Avahiya Ronahî TV bi tevahî şewitî
Di avahiya navendî ya Ronahî TV’yê ya li Qamişloyê de agirê ku nayê zanîn ji ku derketiye, bû sedema zirarên madî.
Navenda Nûçeyan – Di saetên sibehê de di avahiya Ronahî TV ya li bajarê Qamişloyê de, agir derket. Hat ragihandin ku agir di stûdyoya sereke ku li wir xebatên weşanê tên meşandin de dest pê kiriye û tavilê li odeya rejiyê, her wiha deverên ku alavên teknîkî tê de hene, belav bûye. Ji ber ku di wan saetan de kes li avahiyê tunebû, tişt bi kesî nebû.
Ji ber agir, di stûdyo û oda rejiyê de zirarên madî yên giran çêbûn. Di demê şewatê de weşana zindî ya kanalê bi demkî rawestiya.
Piştî ku tîmên agirkujiyê gihîştin cihê bûyerê, agir hate kontrolkirin. Piştî bûyerê, tîm li avahiyê dest bi lêkolînê kirin
Piştre, Rêveberiya Ronahî TV daxuyanî da û diyar kir ku agir ji ber ceyranê derketiye.