rojane
-

Girtiya siyasî Sepîdeh Qilyan hat berdan
Çalakvana sivîl û girtiya siyasî Sepîdeh Qilyan, piştî şeş meh cezayê girtîgehê, îro ji girtîgeha Wekîlabadê ya Meşhedê hat berdan. Piştî berdanê yekser serdana gora Xusro Elîkurdî kir.
-

Li Îranê zextên ewlehiyê li dijî çalakvanên jin zêdetir dibe
Veguhaztina çalakvana sivîl Tîna Dîljo bo girtîgeha Lakan ya bajarê Reştê destnîşan dike ku rêjîma Îranê pêla zexta ewlehî û dadweriyê li li dijî çalakvanên jin û xwepêşanderan zêdetir kiriye û girtîgehan wek amûra bêdengkirinê bikartîne.
-

Li Îranê ji ber bêdengiya navneteweyî cezayên darvekirinê zêde dibin
Îran di demên dawî de bi girtinên keyfî, cezayên darvekirinê, şert û mercên kefaleta zêde re rû bi rû ye. Rejîma Îranê şerê heyî ji bo xwe weke firsendekê bikartîne. Bi taybetî jî êrişek hovane li ser jin, çalakvan, akademîsyen û muxalîfan pêktîne.
-

Ji xizmên windayan çalakiya ‘Edaletê’
Xizmên Windayan û Şaxên ÎHDê yên bajarên Amed, Êlih û Colemêrgê daxwazkirin ku ji bo xizmên xwe yên hatine qetilkirin û windakirin edalet were bicihanîn.
-

Dayîkên Şemiyê: Ew bi salane cejn pîroz nakin
Dayîkên Şemiyê di hefteya 1105’emîn de cardin li Qada Galatasarayê kom bûn. Di çalakiyê de hate gotin ku: “Ew bi salane cejn pîroz nakin.”
-

Li Rojhilat û Belûcistanê pêla darvekirin, girtin û kuştinê
Parêzvanên mafên mirovan ragihandin ku rejîma Îranê ji bo bêdengkirina dengên nerazî hawîrdora şer bikar tîne. Li gorî raporê, girtin, cezayên dijwar û darvekirinên siyasî piştî pêşketinên leşkerî yên dawî zêde bûne.
-

NY: 21 welatan 9 hezar 788 bûyerên tundiya zayendî hatine eşkerekirin
Neteweyên Yekbûyî di 29’ê Gulanê de li ser tundiya zayendî raporek weşand. Di raporê de tê gotin ku bi şer re girêdayî tundiya zayendî ji sala 2025’an ve du qat zêde bûye.
-

Li Lubnanê zêdebûna tundî û koçberiyê êşa sivîlan zêdetir dike
Li Lubnanê ji ber pevçûn û fermanên valakirina herêman, hejmara kuştina sivîlan û bûyerên koçberiyê zêde bûne. Raporên derbarê êrîşên hewayî, zirara li deverên mîrasên çandî yên parastî de, fikaran zêde dikin.
-

‘Ji ber nebûna hişyariyên civakî û yasayî, herî zêde jin rastî tundî û kuştinê tên’
Çalakvana mafê jinan û pispora medyayê Çiya Yasîn diyar kir ku ji ber nebûna hişyariyên civakî û qanûnî, herî zêde jin rastî tundî û kuştinê tên û got ku “Rejîm her tim hewlên xwe yên ji bo tunekirin hebûna jinan û kuştina wan zêde dike.”
-

Li Bolîvyayê li dijî veguherîna neolîberal serhildana civakî
Di dilê krîza Bolîvyayê de têkoşînek berfirehtir a li ser modela aborî, bikaranîna çavkaniyên xwezayî, mafên gelên xwecihî, avahiya pirneteweyî ya dewletê û wateya demokrasiyê heye.
-

Li Zanîngehan toreke ku polîs jî di nav de hene heye
Parlamenterê AKP'ê yê Stenbolê Selîm Ensarîoglu, ku bi bavê Rojîn Kabaîşî Nîzamedîn Kabaîşî re civiya diyar kir ku li hin zanîngehan torên îstismara rêxistinkirî hene ku polîs jî di nav de ne.
-

Xalîde Popal ji bo balyoza pêşvebirina mafên mirovan hat hilbijartin
Lîstikvan Xalîde Popal yek ji damezrînerên fûtbola jinan a Efganî, di nav lîsteyek navneteweyî ya 15 kesayetên werzîşê yên navdar de cih girt. Ji bo pêşvebirina wekheviya zayendî û mafên mirovan, hat hilbijartin.
-

Li Sîstan û Belûcistanê ev 2 meh in av tune û rayedar xemsar in
Li Sîstan û Belûcistan ku yek ji herêmên herî xizan ên Îranê ye, kêmbûna avê ya demdirêj, bi hezaran kesan ji pêdiviyên bingehîn ên jiyanê bêpar dihêle.
-

UNICEF: Li Lubnanê her 24 seatan 11 zarok tên kuştin
Fona Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) ragihand ji ber êrîşên Îsraîlê yên berdewam li ser Lubnanê hejmara zarokên kuştî û birîndar zêde dibin û piştrast kir ku rojane 11 zarok di nav operasyonên leşkerî de tên kuştin û birîndar kirin.
-

Rejîma Îranê 6 sal ceza li çalakvana mafên zarokan birî
Nehalê Şehîdî Yezdî ku welatiyek Behayî û çalakvana mafên zarokan a li Kerajê dijî, para xwe ji zilma daraza rejîma Îranê girt. Dadgeha Şoreşê ya Kermanê ji Nehalê re ragihand ku 6 sal cezayê girtîgehê lê hatiye birîn.
-

Li Bokanê du xwîşk ji hêla rejîma Îranê ve hatin binçavkirin
Du xwîşkên bi navê Hamîra û Şilêr Emînpur ku niştecihên Bokanê ne, hatin binçavkirin. Fikarên li ser zêdebûna zextên ewlehiyê yên li ser jin û çalakvanên civaka sivîl, ji ber binçavkirin û girtinan li Îranê zêde bûne.
-

Li Îranê feraseta mêrê paşverû jinek din jî bi hinceta ‘hîcabê’ qetil kir
Mujgan Hesenpur a 46 salî ya ji Lahîcanê ku ji bo serdana gora xizmên xwe çûbû goristanê, ji ber ku li hember zimandirêjiya zilamek paşverû ya li dijî cilên wê nerazîbûn nîşan da, bi 5 guleyan hat qetilkirin.
-

Rapora perwerdê: Karkeriya zarokan zêde dibe
Rapora ku li ser 18 hezar xwendekarên li 26 dibistanan hatiye amadekirin, rewşa pergala perwerdehiyê ya ku zarokên li Edeneyê pê re rû bi rû dimînin eşkere dike.
-

Li bakurê Kordofanê ya Sudanê 27 sivîl hatin kuştin
Li gorî Tora Bijîşkên Sûdanê eyaleta bakurê Kordofanê rastî zêdebûna xeternak a êrîşên li ser gundan tê û krîza mirovî girantir dibe.
-

Lubnan şahidiya pêla koçberî û komkujiyan dike
Wezareta Tenduristiyê ya Lubnanê diyar kir ku di êrîşên artêşa Îsraîlê yên li ser Lubnanê de 3 kes hatine kuştin û 15 kes jî birînda bûne ku 3 ji wan zarok in û 5 jî jin in.