Ji birîna kûr ber bi evîna azadiyê ve – GOTAR

Her ferdek civaka me Êzidî ji biçûk heta mezinên wê dibêjin; Me 73 ferman dîtin û jiyan kirin, hemû jî bi armanca me tune bikin û koka me biqelînin, lê em tune nebûn. Fermana 74’an jî berdewama heman ferasetê bû, lê dîsa jî em tune nebûn.

ZEHRA ŞENGALÎ

Her civakek, her nasname, çand û bawerî, dîroka xwe ya berxwedanê bi hêz, vîn, bîr û pêşengên xwe ava dike. Lê dema ku civakek ji van rastiyên ku ew civak pê dibe civak ji dest bide, birînên herî giran ji serdest û celadên pergala mêr ava kirî, dixwe. Civaka Êzidî ku yek ji civakên herî kevnar ên Rojhilata Navîn û kakilê civakbûna Kurdistanê ye, di sala 2014’an de bi fermana jiyan kirî hem bi qirkirina fîzîkî û hem ya çandî re rû be rû ma.

Ferman negihîşt armanca ku hatibû plankirin

Di dîrokê de kêm mînak hene ku civakek bi herdu rêbazan rastî qirkirinê hatiye. Herdu rêbaz jî li ser bingehê bi temamî tunekirin û ji holê rakirina heqîqeta civaka Êzidî bikar anîn. Em di fermana 74’an de dibînin ku herdu rêbaz jî bi rengekî hostayî hatin pêkanîn. Di şexsê jinê de li gel qirkirina fîzîkî ya çandî jî bi rêbazên herî hovane bipêş xistin. Ferman wek hatibû plankirin negihîşt armanca xwe, lê bi temamî jî nehat astengkirin. Sedemên ku nehat astengkirin, di tekoşîna 11 salan de civaka Êzidî, hem di şexsê xwe de û hem hêzên ku rê li fermanê vekirin lêpirsîn dike. Her ku zanebûna lêpirsînê bihêz bû, li cihê şopên fermanê hêza têkoşîn û berxwedanê derket holê. Dema ku fermana 74’ê tê ziman tişta yekemîn tê bîra me ew kiryarên anîn serê jinên Êzidî ye. Ji ber ku her civakek hebûna xwe û paşeroja xwe di hebûna jinê de ava dike, bi mane dike û jiyana xwe ya madî û manewî didomîne. Di sedsala em tê de jiyan dikin her çiqasî jiyana li dora jinê ji aliyê pergala mêr-dewletê ve derb xwaribe jî, ev temamiya heqîqeta jin û civakê nîne. Ji ber ku rastiyên dîrokî her tim me ne fêrî jiberkirina tişta hatî jiyîn dike, berovajî ji bo li ya hatî jiyan kirin were zêdekirin dibe rênîşan. Fermana 74’an a ku di sala 2014’an de civaka Êzidî jiyan kir, ne jiberkirina 73 fermanên beriya xwe bû lê ne jî bi aliyê xwe yî dîrokî, civakî, çandî û bawerî ve bi temamî jê qut bû.     

Dîsa jî em tune nebûn

Ji dîrokê û heta roja îro civakên ku ji pergala serdest a mêr derb xwarine û qirkirin jiyane yan bi temamî di warê jiyan, nasname, bawerî, îrade û çand de hatine tunekirin an jî carekî din ji nû ve xwe ji xweliya xwe ava kirine û rabûne ser xwe. Dîroka mirovahiyê bi van mînakan tije ye. Fermana 3’ê Tebaxa 2014’an ya li dijî civaka me Êzidî pêk anîn yek ji wan mînakên herî trajedîk a vê sedsalê bû. Civaka me Êzidî 11 sal e bi têkoşîn, berxwedan û bi vîneke ji polayê li ber xwe dide. Piştî ku civakek di şexsê jinê de êş, azar, birîn û derbeyek giran xwar gelo sira jinûve rabûna wê civakê çi ye? Mirov dikare vê rastiyê bi gelek sedeman rave bike lê sedema esasî di ruh, cewher, kok û heyîna wê civakê bi xwe de veşartiye. Her ferdekî civaka me Êzidî biçûk heta mezinên wê dibêjin; Me 73 ferman dîtin û jiyan kirin, hemû jî bi armanca me tune bikin û koka me biqelînin, lê em tune nebûn. Fermana 74’an jî berdewama heman zihniyetê bû lê dîsa jî em tune nebûn.

Ji vê jiyana nû re jina Êzidî pêşengiyê dike

Ev 11 sal e civaka Êzidî xilasiya xwe ya ji 74 fermanan bi dengekî bilind tîne ziman û bi du sedemên bingehîn pênase dike. Sedema yekemîn dispêre dîrok, çand, nasname û baweriya Êzdayetî, sedema duyemîn jî naskirina fikra Rêber Apo ye. Çanda Êzdayetî û Apogerî mîna ku herdu ji heman çavkanî, kok û dîrokê bin êdî di 11 salan de maneyeke nû ya jiyan, têkoşîn û berxwedanê li ser xaka Şengalê hatiye afirandin. Ji vê jiyana nû re jina Êzidî pêşengiyê dike. Jinên Êzidî bi têkoşîn û berxwedanê ev 11 sal e bê teredût, bê tirs û fikar ji hêzên ferman anîn serê civakê hesap dixwaze. Ji xiyanetkaran hem hesap dixwaze hem meydan dixwîne. Em her kêlî hem ji êş, azar û birînên ku hîna jî nekewiye re şahidî dikin hem ji zayîna mezin a evîna azadiyê re şahidî dikin. Mirov dema ku li çîrokên bi êş guhdar dike her carê ji xwe re dibêje; gelo çawa dibe civakek ewqasî bi êşên giran re rûbirû were û dîsa jî di hebûna xwe de îsrar bike. Tevî ku em mirovên têkoşînvan jî lê dîsa jî em dikin û nakin nikarin xwe ji vê pirsê xilas bikin. Civak bi domandina heyîna xwe her tim ji ferdê re xwe re vê pirsê dihêle ku ferdê wê tu caran ji bîra xwe domandinê qut nebe.

Dilsoziya civaka Êzidî ya bi Rêber Apo re

Di navbera van herdu rastiyan de şerekî mezin a maneyê tê jiyankirin. Di 11 salan de ev şer niha hatiye li ber qonaxekî nû sekiniye. Êdî civaka Êzidî ew hêz, vîn û taqet bi xwe re ava kiriye biryara vê bide. Rastiya gotina ku bi taybetî jinên Êzidî tînin ziman û dibêjin; em ne Êzidiyên beriya 2014’an e bi serê xwe nîşaneya qonaxekî nûbûn û zanebûnê îfade dike. Belê ev 11 sale civaka Êzidî ne civaka beriya fermanê jiyan bike ye. Rêber Apo di salvegera 11’emîn a fermanê de ev qonaxa nû ku civaka Êzidî dijî wek pêkanîna Ronesansa Êzidiyan bi nav kir û perspektîfa serdema nû pêşkêşî civaka Êzidî kir. Salvegera 11’emîn bi ruhê vê perspektîfê hate pêşwazîkirin. Civaka Êzidî carekî din girêdana xwe ya bi Rêber Apo re di her çalakiya xwe de anî ziman. Jiyana nû encax li ser esasê pêkanîna şoreşa Ronesansê mîsoger bibe.

Jinên Êzidî bi hêz û vîna xwe ku ji têkoşîna 11 salan wergirtî îro carekî din got ez hem ji hesabpirsînê re pêşeng im û hem ji bo avakirina jiyanek nû, wekhev û azad xwe berpirsyar dibînim. Jinên Êzidî dibêjin me xwe ji xeliya xwe jinûde ava kir. Her pênaseyek hilweşandina hişmendiya fermanan e. Li cihê têgehên ferman, belengazî, tenêtî û birînan êdî têgehên evîn, azadî, jiyana nû, şoreşa jin û Ronesansa Êzdayetî di sînga çiyayê berxwedêr, çiyayê Şengalê û deşta Nînovayê jinûve têne qêrîn. A ku ji vê nîşaneya nû re pêşengiyê dike jin e. Di cewhra jinê de evîneke mezin a civakbûyî nebe gelo dikare li hemberî ev çend birînên giran, êş û azarên kûr li ber xwe bide û jinûve bibe barhilgêra evîna jiyaneke azad, nexêr!