rojane
-

Hejmara nû ya Kovara Jinê hat weşandin
Hejmara 126'emîn a Kovara Jinê bi berga "Zaroktiya di Qada Bêcezahiştin û Pevçûnê de" hate weşandin.
-

Ji rojnamegeran li dijî gotinên nefretê kampanyaya îmzeyan
Hevseroka Yekîtiya Ragihandina Azad Evîn Îbrahîm redkirina xwe ya bikaranîna platformên medyayê weke rêbazek ji bo handan an belavkirina nefretê anî ziman û got: "Li dijî gotinên nefret û dabeşbûna civakê kampanyaya îmzeyan destpê kir."
-

Bi pirtûka xwe li ser bandorên sergo yên li ser jîngehê sekinî
Endama Zanîngeha Raperîn û nivîskara pirtûka “Erdnîgariya Xizmetê” Fatma Qadîr, bi pirtûka xwe balê dikşîne ser pirsgirêkên jîngehî.
-

Jinên Efrînî dixwazin bi azadî vegerin bajarê xwe yê
Jinên koçber ên Efrîna dagirkirî ku li kampên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dimînin, daxwaz kirin ku tevî peymanên dikevin meriyetê jî vegera koçberan bi ewle nabe dosya tenê weke mohrek li ser kaxezê maye.
-

Li Xezayê jin li navendên spartinê bi tacîzê re rûbirû dimînin
Li Xezayê jin li navendên spartinê ku neçar dimînin li cihekî teng bi hejmarekî zêde bimînin, bi tacîzê re rûbirû dimîn. Esma Mihemed a ku ji aliyê birayê hevjînê xwe ve rastî tacîzê hatiye qala zehmetiyên ku jiyaye, kir.
-

Jinên Kobanê: Em ji bo alîkariya Suweydayê amade ne
Endama Mala Jinê û bijîşkên li Kobanê, destnîşan kirin ku li Suweydayê şerekî navxweyî yê derbasî asta sûcên şer bûye tê jiyîn û dan zanîn ku ji bo alîkarî û piştevaniya bi her awayî amade ne.
-

Ji bo Nergîs Muhamedî û girtiyên din bang
Buroya Karûbarên Rojhilata Nêzîk ragihand ku rejîma Îranê zextê li girtiya siyasî Nergîs Mihemedî û girtiyên siyasî dike û got: “Divê Îran dawî li tundiyê bîne hemû girtiyan azad bike.”
-

Êrişên çeteyên cîhadîst li ser Suweydayê didomin
Li Bajarê Suweydayê aloziyên ewlehiyê, ji ber bombebaranên komên çete yên girêdayî cîhadîstên HTŞ’ê û bêewlehî û nebûna çavdêriya ewlehiyê an jî mudaxeleyek navneteweyî, wek encama binpêkirina agirbestê xirabtir dibe.
-

Çalakvanên Mexmûrê: Şertê me azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye
Çalakiya Nobetê ya li wargeha penaberan a Mexmûrê ku ji bo mîsogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin, du sal li pey xwe hişt. Çalakî bi dewirgirtina koma 144’emîn, di roja 738’an de didome.
-

Li Xezayê pitik ji birçîbûnê jiyana xwe ji dest didin
Li Xezayê ku birçîbûn vediguhere karesatekî mezin, pitikek din jî ji birçîbûnê jiyana xwe ji dest da. Hejmara pitikên ku ji duh ve ji ber birçîbûnê jiyana xwe ji dest dan bû 3.
-

TAJÊ ji jinên Rojhilata Navîn û Bakurê Efrîqayê re name şand
Komîteya Dîplomasî ya TAJÊ ji 113 kesayet, rêxistin û saziyên jinan ên Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîqayê re derbarê jenosîdê de name û dosya şand
-

UNHCR: Ji 13’ê Tîrmehê ve 176 hezar kes ji Suweydayê koçber bûne
Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî (UNHCR), ragihand ku ji 13’ê Tîrmehê ve ji ber êrişan 176 hezar kes ji Suweydayê ber bi Deraa û gundewarên Şamê ve koçber bûne.
-

Xizmên Windayan aqûbeta Mehmet Yildiz pirsîn
ÎHD û Xizmên Windayan, di çalakiya xwe ya vê hefteyê de aqûbeta Mehmet Yildiz ku di sala 1994’an de hatî windakirin pirsîn.
-

Ji ber qedexeya dermankirinê rewşa Werîşe Mûradî nebaş dibe
Kampanyaya ji "Werîşe Mûradî re azadî" bal kişand ser rewşa tendirustiya Werîşe Mûradî ya ber bi xirabûnê ve diçe û hat ragihandin ku piştî ji Girtîgeha Evînê sewqê Girtîgha Qereçakê kirine, nayê dermankirin.
-

Dayîkên Şemiyê di hefteya hezar û 61’an de li Qada Galatasarayê ne
Dayikên Şemiyê di hefteya hezar û 61’an a çalakiya xwe de aqûbeta Suleyman Cîhanê ku berî 44 salan di bin çavan de hatibû windakirin pirsîn û daxwaza cezakirina kiryarên wî kirin.
-

Dadweriya Îranê çalakvana sivîl bi kefaleta demkî berda
Di doza çalakvana sivîl Ferîba Huseynî de pêşketinek nû çêbû. Dema li bendê bûn ku pêvajoya darizandinê li girtîgeha Adelabad a li baajrê Şîraz temam bibe, bi kefaleta demkî hat berdan.
-

Şandeya Îmraliyê piştî hevdîtina bi Abdullah Ocalan re daxuyanî da
Şandeya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), piştî hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Girtîgeha Îmraliyê re, daxuyanî da.
-

Li Rojhilat jin bi fikar in: Şerekî bêdeng û wêrankertir didome
Jinên ji Rojhilatê Kurdistanê dibêjin: “Eger mirov fikar, streseke psîkolojîk, xizanî, bêewlehiya derûnî û bêbaweriyê biceribînin, di rewşekê de jî ku dengê çekan nayê, ev tê wê wateyê ku şer hîn jî berdewam dike. Şerekî bêdeng, lê wêrankertir.”
-

Suweyda naşikê: Dizane kî ye û çima şer dike – GOTAR
Suweyda naşikê. Dibe ku were dorpêçkirin, bibe hedef lê tu carî naşikê lewre dizane kî ye û çima şer dike.
-

Ji Dêrazorê piştgiriya jinan ji bo banga Abdullah Ocalan
Hatîce el-Ebdullah ku yek ji jinên Dêrazorê ku piştgirî dan banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e, destnîşan kir ku ji bo aştiya rastîn, gavên berbiçav, hesabpirsîna bi rabirdûyê re û garantiyên ji bo pêşerojê hewce dike.