Komeleya Jinên Îraqê 74 saliya xwe pîroz kir
Komeleya Jinên Îraqê salvegera damezrandina xwe ya 74’emîn bi civînekê pîroz kir. Jinan behsa astengiyên li pêşiya karê xwe kirin û dan zanînin ku dê têkoşîna wan ya ji bo civakek dadperwer ku wekhevî û rûmeta jinan mîsoger dike, bidome.
RECAA HEMÎD REŞÎD
Îraq – Komeleya Jinên Îraqê di 10’ê Adarê de bi rûniştinekê salvegera damezrandina xwe ya 74’emîn pîroz kir. Jinan diyar kirin ku dê têkoşîna wan a ji bo civakeke dadperwer ku wekhevî û rûmeta jinan mÎsoger dike û nirxên demokratîk û edaleta civakî bipêş dixe bidome.
Di civînê de, astengiyên sereke yên dîroka civakê û rola jinan a pêşeng di tevgerên jinan û yên neteweyî yên Îraqî de, her wiha beşdariya wan di parastin û bihêzkirina jinan de di qonaxên cûda yên dîroka Îraqê ya nûjen de hatin nîqaşkirin.
‘Jin bûne dengê wêrek ê têkoşîna jinên Îraqê’
Sekretera Dezgaha Jinên Îraqê Şamîran Marûkî Odîşo, di axaftina xwe de diyar kir ku 10’ê Adarê di dîroka wan de çavkaniya serbilindî û rûmetê ye. Şamîran ragihand ku komele di sala 1952’an de di dilê jinên Îraqê û daxwaza ji bo azadî, daperwerî û wekheviyê hatiye demazrandin. Şamîran da zanîn ku di nava 74 salên borî de, xebatek demdirêj û berbiçav di parastina mafê jinan û kerameta mirovan de domandine û wiha got: “Komele di şert û mercên siyasî û civakî yên dijwar de hate damezrandin. Dema ku komek jinên pêşeng li hev kom bûn, ji bo damezrandina rêxistina gelan ku hewla bilindkirina hişyariya jinan û bilindkirina beşdariya jinan hatin cem hev. Ji bo damezrandina rêxistina gel ku hewl dide hişyariya jinan û beşdariya wan di jiyana giştî de bilind bike. Ji wê demê ve bûye dengek wêrek ê têkoşîna jinên Îraqê û daxwazkirina mafan.”
‘Jinan tevî hemû zoriyan çalakiyên xwe domandin’
Şamîran Marûkî Odîşo da zanîn ku komele di salên 1950’an de di hişyarkirina jinan de roleke girîng lîstiye û piştî şoreşa 14’ê Tîrmeha 1958’an, beşdarî xurtkirina destkeftiyên qanûnî yên jinan bûye. Şamîran ragihand ku komele bi taybetî ya herî diyar di derxistina Zagona Rewşa Kesane ya 188 a 1959’an de xwedî rolek berbiçav bûye û wiha domand: “Di deh salên piştre de, komele di bin rejîmên serdest de rastî qonaxên tepesandin û zilmê hat. Endam hatin girtin û sirgûnkirin. Tevî vê yekê jî jinan çalakiyên xwe yên di hundir û derveyî Îraqê de domandin. Êşên jinên Îraqî di salên sirgûniyê de gihand forumên navneteweyî. Dîroka Komeleya Jinên Îraqê nûnertiya beşek girîng ê dîroka tevgerên jinan û neteweyî li Îraqê dike. Her wiha, pabendbûna xwe ji bo berdewamiya têkoşîna ji bo civakek dadperwer ku wekhevî û rûmeta jinan mîsoger dike nû kir.”
‘Çalakiyên siyasî bi salan domand’
Çalakvan Nîzal Tuma jî besha biyografiya Dr. Basîna Şerîf kir û wiha got: “Dr. Basîna Şerîf di tevgera jinan û demokrasiyê ya Îraqê de kesayetek girîng û serokeke çalak a Komeleya Mafên Jinan a Îraqê ya wê demê ku bi veşatî xebat dikir. Dr. Basîna, çalakiyên siyasî û civakî bi dehan salan domand û di wê demê de rastî girtin, sirgûn û windakirina hevjînê xwe bi îşkenceyê hat û her wiha xebata xwe domand. Di Mijdara 2018’an de jiyana xwe ji dest da û komeleyê ji bo rêzgirtina li têkoşîna wê ya demdirêj, merasîmek bîranînê li dar xist.”
Çalakvan û Endema Dêrîn ya komeleyê Safîra Cemîl Hafez, behsa girîngiya wekhevî û dadperweriyê kir û wiha got: “Pêwîstî bi jiyaneke bê cudakariya li ser bingeha nijad, reng an olî heye. Her wiha mafê herkesê yê jiyana bi keramet heye, em hewl didin jiyanek wekhev û dadperwerane ji bo me hemûyan hebe.”
Çalakvana siyasî Kîfah Sûdanî bal kişand ser rola Majia Saada ya di çalakiyên komeleyê de ku ji destpêka damezrandinê ve lidar xistiye. Kîfah Sûdanî diyar kir ku xebata wê li bajar, gund û deverên gundewarî belav bûye. Her wiha behsa rola berbiçav a bijîşk Nezîhe Delîmî di piştevanîkirina jinan a bi rêya çalakiyên civakî û mirovatiyê de kir.
‘Pêwendiyên berfireh danîne’
Xeyal Cewherî got ku komele bê cûdahî hemû jinên Îraqî dihewîne û armancên wê yên herî eşkere ew in ku serxwebûna neteweyî bi dest bixin û prensîbên edalet û mafên jin û zarokan biparêzin. Xeyal Cewherî wiha got: “Ji destpêka damezrandinê, ji bo avakirina pêwendiyên berfireh li gel tevgerên jinên Ereb û Navneteweyî xebat dane meşandin. Pîrozkirina vê rojê rêzdayinek ji bo berxwedan û beşdariya neteweyî û mirovî ye.” Xeyal her wiha îşaret bi beşdarîkirina civakê di Federasyona Navneteweyî ya Jinan û beşdarkirina mezinkirina dengê jinên Îraqê û danustandinên pisporî li gel rêxistinên din ên jinan kir.