rojane
-

‘Çeka me nebe rûmeta me nayê parastin û misogerkirin’
Terfo Seydo ya ku ev 13 sal in bi her awayî di nav Şoreşa Rojava de ye, destnîşan kir ku çarenûsa jinan li ser vê axê yek e û got “Em jî çarenûsek wiha ji xwe re napejirînin. Çeka me nebe rûmeta me nayê parastin û mîsogerkirin.”
-

‘Xeteriyên li ser jinan didomin’
Endama Kongra Star Newroz Xelîl got: “Tifaqa dawî ya ku hat îmzekirin di navbera HSD’ê û rêveberiya demkî de, ne li gorî xewn û xeyalên me bûn lê ji bo ku rê li ber qirkirina gelê Kurd were girtin ev yek hat pejirandin.”
-

‘Emê armanca Azadî û Sorxwînan bi serkeftinê misoger bikin’
Federasyona Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di duyemîn salvagera şehadeta şehîd Sorxwîn Rojhilat û Azadî Dêrik bibîranî û diyar kir ku ew ê destkeftiyên şehîdan biparêzin.
-

Li Îranê zexta beşdariya meşan li malbatên girtiyan tê kirin
Komîteya Têkoşîna Azadiya Girtiyên Siyasî ragihand ku hêzên ewlehiyê zextê li malbatên kesên hatine binçavkirin û girtin dikin da ku beşdarî meşên fermî bibin û gefa ger ew pabend nebin, dê derbarê rewşa girtiyên xwe ti agahî negrin.
-

Li Sûdanê di êrîşa li ser dibistanek de 2 zarok mirin 12 zarok birîndar bûn
Li bajarê Rahad ê bakurê Kordofanê, di êrîşa balafira bê mirov a ku tê texmînkirin a Hêzên Piştgiriya Lezgîn e de, 2 zarokan jiyana xwe ji dest dan, 12 zarok jî birîndar bûn.
-

Ji TOHAV’ê rapora ‘Mafê Hêviyê’
TOHAV’ê rapora xwe ya “Mafê hêviyê” aşkera kir, di raporê de bal kişand ser binpêkirinan û got: “Misogerkirina mafê hêviyê şertê pêşîn ê parastina rûmeta mirovan û pêşeroja demokratîk a Tirkiyeyê ye.”
-

Li Îranê ji xwendekaran banga giştî
Xwendekarên Tahran û bajarên din, daxuyaniya hemwext da û banga berdana hemû girtiyên siyasî û xwendekaran bê şert kir.
-

Zehra Îrandost bi kefaletê hat berdan
Biraziya Cevad Haydar ê ku di serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ de jiyana xwe ji dest da, Zehra Îrandost bi kefaleta milyar û 500 milyon tumenî hat berdan.
-

Li Minbicê trajediyeke mirovî ya ji nû ve diqewime... Şehîdgeh dikin gorên komî
Gorên komî gefê li ser termên kesên ku şerê dijî çeteyên DAIŞ’ê kirine dixwin. Di dîmenekî ku trajediyeke kûr a mirovî nîşan dide de, gorên şehîdên ku li dijî çeteyên DAIŞ’ê şer kirine, bûne qartek yê bazarê.
-

Pirtûka biyografiya ‘Mihrî Daykim’ hat nasîn
Pirtûka biyografiya ‘Mihrî Daykim’ a nivîskar Arezû Abdulxailq hat nasandin. Aezû Ebdulxaliq got: “Dixwazim dengê jinên k udi civakê de, pêşeng, welatparêz û şervan in ragihînim me hemûyan dît li Rojava çawa şervanan parastina niştîmanê kir.”
-

‘Xirabkirina gorên şehîdan, hewldana jêbirina şopên binketina DAIŞ’ê ye’
Li herêmên girêdayî hikûmeta demkî ya Sûriyeyê, binpêkirinên giran ên xirabkirina goran û texrîbkirina goristanan tên jiyîn. Ev pêkanînên li dijî ol, mirovahî û nirxên neteweyî ne, rastî bertekek berfireh a civakê hatin.
-

Ev 23 roj in Kobanê dibin dorpêçê de ye
Li bajarê Kobanê ji ber dorpêça 23 rojan dabînkirina av, elektrîk, sotemenî û xwarin her ku diçe zehmetir dibe. Nexweşxane û nanpêjxane bi derfetên sînorkirî xizmet didin û ji ber bihabûna pêdiviyên bingehîn gel bi zehmetiyên mezin re rû bi rû ne.
-

Şoreşa Jinan: Di rastiyê de azadî
Jinan mafê xwe yê parastina xwe ne tenê wekî berpirsyariyek takekesî, di heman demê de wek berpirsyariyek civakî jî qebûl kirin. Vê nêzîkatiyê jinan ji hebûnên ku hewceyî parastinê ne, veguherand parêzvanên çalak ên jiyana xwe.
-

Ji bo mafê hêviyê êdî tu hincet nîn e!
Nepêkanîna "mafê hêviyê" ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, pirsgirêka baweriyê ya der barê pêvajoya aştî û çareseriyê de kûrtir dike. Hiqûqnas, balê dikşînin ku naskirina maf hem neçarî hem jî hiqûqî ye.
-

Dayîka Aştiyê: Kobanê xeta me ya sor e, em ê biparêzin
Endama Meclîsa Dayîkên Aştiyê Rewşan Doner diyar kir ku komploya navnetewî îro di şexsê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de didome û da zanîn ku Kobanê ji bo gelê Kurd xeta sor e û got: “Em ê parastina Kobanê bidomînin.”
-

Wargeha xwandinê nekarî li ber serkeftina wê bibe asteng
Xwendekara zanîngehê Huda Omêd ku li wargeha xwendekaran dimîne û niha dest bi karê xwe kiriye, peyama “Xwedekarên keç divê jin dev ji karên xwe bernedin, her tim li pey armancên xwe herin” da.
-

Jinên Suryan di Şoreşa Rojava de civak û destkeftiyên xwe diparêzin
Jinên Suryan li Rojava hebûna xwe ya siyasî, civakî û aborî xurt dikin, ji bo parastina mafên civakê û destkeftiyên ku jinan bi dest xistine, dixebitin.
-

Lumpenîzma dîasporîk a di nav nifşê nû yê monarşîstên Îranî de
Çima hin monarşîstên Îranî li derveyî welêt ji hevpîşeyên xwe yên navxweyî bi tundî, dûrxistinî û hîsterîktir diaxivin? Ev radîkalîzma dîspruftîf ji ku tê û kîjan mantiqa psîko-siyasî wê ji nû ve çêdike?
-

Jinên Ereb: Gel bi netewa demokratîk bûn xwedî gotin
Jinên Ereb ên navçeya Til Temirê ya Hesekê êrîşên li ser pergala neteweya demokratîk rexne kirin û gotin ku bi pergala neteweya demokratîk hemû gelên Sûriyeyê bûne xwedî gotin.
-

Ji Başûrê Kurdistanê bang: Divê Kurd li dijî hemû xetereyan baldar bin
Bi dehan rojnamevan, akademîsyen û mamosteyên olî yên Herêma Kurdistanê li ser metirsiya li ser Kurdan bangek lezgîn kirin û gotin: “Divê Kurd yekrêziya xwe çêkin û xwe ji bo hemû egeran amade bin.”