rojane
-

Li Kongoyê ji ber şewba Ebolayê 2 hezar û 642 kes mirin
Li Komara Demokratîk a Kongoyê hejmara kesên ji ber şewba Ebolayê 2 hezar û 642 mirin jî di nav de , gihîştiye 5 hezar û 514’an. Ji ber ku belavbûna wê ya li welat, ev hejmar asta zoriyên ku qada tenduristiyê dijî nîşan dide.
-

Ji ber karesata lehiya li Sûdanê 63 malbatan koç kir
Di demekê de ku şerê li Sûdanê dewam dike, lehiyên li Kordofana Başûr û Darfûra Bakur bûn sedema koçberiya 63 malbatan û wêrankirina 130 xaniyan; Rêxistina Navneteweyî ya Koçberiyê hişyariya alîkariya lezgîn da.
-

Jina ciwan a Seqizî bi afrîneriya xwe madalyaya zêr a cîhanî girt
Jina ciwan a afrîner Negîn Husênî ya ji bajarê Seqiza Rojhilatê Kurdistanê ye, di 6’emîn pêşbirka navneteweyî ya afrînerî û nûbûnê ‘IFIA INV’ a li Swîsreyê de, bi çêkirina ‘dîwarê jîr’ ku germahiya hundir kêm dike, madalyaya zêr a cîhanî bi dest xist.
-

Li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê di meha Tebaxê de herî kêm 15 jin û 4 zarok hatin kuştin
Li gorî daneyên ku ji aliyê navenda me ya nûçeyan ve hatine tomarkirin, li Îranê di meha Tebaxa îsal de herî kêm 15 jin û 4 zarok hatine kuştin. Li girtîgehên Îranê 2 jin hatin darvekirin.
-

Rola jinan di hilbijartinên Filistînê yên pêşerojê de dê çawa be?
Rojnamevan Jîvara Taha da zanîn ku ji ber nebûna ewlehî û aramiyê, axaftina li ser hilbijartinên li Xezayê zû ye. Jîvara tekez dike ku jinan bedel dane lê hebûna wan di cihên biryardayînê de hê jî sînordar e.
-

Ji jinên Wanê banga têkoşîna rêxistinkirî ya li dijî madeyên hişber
Jinên li Wanê, li dijî zêdebûna bikaranîna madeyên hişbir, banga xurtkirina têkoşîna civakî kirin. Jinan, ji bo ciwanan banga zêdekirina çalakiyên civakî, çandî û ji bo têkoşîna li dijî tiryakê avakirina navendên rehabîlîtasyonê kirin.
-

Tilîyên ku ji tirsê dilerizîn niha kompîtirê çêdikin
Li Rojavayê Kurdistanê xwendina akademîk di qada kompîtirê de piranî di asta teorîk de dimîne, lê Sozvîn Îbrahîm a 32 salî bi hewldan û lêgerîna li ser înternetê ev bêderfetî guhert. Wê tirsê şikand û bû jineke pêşeng di warê teknolojiyê de.
-

‘Em ê pênûsa rastiyê li erdê nehêlin’
Di duyemîn salvegera şehadeta rojnamevanên azad Gulistan Tara û Hêro Behadîn de, xebatkarên ragihandinê li Silêmaniyê daxuyaniyek dan û diyar kirin ku teror tu carî nikare rastiyê veşêre û bang li saziyên hiqûqî kirin ku kujerên rojnamevanan bên cezakirin
-

Xwendekarên zanîngeha Şerîf li dijî biryara derxistina xwendekaran hişyarî dan
Komek ji xwendekarên zanîngeha Teknolojiyê ya Şerîf, performansa Cîgirê Rektorê Xwendekaran û desteya dîsîplînê ya sereke ya zanîngehê rexne kirin, biryara derxistin û dûrxistina çar salan a ji bo xwendekaran weke ‘tiştê nedîtî’ bi nav kirin.
-

Jinên ciwan ên Filistînî: Serkeftina xwe di nava kavilan de dinivîsin
Di navbera kon û kavilên mal û dibistanan de, jinên ciwan ên Filistînî xwe bi perwerde û xewnên xwe ve girê dan. Serkeftina xwe ji serketina akademîk bêtir kirin; şahidiyek ji bo berxwedan û biryardariya derxistina pêşerojekê ji dilê şer.
-

Lêkolîner Salwa Damaç daxwaza parastina jinên di bin çavderiya Hûsiyan de kir
Lêkolînera Yemenî Salwa Damaç, binçavkirina çalakvan Sahar el-Hawlanî û bi sedan jinên din şermezar kir û bang kir ku binpêkirinên li dijî jinên Yemenê yên di girtîgeh û navendên binçavkirinê yên di bin kontrola Hûsiyan de dijîn bi dawî bibin.
-

Gulistan Tara Hêro Bahaddîn û Necmeddîn Feysel Hec Sînan bi mersîmek hatin bibîranîn
Li bajarê Amûdê ya bi ser Qamişloya Rojavayê Kurdistanê ve bi merasîmekê Gulistan Tara, Hêro Bahaddîn û Necmeddîn Feysel Hec Sînan, li Goristana Şehîd Îsmaîl hatin bibîranîn.
-

Kovara Jinê bi sernavê ‘zarokatiya di dorpêça xizanî mêtinkarî û ceza’ de derket
Kovara Jinê, di hejmara 182’an de bi gotarên pisporan sîstema MESEM’ê, xizanî û polîtîkayên ewlehiyê yên li ser zarokan bi perspektîfa mafên zarokan dinirxîne.
-

Haje Taha: Divê dayîk û bav derûniya ciwanan fêm bikin
Derûnînas Haje Taha, diyar kir ku divê dayîk, bav û mamoste bi ciwanan re bibin heval, bi wan re biaxivin û got: “Fêmkirina derûniya ciwanan girîng e. Ji ber ku ciwan li nasnameyên xwe digerin.
-

Gulistan û Hêro bi pênûsên xwe yên azad rastiyê parastin
Rojnameger Gulistan Tara û Hêro Bahadîn ku du sal berê li Silêmaniyê bi êrîşa dronan hatin hedefgirtin; bi rêwîtî, têkoşîn û rêhevaltiya xwe, bi pênûs û kamerayên xwe riya rojnamegeriya azad ronî dikin.
-

Bertekên pisporên têkiliyên giştî li dijî cezayên girtîgehê yên ji bo rêveberên Avahiya çandî derketin
Pispor û çalakvanên têkiliyên giştî li dijî cezayên 10 sal girtîgehê yên ku piştî performansa Hîva Seyfîzadeh li sê rêveberên Avahiya Berovajî hatine birîn, daxuyaniyek dan û daxwaza ji nû ve nirxandina van cezayan kirin.
-

Çalakvana sivîl Şîrîn Mesûdî li cihê karê xwe hat binçavkirin
Tevî aloziya leşkerî û zextên berdewam ên li ser civaka sivîl li Îran û Rojhilatê Kurdistanê, hêzên ewlehiyê yên Îranê li Mehabadê bi ser cihê kar ê çalakvana sivîl Şîrîn Mesûdî de girtin û ew bêyî biryara dadgehê binçav kirin.
-

Werzişvan Ferzane Fesîhî ji pêşbirkiyên cîhanî û lîstikên Asyayî vekişiya
Werzişvana olompîk a Îranê Ferzane Fesîhî ragihand ku ji ber astengkirina qeydkirina wê ya ji bo pêşbirkiyên şampiyona cîhanê, ew ê di heman demê de ji lîstikên Asyayî jî vekişe û diyar kir ku ew ê nehêle ev zext mafên wê binpê bikin.
-

Li Misrê zilamekî hevjina xwe bi îşkenceyê kuşt
Li Misrê zilamekî 60 salî, dest û piyên hevjina xwe ya 50 salî bi tayek girêda û bi kabloyekî elektrîkê û textek êrîşê wê kir. Di encama êrîşê de jin bi giranî birîndar bû û mir.
-

Li Çabaharê malên welatiyên Belûc tên hilweşandin
Li Çabaharê Weqfa Xaniyan malên welatiyên Belûc hilweşand. Malbatên ku neçarî koçberiyê hatine kirin, ji ber şertên xirab û daxwaza pereyên zêde ya di nava nezelalî û nerazîbûnê de ne.