‘Peyamên Abdullah Ocalan ji bo jinan berpirsiyariyan nû dikin’
Aktîvîsta Tevgera Jinen Azad (TJA) Hêvîdar Bayer diyar kir ku peyamên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo jinan di berxwedanê de berpirsyariyên nû tîne û got: “Emê bi mezinkirina tekoşînê, van berpirsyariyan bi cih bînin.”
MEMÎHAN HILBÎN ZEYDAN
Wan – Jinan di çarçoveya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê de bi çalakî û xebatan hefteyek tije berxwedan li pey xwe hiştin. Di vê çarçoveyê de Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî peyamek ji bo jinan şand.
Abdullah Ocalan di peyama xwe de wiha got: “Pirsgirêka azadiya jinê, pirsgirêkek navendî û herî girîng a îro ye. Şerta bingehîn a gihîştina civaka demokratîk û sosyalîstbûnê ew e ku bi jinê re têkiliyek demokratîk, wekhev û azad were avakirin. Jin çavkaniya bingehîn a jiyanê ye. Em dibêjin ‘Jin, Jiyan, Azadî’. Avakarên rastîn ên aştiyê, jin in.”
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan destnîşan kir ku aşîtî û demokrasî dikare bi destê jinan were pêk anîn û jiyana nû jî dikare bi komûnbûna jinan were avakirin. Ji 27’ê Sibata 2025’an ve Abdullah Ocalan ji bo jinan gelek peyam şandin. Jinan jî bi girtina berpirsyariya pêşengiya “Aştî û Civaka Demokratîk”, bersiv dan van peyaman.
‘Jin li ser hin daxwazên hevpar li meydanan li hev civiyan’
Jinên Kurd di 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê de, li gel daxwaza azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan ku azadiya jinan bipêş dixe, li dijî kûştina jinan, tundî û îstismaran dengê xwe bilind kirin. Aktîvista Tevgera Jinên Azad (TJA) Hêvîdar Bayer got ku jin li ser hin daxwazên hevpar li meydanan li hev civiyane. Hêvîdar Bayer daxwazên jinan rêz kirin û wiha got: “Bikaranîna polîtîkayên li dijî şer, îstismar û tundiyê û di çarçoveya pêvajoya ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ de, peydakirina azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan.”
‘Baweriya me bi aştiyê temam e’
Hêvîdar Bayer got:“Di 8’ê Adarê de jin bi ruhê ku aştiyê dixwazin herikîn qadan. Li qad û meydanan baweriya bi aştiyê hebû , her çendî ji aliyê dewletê ve gava konkret nehatibe avêtin jî, Nebûna gava konkret ji aliyê dewletê ve pirsgirêkan diafirîne. Lê em jin hîn jî hêvî û baweriya me bi aştiyê temam e.”
‘Rêberê Gelê Kurd herî zêde balê dikşîne ser azadiya jinan’
Hêvîdar Bayer bi peyamên Abdullah Ocalan ên ku beriya 8’ê Adarê daye û yên ku piştî 8’ê Adarê daye, axaftina xwe domand. Hêvîdar got “Tiştê ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jê re dibêje ‘Şoreşa jinan’, ne tenê parastina mafên jinan e. Ew guherîna civakê, çandê, siyasetê û avahiya malbatê ye. Di peyaman de herî zêde balê dikşîne ser azadiya jinan. Ji ber ku dema azadiya jinê pêk tê, civak jî diguhere. Peyama dawî ya ku di 8’ê Adarê de ji bo jinan şand jî, di derbarê pêkanîna azadiya jinê û rola sereke ya jinê di têkoşîna siyasî û guherîna civakî de bû.”
‘Divê hevkarî û piştgiriya jinan bê xurtkirin’
Hêvîdar Bayer anî ziman ku ji bo bersiva peyamên Rêberê Gelê Kurd bê dayîn, rêxistina jinan pir girîng e û wiha domand: “Divê em bi rêxistin, zanîn û bi xurtkirina piştgiriya jinan bikin. Wek jin em li ser van mijaran nîqaş dikin. Baweriya me heye ku em dikarin jî. Li ser vê yekê dixebitin ku ‘Em dikarin çiqas bighîjin jinan û çawa azadî û tekoşînê ji wan re şirove bikin.’ Ji nuqteya ku pêvajo gihîştiye heta manîfestoyê divê hemû tişt ji bo jinan were vegotin pêşve biçin. Tenê bi vî awayî em dikarin tora tekoşînê berfireh bikin.”
Ji nû ve zindîbûna jinan
Hêvîdar Bayer diyar kir ku jin pêşengên têkoşîna ji bo Aştî û Civaka Demokratîk in û wiha got:“Jin vê tekoşînê digirin ser milên xwe. Di gel ku hezar salan îstismar li ser jinan hatiye kirin jî, îro jin di pêvajoyek dîrokî de wekî aktorên sereke derdikevin. Bi hişmendiya jinê re zindîbûnek, ji nû ve jidayîkbûnek çêbû. Me ev berxwedan li Kobanê pir zelal dît.”
Di dawiyê de Hêvîdar Bayer diyar kir ku her peyama ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocelan ve tê şandin, heyecan dide û nirxandinên xwe wiha bidawî kir: “Ji ber vê yekê li ser milên jinan barên giran hene. Em ê vî barî veguherînin berpirsyariyê û bi mezinkirina tekoşînê wê berpirsyariyan bicih bîne.