Di şerên li Rohilata Navîn de zêdeyî 1.100 zarok hatine kuştin û birîndar bûne
Li gorî rapora UNICEF’ê, di encama zêdebûna şer û tunduya li Rojhilata Navîn de zêdetirî 1.100 zarok hatine kuştin an jî birîndar bûne. Ji wan 200 zarok li Îranê, 91 zarok li Lubnanê, 4 zarok li Îsraîlê û zarokek li Kuweytê hatine kuştin.
Navenda Nûçeyan – Fona Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) di rapora weşand de diyar kir ku piştî 10 rojên dijwarbûna şerê li Rojhilata Navîn, li herêmê rewşa bi milyonan zarokan di asta krîtîk de ye.
Li gorî raporê, ji 9’ê Sibatê ve heta niha ji ber dijwariya şer û tundiya li Rojhilata Navîn zêdeyî 1.100 zarokan jiyana xwe ji dest dane, birîndar bûne. Ji wan 200 li Îranê, 91 li Lubnanê, 4 li Îsraîlê û yek jî li Kuweytê. Tê payîn ku bi domandina şer re, ev hejmar dê zêdetir bibe.
UNICEF’ê, destnîşan kir ku ji ber êrîşên didomin, bi milyonan zarok ji dibistanê bêpar mane û bi sedhezaran zarok ji ber êrîşan koçber bûne. Binesaziya nexweşxane, dibistan û avê zirarê dîtine an jî bi temamî wêran bûne.
UNICEF’ê, tekez kir ku tu hincet kuştin û birîndarkirina zarokan an jî astengkirina xizmetên bingehîn rewa nake. Her wiha binpêkirinên mafên zarokan di şerên çekdarî de tê wateya binpêkirinên qanûnên navneteweyî.
Rêxistinê bang li aliyên şer kir ku di zûtirîn demê de şer bi dawî bikin û dest bi muzakereyan bikin her wiha bi taybetî zarok, ji bo sivîl ziyanê nebînin hemû tedbîr werin girtin.
UNICEF’ê hişyarî da ku 200 milyon zarok li Rojhilata Navîn hewceyî mudaxeleya lezgîn a cîhanî ne.