Jinên Suweydayê ji bo xwe daxwaza federalîzmê kirin
Di nava trajediya Suweydayê de, jin weke pêşeng derketin holê, bêdengiyê red kirin û daxwaza federalîzmê kirin. Jinan diyar kir ku federalîzmê wek vebijarkek ji bo parastina cihêrengî û hevsengiyê pêşniyar dikin.

ROŞÊL CANYOR
Suweyda – Jinên Suweydayê yên daxwaza federalîzmê kirin, gotin ku ev ne lukseke siyasî ye, weke pêdiviyek ji bo jiyanê ye. Jinên ku di nava komkujî û dorpêçê de, yekem kes bûn daxwaza federalîzmê ne weke parçekirinê, weke rizgarkirina tiştên ku li bajar mane kirin. Ew federalîzmê weke projeyek ku edaletê dixe bin temînatê û mafên wan temsîl dike û rûmetê dide her kesê dibînin.
Dengê jinan li bajarê Suweyda yê Sûriyeyê weke hêzeke rewşenbîrî û mirovî bilind bû. Wan bêdengiyê red kir, rûmet parastin û çareseriyê pêşniyar kirin. Hebûna jinan ne tenê bertekek hestiyarî ye li hemberî êşan, helwesteke hişmendî ya neteweyî û mafên mirovan e.
'Federalîzm mafê parastina her pêkhateyê digre bin temînatê'
Nabîha Feraj a ji Suweydayê ku xwediyê doktorayeke navneteweyî ye di rexneya wêjeyî de, nêrîna xwe ya li ser federalîzmê wiha anî ziman: "Li gorî perspektîfa min, ew ne tenê sîstemeke hikûmetê ye çareseriyeke pratîkî ye ji bo têkoşîna li dijî gendeliyê, bidestxistina edaleta civakî û misogerkirina dabeşkirina wekhev a dewlemendiyê. Ew sîstemek e ku dawî li îstîsmarê tîne û xwe dispêre hikûmetên herêmî yên ku bi hikûmeteke navendî ve girêdayî ne. Bi awayekî ku her kes di rêvebirina karûbarên xwe de beşdar bibe. Federalîzm ne dabeşkirin e, ew sîstemek e ji bo pêkanîna edaleta civakî û îstîqrarê ye. Em neçar in li ser federalîzmê bifikirin, ji ber ku ew mafê parastina nepeniya xwe ji her pêkhateya civakî re dixe bin temînatê. Ezmûnên cîhanê îsbat kirine ku federalîzm li cihê sîstemên navendî têk diçin bi ser dikeve. Pêşniyara me ya federalîzmê piştî ku em bi êrîşên cîhadîstan re rûbirû man çêbû."
'Me êrîş nekiriye û em êrîşên li ser xwe red dikin'
Insaf Abdel Baqî jî dibêje: "Em bi tundiyeke bêhempa, bi serokatiya El-Culanî ji aliyê milîsên biyanî ve rûbirû man. Ji ber ku em pêkhateyeke serbixwe ne û xwedî nasnameyeke olî ne. Ev yek jî dihêle federalîzm bibe pêwistiyek hebûnî. Em Sûriyeyî ne. Me qet bawer nekiriye ku mezhebperestî dikare bibe amûrek ji bo dabeşkirinê. Bi sedan salan bi eşîr û civakên din re em di nav jiyana bi hev re û aştiyeke sivîl de jiyane. Lê êrîşa ku di 13'ê Tîrmehê de li ser me hat kirin, komkujiyek bû ku ji xeyalan wêdetir bû. Me êrîş nekir lê em red dikin ku êrîş li ser me bê kirin. Ji destpêka krîzê ve me penaber pêşwazî kirine. Me deriyên malên xwe vekir, nan û derman bi wan re parve kir. Niha ev yek bi komkujî û dorpêçkirinê tê xelatkirin.”
'Jinan li eniyên pêşîn û di nava refên rewşenbîrî de cih girtin'
Insaf Abdel Baqî diyar kir ku jinan parastina ax û rûmeta xwe kirine û wiha dawî li gotinên xwe anî: "Em hê jî bawer dikin em ne bi tenê ne. Piştgiriya Ereban û piştgiriya wijdanê azad ê li çar aliyên cîhanê heye. Mafê me heye ku em xwe biparêzin û li gor zagonan em parastina derveyî bixwazin, ger dewlet nikaribe me biparêze. Jinên li Cebel el-Erebê çek hildigirtin û malên xwe diparastin. Ew hem li eniyên pêşîn û hem jî di nava refên rewşenbîrî de bûn, ji ber ku ev çanda me ya kûr e.”
'Em bi bêdengî tên kuştin'
Rîma Azam got ku ew parçebûnê naxwazin û wiha axivî: "Em derketin meydanan û me xeyala yekîtiya Sûriyeyê kir, ne daxwaza parçebûn an jî mezhebperestiyê. Em li bendê bûn ku dewlet destwerdanê bike da ku bajar biparêze lê bêdengî û xiyanet ji hemû bendewariyan derbas bû. Rewşa li Suweydayê trajîk e. Em Suweydayî ne. Me li dijî rejîma Beşar Esed li ber xwe da û îro jî li dijî Colanî li ber xwe didin. Em daxwaz dikin ku civaka navneteweyî bi rastî li Suweydayê binêre. Me êrîşî kesê nekiriye. Em bi bêdengî tên qirkirin û dixwazin me bi temamî tune bikin. Federalîzma me ne îlankirina cudabûnê ye, bangek e ji bo jiyana ku rûmeta me biparêze û ewlehiyê çêbike. Em hikûmeteke federal a dadwer dixwazin da ku me biparêze."