Nagîhan Akarsel çiraya ku rêya rojnamegeriya jinan ronî dike

Rojnamevan Dîcle Mûftûoglu di salvegera 4’emîn a qetilkirina Nagîhan Akarsel de anî ziman ku mîrat û ramanên wê îro jî rêberiya têkoşîna jinan dike. Balkişand ser xebatên Nagîhan Akarsel ên di warê Jineolojiyê de û diyar kir ku mîrata wê her roj mezinkin.

Arjîn Dîlek Oncel 

Amed – Nagîhan Akarsel lêgerîna xwe ya ji bo rastiyê bi van gotinan vegot: "Rastî çîroka têgihîştina mirovahiyê ya herheyî û bêdem e. Ew her wiha çîroka xwe-têgihîştinê ye. An jî serpêhatiya hişmendiya di nav bêdemî û bêdawiyê de ye. Gihîştina rastiyê bi serê xwe, serpêhatiyeke azadiyê ye." Jiyana Nagîhan Akarsel jî rêwîtiyek ber bi rastiyê ve bû. Ew çîrokbêjek bû ku çûbû kûrahiya dîrokê, bi karanîna gotinên bi nazikî ji bo vê rêwîtiyê her dixebitî. Ew di 4’ê Cotmeha 2022’an de li Silêmaniya başûrê Kurdistanê ku ji bo şopandina dîroka jinan wekî beşek ji xwendin û lêkolînkirina xwe ya Jineolojiyê çûbû wir, hat qetilkirin.

Nagîhan Akarsel, rojnamevan û endama Navenda Lêkolînên Jineolojiyeyê, di sala 1976’an de li gundê Xelikan (Golyazi) li navçeya Cîhanbeylî ya Konyayê ji dayîk bû. Dibistana navîn li Konyayê qedand û li Fakulteya Ragihandinê ya Zanîngeha Gazî li Enqerê xwend. Ew di sala 1997’an de ji Tirkiyeyê derket. Di sala 2001’an de, li Enqerê bi tohmeta "endamtiya rêxistinekê" hate binçavkirin û girtin. Di sala 2007’an de hate berdan. Piştî derketina ji girtîgehê, xwendina xwe ya beşa rojnamegeriyê ku hê neqedandibû domand. Nagîhan Akarsel ku bi jiyan û pênûsa xwe ya bihêz bandorek mezin li ser kesên ku wê nas dikirin kir, ji bo jinan wekî çirayek ronahiyê dimîne.

'Wê bi beşdariya xwe ya di rojnamegeriya jinan de bandorek çêkir'

Yek ji jinên ku şahidiya jiyana Nagîhan Akarsel kiriye, rojnamevan Dîcle Mûftûoglu ye. Dîcle Mûftûoglu, dema ku bi Nagîhan Akarsel re derbas kiriye vegot. Wê diyar kir ku ew ji hêla rojnamegeriya wê ve û bi taybetî jî ji hêla nêzîkatiya wê ya rojnamegeriya jinan ve, heta berî ku bi wê re hevdîtinê bike jî, bandor bûye û wiha domand: “Min Nagîhan li Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê nas kir. Ew li ofîsa Enqerê dixebitî, ez jî li ofîsa Amed dixebitîm. Berî ku bi wê re hevdîtinê bikim, min ew bi şêwaz û helwesta ku wê afirandî nas kir. Ew bi rojnamegeriya jinan re eleqedar bû û di wî warî de bandorek çêkiribû. Hûn dizanin ka hin kes, bi tevger, şêwaza xebata xwe, dîsîplîna xwe, çawa bandorê li we dikin? Ji bo ku hûn vê yekê bibînin, ne hewce ye ku hûn li kêleka wan bin. Karê ku rojnamevan dikin, bi awayekî, neynikek wê ye û hûn bi wê neynikê bandorê li mirovan dikin. Nagîhan, bi nûçeyên xwe û rojevên ku wê danîne, fêrî me kir ku divê em li ku bisekinin û divê em çi perspektîfê bigrin.”

'Wê derfetên jiyana bi hev re afirandin'

Dîcle Mûftûoglu ku di sala 2013’an de bi Nagîhan Akarsel re xebitî ye, li ser hevala xwe ya odeya kar wiha got: “Nagîhan yek ji wan hevalan bû ku pevjiyan pê re pir xweş bû. Heta endamên malbatê yên ku di heman malê de dijîn jî pir caran nacivin, lê şêwaza Nagîhanê ew bû ku em li dora maseyekê anîn cem hev. Bi şêwaz û têgihîştina xwe ya ku derfetên jiyana bi hev re afirandin, wê hawîrdorek afirand ku mirov dikare li malê sohbetan bike. Wê bi helwest û perspektîfa xwe ne tenê bandor li jinan, di heman demê de li hevalên mêr jî kir. Ew ji bo me rêber bû. Gelek ji me ji rexnekirinê dûr dikevin da ku kesê din neêşînin. Lê Nagîhan qet ji rexnekirinê dûr neket. Nagîhan digot; 'Em dikarin bi rexnekirinê hevdu biguherînin,' û ew kesek bû ku vê yekê dikir pratîkê. Ger Nagîhan me rexne dikir, me dizanibû ku ew vê yekê dike da ku me veguherîne.”

Şopandina dîroka jinan

Nagîhan Akarsel di sala 2017’an de li Efrînê dest bi xwendin û lêkolînkirina xebata xwe ya Jîneolojiyê kir. Dîcle Mûftûoglu ku ji bo nûçeyekê çû başûrê Kurdistanê, bi van gotinan vedibêje ka rêyên wê û Nagîhan Akarsel çawa di sala 2017’an de careke din bûne yek: "Jîneolojî xezîneyek e ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan danî ber me. Ew akademiyek e ku xebatên arkeolojîk lê têne kirin da ku dîroka veşartî ya jinan bê ronîkirin. Nagîhan di çarçoveya xwendin û xebata xwe ya Jîneolojiyê de li gelek herêman bi jinan re diciviya. Ew diçû gundên Şengalê, bi taybetî guh dida çîrokên jinên temen mezin û bi coş li vegotinên wan guhdar dikir. Di serdema êrîşên Tirkiye û komên paramîlîter û çekdar ên li ser Efrîn de, wê ji bo Ajansa Mezopotamyayê rêzefîlmek 5 beşî amade kir. Wê dîroka jinên li Efrînê ji perspektîfek jineolojîk ve lêkolîn kir û pêşkêş kir. Bi vê rêzefîlma nûçeyan, Nagîhan bi lêkolîna xwe ya dîrokî eşkere kir ku çima ev êrîşên hovane li ser bajarê Efrîna Rojavayê Kurdistanê hatine kirin. Helwesta wê ew bû ku bizanibe çi winda bûye, çi lê hatiye gerîn û hewl dide ku wê bîne...”

'Nagîhan dê çi bifikiriya?'

Dîcle Mûftûoglu dibêje ku bi her pêşketinek di pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de, ew nikare xwe ji vê pirsê dûr bigre; "Nagîhan dê çi bifikiriya?" Ew bi bîr tîne ku Nagîhan Akarsel berî Komploya 9’ê Cotmehê bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re civiya û wiha berdewam dike: "Ew berî Komploya 9’ê Cotmehê bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re civiya. Ew bandorên ku li ser kesayeta wê hatiye çêkirin bi me re parve dikir, wê bi coş digot. Wê bi hûrgilî dixwend; ji ber ku wê her tişt bi hûrgilî vedigot, hûn hîs dikin ku hûn li wir di nîvê çîrokê de ne. Em bêriya wê dikin û ez difikirim ka wê çi hîs kiribe an jî çawa dikaribû me di valahiya ku maye de ronî bike. Bê guman, her berhemek ku wê li dû xwe hiştiye hê jî rêya me ronî dike. Lê ez dixwazim bêjim ku nebûna wê, valahiyek mezin dihêle.”

'Mîrata wê bêtir tê belavkirin'

Dîcle Mûftûoglu tekez dike ku Nagîhan Akarsel di serdema ku berxwedana "Jin Jiyan Azadî" li seranserê cîhanê belav dibû de, ji bo şandina peyamekê ji jinan re, hatiye kuştin. Dîcle Mûftûoglu, da zanîn ku komkujî negihîştiye armanca xwe û tekez kir ku ramanên Nagîhan Akarsel piştî mirina wê gihîştine jinan. Dîcle nêrînên xwe wiha anî ziman: “Jin Jiyan Azadî', ku bingeha felsefeyekê pêk tîne, wekî durûşemeyek ku sembola rêya rizgariya jinan e belav bû. Her ku belav dibû, armanca wê bêtir dihat nîqaşkirin. Nagîhan di pêvajoyek wisa de hat kuştin. Ev komkujî peyamek bû ji bo jinên Kurd û tevgera azadiyê, an êrîşek li ser hemû jinan bû. Bi van êrîşan hewl tê dayîn ku nirxek bê tunekirin, lê nirxên ku ji hêla wan kesan ve hatine afirandin, digel bîrdoziya ku wê afirandî, dighîjin xalek wiha cuda ku kuştin an tunekirina wê ne mumkin dibe. Ramanên wê ji perspektîfa jinan bêtir dest pê dikin ku werin nirxandin û nîqaşkirin. Mîrata ku wê li pey xwe hişt hîn bêtir belav dibe. Navê wê di pirtûkxaneya jinan a li Silêmaniyê de dijî, ku ew ji bo vekirina wê pir xebitî. Li her deverê ku dirûşmeya 'Jin jiyan Azadî' deng vedide, navê Nagîhan dijî. Kovara Jineolojî û akademiya wê xebata xwe didomînin û ev hemû xebat rêyek in ku wê pêşengî lê kiriye.”

'Ew hîn jî rêberî û pêşengtiya me dike'

Dîcle Mûftûoglu axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Ji bo me rojnamevanan, bandora wê di warê zindî hiştina rojnamegeriya jinan de berdewam dike. Ji ber ku jin îro jî tên kuştin. Hikûmet û medyaya alîgirê hikûmetê hewl didin ku vê rewşê normal bikin, lê tiştê ku Nagîhan fêrî me kir ev e ku em van tiştan normalîze nekin. Ku em çîroka her jinê kûr bibin, ku em bi bîr bînin ka çima ew hatiye kuştin û ev bi rastî berhema pergala mêr a serdest a dewletê ye, ku ev kuştin di encama tundiya wê de çêdibin. Ji ber ku em berpirsyariyekê hîs dikin ku em pirsyar bikin, li ser binvîsin û ji raya giştî re bêtir rave bikin ku ev ne tenê tundiya mêran e, her wiha bi rastî jî encamek e ku ji hêla pergala mêr a serdest a dewletê ve hatiye afirandin. Di vî warî de, ew hê jî rêberiya me dike û dê berdewam bike.”