Li Îranê du jinên aktivîst hatin berdan
Di medyaya dijîtal de nivîskara blog Dunya Huseynî û hemwelatiya Bahaî Naznîn Abedînî piştî du mehan bi kefalet hatin berdan.

Navenda Nûçeyan – Li Îranê ji du bajarên cûda du jinên aktivîst ku hatibûn girtin, li beramberî kefaletek zêde bi awayek demkî hatin berdan.
Di medyaya dijîtal de nivîskara blog Dunya Huseynî (Dunya Azad) îro bi kefaleta 3 milyar tumen, heta ku pêvajoya darizandinê temam bûyî bi awayek demkî ji girtîgeha Qerçek tehliye bû. Dunya Huseynî di 15’ê Hezîranê de ji aliyê polsan ve di dema serdegirtina mala wê ya li Tahranê de hatibû binçavkirin û piştî demekê di hevdîtina bi telefonê de diyarkiribû ku ew sewqî girtîgeha Evînê hatiye kirin. Hate diyarkirin ku di dema binçavkirinê de mala wê hatiye mohrkirin û dest danîne ser hinek belge û tiştên wê yên elektronîk. Dunya Huseynî berê jî di 12’ê Tebaxa 2023’an de hatibû binçavkirin û berdan.
Piştî 45 rojan hate berdan
Girtiya din hemwelatiya Bahaî ya bi navê Naznîn Abedînî jî bi kefalet hate berdan. Naznîn Abedinî ku li Kazvinşehr dijî, di 27’ê Hezîranê de ji aliyê hêzên ewlehiyê ve bêyî biryarek a dadgehê hatibû binçavkirin. Rayedaran li ser dîwar de ketina mala wê û derî şikandin, mal lêgerîn kirin û dest danîn ser tiştên wê yên şexsî. Naznîn Abedînî piştî 45 rojên girtinê, di 3’ê Tebaxê de ji girtîgeha Sari bi kefalet hate berdan.