Bi wesîleya Serhildana 12’ê Adarê li Hesekê daxuyanî hat dayîn

Meclîsa Bajarê Hesekê bi daxuyaniyek serhildana 12’ê Adarê bi bîr anî û tekez kir ku serhildan bûye bingeha têkçûna rejîma Beasê.

Hesekê – Meclîsa Bajarê Hesekê ji bo bîranîna şehîdên serhildana 12’ê Adarê ku bû bingeha destpêkirina Şoreşa Rojava, daxuyaniyek da. Endamên saziyên sivîl û leşkerî, endamên komînan û partiyên siyasî beşdarî daxuyaniyê bûn. Daxuyanî ji aliyê hevserokê Meclîsa Bajarê Hesekê Farûk Touzou ve li çerxeriya Kevokê hate dayîn.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:

“Serhildana 12’ê Adarê ji bo gelê Kurd rojeke dîrokî ye. Di wê bûyerê de planeke qirêj ji aliyê rejîma Beasê ve hat amadekirin, xwest tevliheviyê di navbera Kurd û Ereban derxe. Bûyerên xwînî yên wê demê ji bo rayedarên sûcdar ên ku fermana qirkirina wan sivîlên bêçek dan nebû ders. Di şûna wê de, wan di zulma xwe de îsrar kirin, êrîşê xwepêşanderên bajarê Hesekê kirin û girseyan teşwîq kirin ku dikanan talan bikin. Ketin mala dizî kirine û xwestin milkên Kurdan desteser bikin. Armanca wan ew bû ku di navbera civakên cuda de nakokiyan çêbikin, şerê mezhebî gur bikin û rewşê weke derfet bi kar bînin. Digotin qey dikarin hêrsa Kurdan a ku li Kobanî, Heleb, Şam û heta zanîngeh û enstîtuyan li seranserê Sûriyeyê belav bûbû, bitepisînin.

‘Em Sûriyeya ku her kes bi wekhevî û hevgirtin bijî dixwazin’

Riya ku bi saya serhildana ciwanên Kurd vebû, her çû berfireh bû veguherî bingeha şoreşê. Niha piştî bîst û du salan, bûyerên ku diqewimin û guhertinên ku çêdibin nîşan didin ku polîtîkayên zilm, zordarî û neheqiyê têk çûne. Em li benda bihareke nû ne, bê zilm û neheqî. Em Sûriyeya ku ku her kes bi evîn, edalet, giyanê hevkarî û baweriya bi wekhevî û hevgirtinê beşdarî avakirina wê bibe dixwazin.

Daxuyanî bi dirûşma “Bijî berxwedan” bi dawî bû.