Aktivîsta Mexribî: Li herêmên şer dengê jinan nayê bihîstin
Aktivîsta Mexribî Rajaa Aşşababî ya li Fransayê dijî got ku li dijî zoriyên jinên li herêmên şer, Filistîn, Sûriye, Libya û Sûdanê dijîn divê raya giştî ya navneteweyî dengê xwe derxe û bang kir ku ji bo bihîstina dengê jinan mekanîzma werin avakirin.
HENAN HARÎT
Mexrib – Aktivîsa civaka sivîl a Mexribê Rajaa Aşşababî ya sih sal in li Fransayê dijî hê jî bi kokên xwe ve girêdayî ye. Tevî ku di temenê ciwan de koçber bûye jî hesta girêdana bi welatê xwe re diparêze û ji bo jinên di nava mercên giran de piştgiriyê dide.
Rajaa Aşşababî, dema ku behsa jiyana xwe ya din ava du parzemînan de derbas bûye dike, li ser rola jinên Mexrib, Filistîn û Sûriyeyê yên di nava berxwedanê de ne disekine û dibêje: "Bêguman koçberî hêsan nebû. Dema ku ez ji welatê xwe derketim, pir biçûk bûm lê bi siûd bûm lewre di malbateke ku têkiliya min ji Mexribê nebirî de mezin bûm. Tevî salên dirêj ên min li Fransayê derbas kirine jî min tu carî xwe ji welatê xwe biyanî nedît. Salê du caran diçûm Mexribê û tiştên li welat diqewimîn dizanibûm, di nava têkiliyan de bûm."
Xebatên civaka sivîl
Rajaa Aşşababî li Fransayê tevlî xebatên civaka sivîl bû. Di saziyên alîkariya mirovî yên weke Croix-Rouge (Xaça Sor) de bi salan bi dilxwazî xebitî. Li ser wê xebatê wiha dibêje: "Vê xebatê min hîn kir ku piştgirî tenê dayîna alîkariyê nîn e, di heman demê de alîkarî û berpirsyariya beramber e.”
Rajaa Aşşababî dema ku dem bi dem diçû Mexribê û dihat, di Federasyona Civaka Sivîl a Navneteweyî de bi awayê çalak dest bi xebatê kir. Li aramxaneyan xebitî, dûre li herêma El-Haouz a Mexribê xebatên xwe berdewam kir û li welatên Ereb bi jinan re hevdîtin kir tevlî saziyên bi navê Ra’fa û Selam (Merhemet û aştî) bû. Rajaa Aşababî wiha didomîne: “Mijara ku ez îro li ser disekinim jin in. Li ku dibin bila bin, ji ber ku ez jî jineke penaber im. Ez baş dizanim di dema bêdengî û tirsê de kesek li ba be bibêje ‘ez li vir im, te bi tenê nahêlim’ tê çi wateyê. Mijara min a esasî jin in. Ez dixwazim li herêmê aştî serdest be, dawî li êşên ku jin ji ber şer û pevçûnan dikşînin were."
Destek dide jinên li Fransayê destura rûniştinê negirtine
Rajaa Aşşababî diyar dike ku li Fransayê bi taybetî destekê dide jinên ku bi Fransizî nizanin an jî jinên koçer ên destura rûniştinê negirtine û dibêje: "Ez bi wan re diçim saziyên fermî, tercumaniyê dikim, ji bo ziman hîn bibin alîkariyê didim. Gelek ji wan hevjînê xwe berdane yan jî tenê dijîn û nizanin çawa daxwaza mafên xwe bikin. Pêdiviya wan tenê ew e ku kesek li wan guhdarî bike, ji wan bawer be.”
Dema ku navê Filistînê tê gotin dengê wê diguhere û nikare hestên xwe veşêre
Dema ku mijar tê ser Filistînê dengê Rajaa Aşşababî diguhere, nikare hestên xwe veşêre û wiha didomîne: “Tiştên li wê derê diqewimin dilê mirov parçe dikin. Jinên Filistînî ne tenê bi dorpêç û bombebaranê, bi mirina zarokên xwe, zulma ku bi şev û roj dubare dibe, bi mirina ku kêlî bi kêlî nêz dibe re têdikoşin. Em li vê derê li penaberiyê heta ji destê me tê hewl didin dengê xwe bidin bihîstin. Em tevlî xwepêşandanan dibin, dinivîsînin, tevlî çalakiyên hişyarkirinê dibin lewre bêdengî sûc e. Destên me girêdayî bin jî dilê me bi wan re ye.”
Rajaa diyar dike ku jinên Filistînî modeleke berxwedanê ya wisa raber dikin ku tu kes nikare ji nedîtîve were û dibêje: “Di bin xirbeyan de jî jiyanê diparêzin. Her dayikeke Filistînî dibistana sebrê ye. Her keçek ciwana di nava tirs û xofê de sembola berxwedanê ye.”
Libya, Sûriye, Sûdan
Rajaa Aşşababî diyar dike ku ne tenê jinên Filistînî jinên Libya, Sûriye û Sûdanê jî hene û wiha berdewam dike: "Jinen li van welatan, di nava gelek krîzan de ne. Şer, koçberî, şîdet û bêdengî. Cîhan bêdeng, medya bêdeng, heta carna di nava civaka wan de jî bêdengî heye. Balkişandina ser rewşa jinan ne tenê peywira rojnameger û aktivîstan a hemû kesan e. Ji ber ku kesek tune ye dengê wan ragihîne bêdengî çêdibe. Divê kesên medyaya dîjîtal bi kar tînin, dinivîsînin an jî dikarin xwe îfade bikin bibin dengê wan lewre ya ji şer bi êştir ew e ku mirov were jibîrkirin.
Peyama ji bo nifşê ciwan
Rajaa Aşşababî ji ciwanan re jî vê peyamê dide: “Hûn nifşê zana ne. Dest ji xeyalên xwe bernedin, ji riyên zor netirsin. Guherîn bi carekê çênabe, bi hewldanên biçûk dest pê dike. Dengê we gelek girîng e, her çalakiya ji dil hêja ye. Başiyê biçûk nebinin, gotinek be jî bibêjin. Cîhan ji we re vekiriiye, amûr di dest we de ne. Li benda vekirina deriyan neminin; dest bi projeyên xwe bikin, biçûk bin jî bi demê re mezin dibin. Fikrên we yên afrîner hene, ji wan bawer bin û bi pêş bixin. Koçberî bila ji bo we nebe armanca dawî. Ji cihê hûn lê bin, an vegerin an jî xizmeta ji bo welatê xwe bifikirin.”