'JIN TV ji bo ragihandina rastiya jin dixebite’
Endam û kemeramana JIN TV’yê Sewsan Elî ya ku yek ji penaberên Serêkaniyê ye, dibêje ku JIN TV deng û rûyê jinê ye, her wiha ji bo ragihandina rastiya civakê dixebite.

Amûdê – Bi vekirina kanala JIN TV ku yekem televizyona jinê ye û bûye dengê rastiyê û rengê jinê yê li tevahiya cîhanê û Kurdistanê, gelek jin bi pey xewn û xeyalên xwe ketin. Jinan hebûna xwe di JIN TV’yê de dîtin. Ekîba televizyonê ji pêşkêşvan bigre heta kameravan, montaj û dublajê bi giştî jin in. Ev jî cudabûna wê ya ji televizyonên din nîşan dide.
Sewsen Elî, ji ber êrîşên dagirkeriya dewleta Tirk ên li ser bajarê wê Serêkaniyê di sala 2019'an de neçar maye bi malbata xwe re koçî bajarê Hesekê ya kantona Cizîrê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bibe. Ji bo ku berxwedana xwe li dijî dagirkirina xaka xwe bidomîne û bibe dengê rastiya civaka xwe ya penaber, di sala 2021'an de berê xwe da navenda televizyona JIN TV û li wir wek kameravan cîh girt. Sewsen nexwest tenê di asta kameravan de bimîme, ji ber vê jî hewl da xwe bipêş bixe û bibe pêşkêşvana kanalê da ku li bajarê xwe bibe dengê civaka xwe.
Bi hêviya li bajarê xwe jî xebatê bimeşîne
Sewsan Elî qala tevlîbûna xwe ya li kanala JIN TV kir. Sewsan diyar kir ku piştî koçberbûna ji Serêkaniyê, li deverên wek Hesekê û Amûdê bicîh bûne û wiha got: “Di sala 2021'an de bi komek jin re beşdarî perwerdeya televizyona JIN TV bûm. Di vê perwerdeyê de hînî montaj, dublaj, pêşkêşvanî û kameravaniyê bûm. Em 3 jin di vê perwerdeyê de biser ketin û me cîh di kanalê de girt. Armanca min, tenê bibim kameravan bû, lê bi demê re û piştî danûstandinên di nava ekîbê de, xeyalên min berfirehtir bûn û min xwest di demên pêş de bibim pêşkêşvan jî û asoyên karê xwe berfirehtir bikim. Xeyala min ew e ku rojekê vegerim bajarê xwe û li wir xebatê bimeşînim û bibim deng û rengê civaka xwe.”
'Rastî û dengê civakê radighînin'
Sewsen Elî diyar kir ku hemû kar û xebatên meydanî yên derveyî studyoyê bi hevalên xwe re dişopîne û wiha got: "Em bername, dosye, nûçe û çalakiyên ku tên li darxistin dişopînin û hewl didin wan rastiyan ji raya giştî re raghînin. Piştî qetandina xebata ji derve, em li studyoyê bi karê montajê re jî mijûl dibin. Em wek ekîbên jin di navendê de bi hevahengî û hevgirtinê xebatên xwe dimeşînin. Destpêkê me zehmetî di xebatên xwe de dîtin ku jinek kameravan an pêşkêşvan be. Lê bi îrade û hebûna xwe ev kêşe derbas kirin û niha bi sedan xebatkarên jin di çapemeniyê de cih digrin û pêşengiyê dikin. Amûrên ku em bikar tînin ji bo kişandina dîmen rojane tên paqijkirin û parastina wan tê kirin."
‘Bila her jinek li dû xeyalên xwe here’
Sewsen Elî bang li hemû jinan kir ku li dû hêviyên xwe herin û wiha dawî li gotinên xwe anî: "Hêvî û daxwaza min ji bo her jinek heye ku xwedî li xeyal û meraqên xwe derkevin. Her jinek ku hezkirina wê ji kemera û karê çapemeniyê re heye, bila berê xwe bide JIN TV’yê ku cihê deng û rengê jinê ye. Bila tu bend nebin asteng li pêşiya xeyalên we. Bi îrade û xwestek hemû astengî û kêşe derbas dibin û dema berhemên te dibe sûd ji civakê re, hemû astengî û westandin tên jibîrkirin.”