rojane
-
Meclîsa Jinan a DEM Partiyê: Em ê nehêlin tundî bê rewakirin
Meclisa Jinan a DEM Partiyê derbarê hedefgirtina Hevşaredara Êlihê Gulistan Sonuk de daxuyaniyeke nivîskî da û wiha hat gotin: “Em ê nehêlin tundî bê rewakirin.”
-
Îsraîl nahêle alîkariyên NY’ê bikevin Xezayê
Ajansa Alîkariya Avadanî û Penaberên Filîstînê ya Rojhilatê Nêz a NY’ê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku li Bakurê Xezayê alîkarî tên astengkirin û nagihîjin cihê xwe.
-
Jinên bajarê Sineyê li dijî şîdetê li benda piştgiriyê ne
Jinên bajarê Sineyê diyar kirin ku ji ber paratina zagonî tune ye, şîdet her diçe zêde dibe û xwestin ji bo jinên rastî şîdetê hatine û neçar mane ji malên xwe derbikevin, piştgirî were dayîn.
-
Jinên ku vedigerin Sûriyeyê di kampan de bi zehmetiyan re rû bi rû dimînin
Jinên Sûriyeyî yên ku ji ber êrîşên Îsraîlê ji Lubnanê vegeriyan Idliba di bin dagirkeriya dewleta Tirk de, li kampan ji pêdiviyên herî bingehîn bêpar in. Jin ji pêşeroja xwe û ya zarokên xwe bi fikar in.
-
‘Jin Jiyan Azadî riya pêkanîna konfederalîzma jinan e’
Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Jin YPJ’ê Rohilat Efrîn bal kişand ser girîngiya parastinê û pêkanîna konfedralîzma jinan û diyar kir ku pêwîst e şerê qirkirinê yê li dijî jinan were sekinandin.
-
Bi hatina zivistanê re rewşa koçberên Xezayê zehmettir dibe
Reşîde Merûf ji wan jinan e ku barê şer hilgirtiye ser pişta xwe û bi hatina zivistanê de di nav rewşekê zehmettir de ne. Reşîde Merûf a ji Xezayê behsa jiyana xwe ya koçberiyê û zetmehtiyên ku dijî kir û got: “Em her roj dimrin.”
-
Kongra Star bi serdan semîner û perwerdeyan xebatên xwe didomîne
Rêvebera Komîteya Qada Civakî ya Kongra Star a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Leyla Huseyîn, behsa xebatên komîteyê kir û got ku bi riya perwerde û semînerên didin, jin zana dibin her wiha bi xebatên xwe pirsgirêkan çareser dikin.
-
FMWJ: Qirkirina siyasî rawestînin, rojnamegeran berdin
Foruma Rojnamegerên Jin ên Behra Spî (FMWJ) bertek nîşanî binçavkirina rojnamegerên li Tirkiye û Kurdistanê da û xwest rojnameger bên berdan û operasyona "qirkirina siyasî" bê rawestandin.
-
Girtiyên jin ji bo Werîşe Mûradî û Nêrgiz Mihemedî dest bi çalakiya birçîbûnê kirin
Girtiyên siyasî yên li Girtîgeha Evînê ya Tehranê Vîda Rebanî û Mutehare Guneyî bi nayekê ragihandin ku ew ji bo Werîşe Mûradî û Nêrgiz Mihemedî dest bi çalakiya birçîbûnê kirinê .
-
Rojnameger û nivîskar di binçavan de ne: Karûbarên îfadeyê dê dest pê bike
Rojnameger, nivîskar, helbestvan, karîkaturîst û akademîsyen jî di nav de gelek kes hatin binçavkirin. Hate hînbûn ku ji kesên hatine binçavkirin 10 kes birine Enqereyê û îfadeya kesên din jî dê li cîhê wan bê girtin.
-
9’emîn Foruma Rojnamegerên Jin a Akdenîz hat lidarxistin
9’emîn Foruma Rojnamegerên Jin a Akdenîz ku ji 25’ê Mijdarê heya 27’ Mijdarê berdewam kir di bin navê ‘Azadiya Çapemeniyê’ de hat lidarxistin.
-
Bi pankartên ‘Jin Jiyan Azadî’ tevlî nîqaşên budçeyê bûn
Parlamenterên DEM Partiyê bi pankartên “Jin, Jiyan, Azadî” ku li ser maseyên xwe danîn, beşdarî nîqaşên budçeya Wezareta Malbat û Polîtîkayên Civakî ya Tirkiyê bûn.
-
Li Lubnanê agirbest ket meriyetê
Bi lihevkirina Îsraîl-Hîzbûllahê re ku bi rojane nîqaş li ser dihate kirin agirbesta 60 rojî kete dewrê.
-
Li Taîzê jinan bi sempozyûmek bal kişand ser binpêkirinan
Bi wesîleya Roja Têkoşîna bi Şîdeta li Hemberî Jinan re li bajarê Taîz yê Yemenê sempozyûmek bi sernavê “Di dema şer de jinên Yemenî” hat dayîn.
-
Rojnamegera Efgan: Ji bo civakek adil divê jin xwedî mafên xwe bin
Rojnamegera Efganistanê Ruqiyeh Sadeghî di nameya ku bi boneya 25’ê Mijdarê ji saziyên navneteweyî re şand de wiha got: “Divê jinên Efganistanê ji mafên mirovan sûdê bigrin, ji ber tenê riya avakirina civakek adil û mirovî ev e.”
-
Li Tûnisê ji bo cotkarên jin rêbernameyek hat amadekirin
Li Tûnisê gelek jin di warê çandiniyê de dixebitin û ji bo jinên kedkar ên rastî her cure cudakarî û tundiyê tên mafên xwe bi dest bixin, bikaribin hilberînin, keda wan were dîtin û pejirandin rêbernameyek hat amadekirin.
-
Dewleta Îranê 5 sal cezayê girtîgehê da mamosteya zimanê Kurdî
Komeleya Mafên Mirov a Kurdistanê ragihand, dadgeha dewleta Îranê 5 sal cezayê girtîgehê li mamostaya zimanê Kurdî Sirwe Purmihemedî birî.
-
Li Îranê di meha Mijdarê de 39 jin û 2 zarok hatin qetilkirin
Li Rojhilatê Kurdistan û Îranê di mehekî de 25 jin û 2 zarok hatin qetilkirin, 11 jinan bi awayekê guman jiyana xwe ji dest dan û 3 jin bi darvekirinên rejîma Îranê hatin qetilkirin.
-
Li Stenbolê jinan qedexeyan nas nekir – ÇAVDÊRÎ
Di 25’ê Mijdarê de jinan qedexeyan derbas kirin û bi hemu rengên xwe li Stenbolê daketin qadan. Ruxmê astengiyan jî jinan daxwazên xwe li kolanan bi dengekî bilind berz kirin.
-
Li Mexrîbê jin ji bo guhertina Qanûna Malbatê dest bi pêngavê kirin
Di demekê de ku jin li bende ne zagona malbatê ya sazkirî derkeve; Komaleya Jinan bi boneya roja 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinê ji bo guhertina Qanûna Malbatê dest bi pêngava xwe ya duyemîn kir.