhanê de ji nîvê zêdetir mirovên jiyana xwe ji dest dane li Xezayê bûne.