Li başûrê Lubnanê şer girantir û pêlên koçberiyê zêde dibe
Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê balkişand ser xirabûneke cidî ya di qada tenduristiyê de û pêlên koçberiyê yên zêde ya piştî berfirehkirina fermanên valakirinê ya li başûrê Lubnanê.
Navenda Nûçeyan – Ji destpêka Adarê ve, di nav aloziyên herêmî û êrîşên Îsraîlê û destwerdanên bejahî de, aloziya leşkerî ya li dijî Lubnanê berdewam dike. Bi taybetî jî li herêmên başûr.
Nûnerê Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê li Lubnanê got ku leza koçberiyê û zexta li ser qada tenduristiyê li Lubnanê ji ber êrîşên Îsraîlê zêde dibe û diyar kir ku sîstema tenduristiyê bi salan e ji ber krîzên aborî, windakirina hêza kar û pevçûnên berê qels e. Her wiha ji ber êrîşên Îsraîlê bi pirsgirêkên cidî re rû bi rû ye.
Fermana valakirinê rê li ber deriyê koçberiyê vekir
Berfirehkirina fermanên valakirinê ji aliyê Îsraîlê ve li başûrê Lubnanê bûye sedema pêlên mezin ên koçberiyê, ku bûye sedema zêdebûna zextê li ser xizmetên bingehîn û civakên herêmî yên jixwe qels in. Li gorî nûnerê Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê, tê texmînkirin ku qerebalixiya li stargeh û malan, digel belavbûna nexweşiyan, têkçûna xizmetên tenduristiyê yên rûtîn û zêdebûna barê nexweşiyên kronîk, asta xetereyên tenduristiya giştî li deverên bandordar bilind bike.
14 karmendên tenduristiyê jiyana xwe ji dest dane
Raporan destnîşan kirin ku êrîşên li ser navendên tenduristiyê bûne sedema mirina 14 karmendên tenduristiyê û birîndarbûna 24 kesên din, her wiha zirara ku gihîştiye 56 navendên tenduristiyê, rewşa mirovî hê aloztir kirine û şiyana sîstema tenduristiyê ya bersivdayînê lawaz kirine.
Zêdebûna êrîşan bandorê li jîngehê dike
Berdevkê Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê, balkişand ser zêdebûna metirsiyên jîngehê li Rojhilata Navîn li hember rageşiyên berdewam û tekez kir ku êrîşên li ser tesîsên depoyên petrolê û rafineriyên li Îranê, bûne sedema şewatên berfireh ku bûne sedema xirabûnek cidî ya kalîteya hewayê. Êrîşên ku li Behrêyn û Erebistana Siûdî binesaziya petrolê hedef digirin, fikaran li ser berfirehbûna qirêjiya jîngehê li herêmê zêde dikin, ku dê bandorek neyînî li tenduristiya giştî û jîngehê bike.
570 kes ji ber êrîşan hatine kuştin
Yekîneya Rêvebiriya Rîska Karesatan a Ofîsa Serokwezîrê Lubnanê di rapora xwe ya rojane de ragihand ku hejmara mexdûrên êrîşên Îsraîlê yên li ser Lubnanê gihîştiye 570 kesan, hezar û 444 kes jî birîndar bûne û destnîşan kir ku êrîşên berdewam dibin sedema windahiyên mirovî yên berfireh û zirarên li binesaziyê û xizmetguzariyên bingehîn.
Nêzî 800 hezar kes ji warên xwe koçber bûne
Raporê bal kişand ser hejmara kesên koçber ên ku li gel rayedaran qeydkirî ne, ku gihîştiye 759 hezar û 300 kesan, di nav wan de zêdetirî 122 hezar kes di stargehên fermî yên ku ji aliyê hikûmetê ve têne çavdêrîkirin de ne. Rayedaran mîna Bajarê Sporê yê Beyrûtê, dibistan û tesîsên giştî veguherandin stargehên ji bo koçberan.
Berfirehbûna şer aloziyê kûrtir dike
Berfirehbûna şer li Rojhilata Navîn piştî ku alozî gihîşt nav xwe û Lubnanê jî, bûyer ber bi aliyekî aloztir ve bir. Ev yek piştî ku Îsraîl û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê di 28’ê Sibatê de dest bi operasyoneke leşkerî kirin û êrîşî Îranê kirin, ku di encamê de bi sedan kes mirin, pêk hat.
Piştî ku Hizbullah di roja yekem a êrîşên Amerîkî-Îsraîlî de wek bersiva kuştina Xamaneyî mûşek avêt Îsraîlê, şer belavî Lubnanê bû. Ji wê demê ve, Îsraîl bi êrîşên berfireh ên li ser çend deverên Lubnanê re, digel êrîşên li ser başûr berdewam dike. Ev yek gefê li firehkirina çembera pevçûnê û girankirina bandorên wê yên mirovî û ewlehiyê dixwe.