Arîn Mîrkan... Ji destana Kobanê heta sembolek nemir a berxwedana jinan
Di salvegera nemirbûna Arîn Mîrkan de, Kobanê çîroka şervanek ku fedakariya wê bûye sembola berxwedanê, navê wê di bîra bajêr de û di abîdeyên ku qehremaniya jinên wê belge dikin de dijî, bi bîr tîne.
NORŞAN EBDÎ
Kobanê – 5’ê Cotmehê salvegera nemirbûna Arîn Mîrkan ku şervan û fermandarek a Yekîneyên Parastina Jinan (YPJ) ye. Çalakiya wê ya fedayî di berxwedana Kobanê de bû xala werçerxê. Ew bû yek ji fermandar û sembolên jin ên pêşeng ku şopek mayînde di vî şerî de hiştiye.
Di 15’ê Îlona 2014’an de, DAIŞ’ê ji sê eniyan ve ji bo bajarê Kobanê yê Rojavayê Kurdistanê dagir bike êrîşek berfireh da destpêkirin. Lê, ev plan ji aliyê berxwedana dijwar û dîrokî ya gelê Kurd ji her çar aliyên Kurdistanê, şervanên jin û mêr ên wêrek ên ku bajar parastin ve hatin têkbirin.
Li Kobanê berxwedana li dijî DAIŞ’ê zêdetirî 4 mehan dom kir û di dawiya Çileya 2015’an de bi serkeftinek dîrokî bi encam bû. Kobanê bû sembola berxwedan û biryardariya li dijî DAIŞ’ê.
Arîn Mîrkan, bi wêrekî, fedakarî û biryardariya xwe di parastina bajar û xelkê wê de, bû yek ji kesayetên pêşeng ên vê têkoşînê.
Arîn Mîrkan kî ye?
Dîlara King ku bi navê Arîn Mîrkan tê nasîn, di sala 1992’an de li gundê Mîrkan ê navçeya Mabeta ya bajarê Efrîna Rojavayê Kurdistanê ji dayîk bûye. Mîrkan ku navê ‘Arîn’ ji bo bîranîna navê şervaneke tevgera azadiya Kurdistanê li xwe kiriye, di malbatek welatparêz ku bi çand û prensîbên doza Kurd ve girêdayî ye de mezin bûye.
Arîn Mîrkan, di sala 2007’an de tevlî nava refên şervanên jin ên Kurd bû. Bi destpêkirina Şoreşa 19’ê Tîrmehê ya 2012’an re, ew beşdarî serhildanê bû û beşdarî damezrandina Yekîneyên Parastina Jinan (YPJ) bû.
Dema DAIŞ’ê êrîşên li dijî Kobanê da destpêkirin, wê di pevçûnên berdewam ên li rojhilatê bajêr de berxwedanek bêhempa nîşan da.
Di 5’ê Cotmeha 2014’an de, di roja 20’an a berxwedana Kobanê de, Arîn Mîrkan li Girê Miştenûrê li başûrê bajêr çalakiya fedayî pêk anî. Çalakiya wê alîkarî da ku êrîşa DAIŞ’ê bê şikandin û ew bû sembolek berbiçav a berxwedana Kobanî.
‘Bi ruhê xwe yê azad pêşengtî ji şerê Kobanê re kir’
Endama Meclîsa Malbatên Şehîdan a bajêrê Kobanê, Eyşê Efendî, bandora çalakiya fedayî ya Arîn Mîrkan li ser pêvajoya şerê Kobanê nirxand û diyar kir ku 13 sal piştî nemirbûna Arîn Mîrkan girîngiya fedakariya wê kêm nebûye; Arîn Mîrkan ji bo serkeftina berxwedanê canê xwe feda kir.
Eyşê Efendî da zanîn ku Arîn Mîrkan şopa Rîvan, Bêrîtan û gelek jinên din ên ku çalakiyên fedayî yên bi vî rengî kirine, şopandiye. Eyşê Efendî bal kişand ser bandora berfireh a jinekê ku çalakiyek ewqas mezin pêk tîne û destnîşan kir ku îrade û pêşengiya Arîn Mîrkan bû sedem ku rêça şer biguhere.
Eyşê Efendî anî ziman ku vê çalakiyê rêça şerê li Kobanê di sala 2014’an de guherand û berxwedana li wir veguherand sembol û çavkaniya hêviyê ji bo gelên ku ji bo azadî û mafên gelê Kurd têdikoşin û wiha pê de çû: “Arîn Mîrkan bi destpêkirina Şoreşa 19’ê Tîrmehê re roleke sereke lîst. Jinên Kurd bûn biryarderên ku dikarin pêvajoya şer bi rê ve bibin.”
Çalakiya ku planên li ser bajar têk bir
Eyşê Efendî, piştrast kir ku ev çalakiya qehreman a Fermandar Arîn Mîrkan ji bo îlankirina 1’ê Mijdarê wek roja cîhanî ya hevgirtinê bi Kobanî re bi sûd bû û got ku têkoşîna şervanên jin, bi taybetî ya Arîn, planên li ser bajar têk bir.
Ji têkoşîna çekdarî ber bi maseyê diyalogê ve
Eyşê Efendî, îşaret bi wê yekê kir ku dinyayê bawer dikir ku gelê Kurd hêza xwe ya çekdarkirinê û parastina nasnameya xwe winda kiriye û ev tişt anîn ziman: “Têkoşîna ku ji hêla Kurdan û şervanên wan ve hatî meşandin berovajiya vê yekê îspat kir û hêza wan a veguheztina ji qada şer ber bi qada siyaset û aştiyê ve nîşan da. Gelê Kurd niha di pêvajoyek nû û krîtîk ku tê de beşdariya siyasî berbiçav e, derbas dibe.”
Eyşê Efendî, tevlîkirina doza Kurd di rojevên diyaloga navneteweyî de wekî serkeftinek girîng ji bo dozê bi nav kir û wiha got: “Avakirina hêzên parastina jinan û bicihkirina pergala hevserokatiyê li Rojava berhemên têkoşîn û berxwedana jinan e ku ji destpêka şoreşê heta roja îro berdewam kiriye.”
‘Em ê hebûn û nasnameya xwe biparêzin’
Eyşê Efendî, di dawiya axaftina xwe destnîşan kir ku ev destkeftî ji bo jinan pêşketinê temsîl dikin û bal kişand ser pêwîstiya parastina wan û wiha bilêv kir: “Ev ezmûn dê me wek gelê Kurd, bihêz bike ku em hebûna xwe û nasnameya xwe biparêzin. Di heman demê dê hêzê bide me, em pirsgirêkên xwe bînin ser maseya diyalogê û pêvajoya siyasî ya li Sûriyeyê.”
Qada Jina Azad: Arîn Mîrkan sembola berxwedanê
Tevî ku bi ser serkeftina berxwedana Kobanê re sal derbas bûne, tax û kolanên bajêr hîn jî şahidiya şer û bîranînên lehengên berxwedanê dikin. Yek ji nîşaneyên herî girîng ên bajar ‘Qada Jina Azad’ e ku hem ji aliyê xelkê herêmî û hem jî li seranserê Rojava ve bi navê şervana fedakar Arîn Mîrkan hatiye binavkirin.
Di 14’ê Adara 2016’an de, ji bo rêzgirtina li rola jinên Kurd a di berxwedana Kobanê de û kesayetiya Arîn Mîrkan sembolîze bike, peykerê ‘Jina Azad’ li vê qadê hate danîn. Peyker ji aliyê hunermend Zîrek Mîrza ve di encama xebata sê mehan de hatiye çêkirin, 9 metre bilind e û 8 ton giran e.
Ev peyker, bi bask û destê xwe li ser singa xwe, sembola serkeftin, azadî û sonda ku şervanên jin ji bo parastina doza xwe dane ye; wek sembolek ku bîranîna berxwedan û fedekariya jinên Kobanê zindî dihêle ye.