rojane
-

Parêzera Îranî Nesrîn Sotudeh xelata mafên mirovan a Konseya Ewropayê wergirt
Parêzera mafên mirovan a Îranî Nesrîn Sotudeh, ji ber têkoşîna xwe ya li dijî cezayê darvekirinê û serpoşa mecbûrî hate xelatkirin. Ji ber girtîgeh û qedexeyan, li ser navê Nesrîn Sotudeh keça wê Mehraveh Khandan xelat wergirt.
-

Li Girtîgeha Evînê li ser 23 jinên girtî qedexeya serdanê hat ragihandin
Li Îranê, girtiyên jin ên li dijî kamerayên tuwaletan û binpêkirinên mafan derketin, bi qedexeya serdana malbatê ji 3 hefteyan heta 9 hefteyan hatin cezakirin.
-

Pêşangeha hunerên dîtbarî û karên destan a jinan li Germiyanê vebû
Li Kelarê Pêşangeha Sêyemîn a Hunerên Dîtbarî û Karên Destan a Jinên Germiyanê bi beşdariya 37 hunermendan vebû. Di wêneyan de aliyên cuda yên ked, jiyan û zehmetiyên jinan tê nîşandan.
-

Li Hindistan û Nepalê ji ber baranên dijwar zêdetirî 100 kesî jiyana xwe ji dest dan
Ji ber baranên dijwar û lehîyên ku li eyaleta Uttar Pradeş a Hindistanê û li Nepalê sê roj in bandora xwe didomînin, herî kêm 81 kes li Hindistanê û 27 kes jî li Nepalê mirin. Xebatên lêgerîn û rizgarkirinê yên li herêmê bi lez berdewam dikin.
-

Talîbanê li Kabulê 20 jin binçav kirin hîn 16 jin di destê wan de ne
Li herêma Şah Doşamşîra ya Kabulê, 20 jin ji aliyê hêzên Talîbanê ve hatin binçavkirin. Digel ku 4 jin hatine berdan, 16 jinên din hînî nehatine berdan. Hate ragihandin ku ev operasyon di çarçoveya zextên li ser cil û berg û mafên jinan de pêk hatiye.
-

Rêxistinên jinan: Civaka demokratîk û rêxistinkirî dikare pêşî li qetilkirina jinan bigre
Rêxistin û saziyên jinan û rêveberên jin ên Rêxistinên DBP’ê û DEM Partiyê yên Amedê têkildarî jinên hatine kuştin, diyar kirin ku tiştê pêşî li kuştina jinan bigre, civaka demokratîk û rêxistinkirî ye.
-

Li Îranê çalakiya teqawîdan: Xwepêşanderên girtî berdin
Li Tehran, Şûş, Ahwaz, Reşt û Îsfahanê, teqawîdan li dijî şert û mercên jiyanê û mûçeyan xwepêşandan li dar xistin. Daxwaza azadkirina girtiyan û rakirina cezayê darvekirinê kirin.
-

Xwendekarên Qamişloyê: Em ê bi zimanê xwe bixwînin, biaxivin û bijîn
Li Qamişloya Rojavayê Kurdistanê, mamoste û xwendekaran li dijî biryara sînordarkirina fêrkirina Zimanê Kurdî bi xwepêşandanekê nerazîbûna xwe nîşan dan û daxwaza parastina mafê fêrbûna bi zimanê dayîkê kirin.
-

Parêzvana mafên mirovan Siham Ben Sederin bi xetereya girtinê re rûbirû ye
Li Tunisê di demên dawî de zextên li ser çalakvan û parêzvanên mafên mirovan zêde bûne. Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî hişyarî da ku parêzvana mafên mirovan Siham Ben Sederin bi cezayê 25 salan û xetereya vegera zindanê re rûbirû ye.
-

Li Zanîngeha Alzahrayê ya Îranê qedexeya bêqanûnî
Li gorî agahiyên kanala Telegramê ya 'United Students', ji ber biryara bêagahî û bêyî rapora fermî ya rektorê Zanîngeha Alzahrayê ya Îranê, ketina 150 xwendekaran ji bo nava kampusê hatiye qedexekirin.
-

Ji destpêka 2026’an ve li Suriyeyê bi dehan zarok hatin kuştin
Li gorî SOHR’ê, ji destpêka salê ve li Sûriyeyê di encama çalakiyên tirsnak ên wek îşkence, xeniqandin û şewatindanê de 35 zarok mirine. SOHR’ê da zanîn ku rêxistinên mafên mirovan her tim daxwaza lêpirsînên lezgîn û darizandina sûcdaran dikin.
-

Çima di sedsala dawî de li Îranê pêla darvekirinên jinan zêde dibe?
Di salên dawî de li Îranê sepandina cezayê darvekirinê her ku diçe zêde dibe. Di 8 mehên ewil ên sala 2026'an de herî kêm 18 jin hatine darvekirin; zext û cezayên mirinê yên li ser jinan di qadên siyasî û civakî de roj bi roj giran dibin.
-

Sevda Çelîk Ozbîngol: Divê tevlîbûna civakî û rola Ocalan bê misogerkirin
Hevberdevka Komîsyona Hiqûq û Mafên Mirovan a Partiya DEM’ê Sevda Çelîk Ozbîngol got ku ji bo serkeftina pêvajoyê divê mekanîzmayên çavdêriyê bên xurtkirin, girtî werin berdan û statuya Abdullah Ocalan bi awayekî rast bê pênasekirin.
-

Evîn Paşo: Feraseta nepejirandin û nenaskirina pirrengiyê Sûriyeyê xist nava krîzê
Rêveberiya Fakulteya Çand û Hunerê ya Jin, Evîn Paşo diyar kir ku hebûna jinan di qada perwerdeyê de weke metirsiyeke, nîşaneya feraseta ku rola jinan kêm dike ye û got: “Feraseta qebûlnekirinê Sûriyeyê kir nava krîzê.”
-

Akademiya lêkolînên perwerdehiyê li Qamişloyê panêleke li dar xist
Akademiya Lêkolînên Perwerdehiyê li Qamişloyê panêlek li dar xist. Di panelê de rola sereke ya jinan a di parastina zimanê dayikê de hate destnîşankirin û daxwaza mîsogerkirina mafên zimanî di destûrê de hate kirin.
-

Fatma Tavassolî di Lîstikên Asyayî de gihîşt fînala trampolînê
Bi bidawîhatina roja 8’emîn a Lîstikên Asyayî, jinên Îranî heta niha di pêşbirkên jinan de bi giştî du zêr, heft zîv û du bronz, 11 madalya bi dest xistine.
-

Li Misirê gorek hespê şer a 3 hezar salî hate dîtin
Li Tell El-Abqainê gora hespê şer û stelên hiyeroglîfîk ên Serdema Qraliyeta Nû hatin dîtin; ev keşif rola leşkerî û jiyana kelehên sînorî yên wê demê ronî dike.
-

Tulay Hatîmogûllari: Ji bo aştiyê divê hemû alî berpirsyariyên xwe bi cih bînin
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari di Kongreya Erziromê de axivî û diyar kir ku pêvajo di qonaxek nû de ye û got: “Pêwîstiya Tirkiyeyê bi rêveberiyek edemokratîk heye. Em Kurd, Elewî, jin ji rêveberiya demokratîk re amade ne.”
-

Hejmara 187’an a Kovara Jinê derket
Hejmara 187’an a Kovara Jinê bi berga ‘Polîtîkayên Nefeqe û Xizaniya Zayendî’ derket pêşberî xwendevanên xwe.
-

15 partî û rêxistinên muxalîfên Îranê Li Osloyê belgeyeke hevbeş îmze kirin
15 partî û rêxistinên siyasî ji beşên cuda yên muxalîfên Îranê li Osloyê belgeyeke hevbeş pejirandin û îmze kirin. Di belgeyê de li ser wekheviya zayendî, parastina mafên mirovan û têkoşîna li dijî cezayê darvekirinê tê destnîşan kirin.