‘Werin em Newroza vê salê bikin Newroza Azadî û Yekîtiyê’

Meclîsên Binarê Qendîlê ji bo Newroza îsal bang li gelê Kurdistanê kirin ku bi cil û bergên Kurdî û bi rihê berxwedanê beşdarî Newroza Qendîlê bibin. Meclîsan xwest ku ev Newroz bibe wesîlya azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan.

Qendîl  – Binarê Qendîlê-Duh, bi pêşengiya Meclîsa Jinên Binarê Qendîlê û Meclîsa Gel, bi beşdariya hevserokatiya şaredariyê, hin çalakvanan û gelê herêmê, ji bo Newroza 2026’an daxuyaniyek hevpar da.

Daxuyanî ji aliyê Hevseroka Meclîsa Gel a Binarê Qendîlê Lavan Mustafa ve hat xwendin. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku Newroza îsal li Qendîlê bi slogana “Rêbertiya azad û yekîtiya demokratîk a Kurdan” dê were pîrozkirin. Lavan Mustafa ragihand ku daxuyanî û li ser navê cangoriyên berxwedana Rojavayê Kurdistanê Ehmed Hêmin Kerkukî ji bo rihê hemû şehîdên şoreşa jinan û Kurdistanê tê pêşkêşkirin.

‘Dema inkara gelê me niha bi dawî bûye’

Lavan Mustafa bal kişand ser girîngiya dîrokî ya Newrozê û wateya Newroza îsal. Lavan bi bîr xist ku Newroz di dîroka Kurdan û gelên herêmê de sembola serkeftina iradeya gel a li dijî Dehakên zordar e û wiha domand: “Ji bo zindîkirina vê kevneşopiya dîrokî, Kawayê dema me Şehîd Mazlûm Dogan bi diruşmeya “Berxwedan jiyan e” vîna gelê Kurd derxist asta herî bilind. Ji ber vê yekê şahiya Newroza Qendîlê ku avahiya berxwedanê ye tê lidarxistin, ji bo dost û dijminan peyameke watedar e: Dema inkara gelê me bi dawî bûye û karwana azadî û aştiyê bihêztir dest pê dike.”

Banga ‘Bi cil û bergên rengîn beşdar bin’

Lavan Mustafa destnîşan kir ku Qendîl ji aliyê jeopolîtîk û jeokulturî ve navendeke pir girîng e û da zanîn ji ber vê yekê dixwazin Newroz ji Qendîlê ve bibe bersiveke siyasî ya li dijî şerê bêdawî yê faşîzmê. Lavan bang li ciwanên Kurd kir ku bi cil û bergên kevneşopî û rengîn beşdarî şahiyê bibin da ku bi germahiya rihê Newrozê, sînor û hevpemaniya Sykes Pîcot ku Kurdistan perçe kiriye, têk bibin. Lavan Mustafa piştre bernameya Newroza Binarê Qendîlê wiha aşkera kir:

Bernameya şahiyê
Komîteya amadekar ragihand ku şahî dê di 20 û 21’ê Adarê de li Binarê Qendîlê bi vî awayî bê pîrozkirin.
Êvara 20’ê Adarê:Agirê Newrozê bê vêxistin û bi pêşengiya ciwanan meşa bi meşeleyan ber bi çiya ve biçin. Piştre li ser gorên cangoriyan find bên pêxistin.

21’ê Adarê:

Bi beşdariya gelek hunermend û komên çand û hunerê, pîrozbahiya Newrozê li qada Newrozê ya Binarê Qendîlê were lidarxistin.

‘Werin em Newroza îsal bikin Newroza yekîtiya netewî’

Di dawiya daxuyaniyê de Lavan Mustafa ev bang kir: “Em bang li hemû gelê xwe û jinên azadîxwaz dikin; Werin em Newroza îsal, bikin Newroza yekîtiya netewî û azadiya fizîkî ya Rêber Apo. Bi hêviyeke mezin em li benda beşdariya milyonan a Newroza azadiyê ne.”