Zelîxa Muslum a Reqayî 12 jin û 13 zarokên Êzidî ji DAIŞ'ê rizgar kir
Zelîxa Muslim a ji kantona Reqayê ye, bûye şahidê kiryarên DAIŞ’ê yên li dijî jinên Êzidî yên dîl li herêmê. Wê bi îsrar û tevî xeteran 12 jinên Êzidî û 13 zarokan ji DAIŞ’ê rizgar kir.

SÎLVA EL-ÎBRAHÎM
Reqa – Bi belavbûna DAIŞ’ê li seranserê Sûriye û Iraqê, kantona Reqayê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê weke paytexta xîlafeta xwe, îlan kir. Her wiha ji ber ku ji hêla erdnîgarî ve di navenda deverên ku kontrol dikir de bû, meydanên bajarê Reqayê şahidiya sûcên ku ji hêla DAIŞ'ê ve hatine kirin, dikir û jinên Êzidî yên ku di 3'ê Tebaxa 2014'an de bi komkujiyan re man hatin revandin û wan ber bi Reqayê ve birin.
Zelîxa Muslim tevî xetera mirinê jî hewl da jinên Êzidî ji destên DAIŞ’ê rizgar bike. Zelîxa Muslêm komkujiyên ku li peravên Sûriye û li Suweydayê hatine kirin weke berdewamiya zihniyeta DAIŞ'ê nirxand.
Zelîxa Muslim a ku ji niştecihên katona Reqayê ye, di serdema DAIŞ'ê de jiyaye û bûye şahida sûcên ku hatine kirine. Zelîxa Muslêm dibêje ku piştî jenosîda dîtne, jinên Şengalê bûne serhildêr û pêşeng di rêvebirin, rêxistinkirin û parastina civaka xwe de.
DAIŞ û rêbazên wê yên kuştina jinan
Zelîxa Muslim di destpêka gotinên xwe de bal kişand ser jiyana di serdema DAIŞ’ê de ya li herêmê û got: "DAIŞ’ê gelek zagonên kêfî li ser bingeha tundrewiya olî li ser bajêr ferz kir û jinan herî zêde êş ji vê yekê kişandin. Komên jinan ên taybet hebûn ku ji wan re digotin ‘Hisbe.’ Erka wan ew bû ku jinan bişopînin û dema ku tiştek ne li gorî quralên xwe bibînin wan qamçî bikin.”
Zelîxa Muslim şahidiya du rewşên îşkencekirina jinan kiriye. Yek ji wan jinek ji ber ku çavên xwe ji bin cilên reş derxist pêncî caran hat qamçîkirin û cezayê pere lê hat birîn. Ya din jî cîrana wê bû, DAIŞ’ê dema ku dîtibû di vegera ji bijîkj de şîr dide zaroka xwe ya nexweş, tevî ku bedena wê xuya nekiribû jî niyeta wan ew bû ku zirarê bidin wê. Ji ber vê yekê wan du vebijark dan pêşiya wê, qamçîkirin an jî gezkirin. Ji ber ku cîrana wê cezayê gezkirinê nizanibû, gezkirinê hilbijart. Difikirî ku tundiya wê kêmtir e. Lê cezayê gezkirinê perçeyek hesin bû bi şiklê çeneya mirov bû wan li ser singa wê ya çepê, li cihê ku dil lê bû, pêl kirin heta ku jiyana xwe ji dest da.
Zelîxa û rêwîtiya wê ya ji bo rizgarkirina jinên Êzîdî
Zelîxa Muslim destnîşan kir ku di 3'ê Tebaxa 2014'an de dema komkujiya DAIŞ'ê ya li ser civaka Êzidî ya li Şengalê, DAIŞ’ê jinên Êzidî yên revandî dianîn kantona Reqayê, wan weke kole li bazara koleyan difirotin. Zelîxa Muslim diyar kir ku DAIŞ’ê jinên Êzidî dibirin dibistanekê û kom bi kom dibirin zindanê, li wir ew bi pereyên dolarên Amerîkî difirotin emîrên DAIŞ'ê. Zelîxa li hemberî binpêkirinên ku DAIŞ’ê li dijî jinên Êzidî dikir bê tevger nema, jiyana xwe xist xeterê da ku rastiya DAIŞ’ê li ser wan ferz dikir biguherîne.
Zelîxa wiha dibêje: "Dema ku DAIŞ’ê Reqa girt bin kontrola xwe, dest bi ketina malên cîranên me yên li taxa ku lê dijiyam kirin. Min hewl da bi wan re têkilî daynim da ku cihên jinên Êzidî bibînim û bi alîkariya hevjînê xwe ez bi ser ketim. Bi wî awayê min du jinên Êzidî û zarokên wan ji malên DAIŞ rizgar kirin."
Bîranîna reş a jinên Êzidî
Zelîxa Muslim diyar kir ku jinek Êzidî ya ku wê azad kiriye jê re behsa çîroka xwe kiriye û wiha gotiye: "Di dema komkujiyê de, hinek ji me hatin kuştin, ên din çûn çiya û çolê, em hatin revandin û mebirin Reqayê û avêtin zindanê. Bi şev, deriyê zindanê hat vekirin û emîr çû hucreyê û bi destên xwe nîşanî min da. Wî ji min xwest ku bi tevahî cilên xwe derxim da ku bikaribe min bikire. Wan laşê min li dijî daxwaza min tazî kirin û piştî wê wî ez kirîm. Ez 15 rojan li cem wî mam, piştî wê firotim emîrekî din, ku berê jin û zarokên wî hebûn. Şîdeta fizîkî û psîkolojîk li min dikir û her şev rastî destdirêjê dihatim. 4 mehan li cem wî mam û dûre wî xwest bi min re bizewice. Biryar da ku ji min re xizmetkarek bîne. Dema ku wî xizmetkarek anî, ez matmayî mam, min dît ew meta min û her du zarokên wê ne. Dûre wî emîrê li Til Temirê di dema komkujiyên li dijî Ermeniyan de hat kuştin."
Zelîxa Muslim bi hevjînê xwe re van herdu Êzidiyan ji kantona Reqayê derxistin û birin deverên ku wê demê di bin parastina Yekîneyên Parastina Jin û gel de bûn, paşê du jinên din jî azad kirin.
Îsrara xwe tevî hemû xeteran berdewam kir
Hevalên Zelîxa Muslim ên ku beşdarî operasyona rizgarkirina jinên Êzidî bûbûn hatin girtin û gef li wan xwarin. DAIŞ’ê Zelîxa û hevjînê wê şopandin lê ew bi îsrar bûn jinên Êzidî ji destên DAIŞ’ê rizgar bikin. Di demek kurt de, 12 jin û nêzî 13 zarokên Êzidî azad kirin. Piştre DAIŞ’ê ferman da ku hemû Kurd ji Reqayê werin derxistin. Ew û hevjînê xwe ber bi Kobanê ve çûn û dû re jî ber bi Serêkaniye ve çûn.
Lîstokgeha Reş veguheriye cihê kêfxweşî û şahiyan
DAIŞ'ê stadyûma şaredariyê weke zindanek bi kar anî û di bin trûbeyên stadyûmê de zindanek ji bo jinên Êzidî hebû. Şopên îşkenceyê û rêbazên wê hê jî şahidiya hovîtiya DAIŞ'ê dikin. Di heman demê de çerxeriya Naîm cihê ku darvekirin lê dihatin kirin bû. Niha, stadyuma şaredariyê weke cihekî ku şahî û bextewarî tê lidarxistin e. Hemû bûyerên neteweyî li wir tên lidarxistin. Weke salvegera rizgarkirina kantona Reqayê, Cejna Newrozê û Roja Jinan a Cîhanî. Ev jî weke bersiva salên tarîtiyê ye. Di dema kontrola DAIŞ de, stadyûm weke Stadyuma Reş dihat nasîn.
Heman zihniyet Elewî û Durziyan jî hedef digre
Zelîxa Muslim asta pêşketina ku jinên Êzidî piştî jenosîda li dijî wan pêk hat gihîştine wiha got: "Îro, jinên Êzidî di warê rêxistin, parastin û xweparastinê de bûne şoreşger û pêşeng. Komkujiyên ku li dijî mezhebên Durzî û Elewî li Suweyda û peravên Sûriyeyê hatine kirin, dişibin komkujiya Şengalê. Ji ber ku heman zihniyet e li ser bingeha heman ol û mezhebê vê yekê dikin. Bi taybetî sûcên kuştin û darvekirina meydanî yên li dijî zarok û jinan."