‘Şewata daristanan aloziya jîngeh û avhewayê dijwartir dike’

Hevseroka Desteya Ekolojiyê ya kantona Firatê Almaz Romî ji bo şewatên ku niha li Sûriye, Rojhilata Navîn û cîhanê rû didin diyar kir ku her kes ji ber xirabûna jîngehê berpirsyar e.

BERÇEM CÛDÎ

Kobanê – Bi bilindbûna pileyên germa havînê re li Sûriyeyê, Rojhilata Navîn û gelek welatên cîhanê şewatên mezin ku ji bin kontrolê derdikevin, rû dan. Bi van şewatan re careke din alozî û xeteriya ku niha jîngeh û avhewa jiyan dike, derket holê. Li ser rewşa jîngehê û xeteriyên ku gerdûn pêre rûbirû yê, Hevseroka Desteya Ekolojî ya kantona Firatê ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Almaz Romî metirsî û hişyarên xwe parve kir.

‘Mirovahî jîngeh û xwezayê li gor berjewendiyên xwe bikar tîne’

Almaz Romî da zanîn ku mirovahiyê dengeya xwezayê xirab kiriye û got: “Xweza û jîngeha me ber bi xeteriyeke mezin ve diçe ku bûyerên em niha jiyan dikin vê yekê teqez dikin. Bi taybetî şer û pevçûnên ku bi salan e rû didin, yekser bandora xwe li ser avhewayê dike ku encamên wê xwe didin der. Xirabûneke mezin di jîngehê de çêbûye, tewazin di xwezayê de nemaye, pileyên germê ji normalbûna xwe derketine û bi dehan aloziyên din tên jiyankirin. Di dema ku civakê nirx dida xweza û jîngehê, cîhana me di nava tewazinê de bû. Lê piştî ku berjewendiyên hegemondarî û desthilatdariyê ketin rêza yekemîn, xweza û jîngeh jî di van berjewendiyan de hatin bikaranîn. Bi pêşketina endustralîzmê re, mirovan xweza daqurtandin û êdî ev alozî destpê kirin. Bi şerê cîhanê yê yekemîn, duyemîn û niha jî yê sêyemîn re gerdûna me ji xwezaya xwe derdikeve.”

‘Daristanên ji mirovahiyê kevintir tune dibin’

Almaz Romî destnîşan kir ku afetên xwezayî zêdetir bûne û ev yekser bandorê li ser jiyana mirovan dike. Almaz wiha got: “Bi taybetî di van 10 salên borî de afetên xwezayî yên rû didin ji erdhej, lehî, volkan, şewat û wekî din bi dijwarî xwe didin der. Ev teqez dikin ku me weke mirov jîngeh û avhewa xirab kir û pê lîst. A niha di asta Rojhilata Navîn û cîhanê de şewatên mezin rû didin ku di encamê de bi sedan daristanên navendî û girîng tune dibin. A niha ev şewat ketine rojevê ku rojê deverek û welatek dişewite. Ev daristanên ku temenê wan ji mirovahiyê zêdetir in, li ber çavên me tên tunekirin û em nikarin tiştek jî bikin.”  

‘Daristanên Sûriyeyê tên tunekirin’

Almaz Romî anî ziman ku li Sûriyeyê xweza bi zanebûn tê wêrankirin û wiha pê de çû: “Sûriye jî bi xwezaya xwe ya dewlemend û kevnar tê naskirin. Mixabin di encama salên dirêj yên aloziyê û şerên hatin jiyankirin de, ev xweza hat talan û wêrankirin. Di vê mehê de li peravên Sûriyeyê, li Suweyda û herî dawî li Efrînê şewatên mezin rû dan ku bandoreke gelek mezin kir. Ev hersê dever, ji herêmên ku bi jîngeh û avhewaya xwe ya dewlemend tên nasîn. Ya ku mirov tengezar û hêrs dike, ev şewatên li Sûriyeyê bi zanebûn hatin çêkirin, bi wateyeke din jîngeha Sûriyeyê bi zanebûn tê xirabkirin ku daristanên hatin şewitandin temenê wan zêdetirî 300 sal in.”

 ‘Gerdûn ji xwezaya xwe derketiye divê were parastin’

Hevseroka Desteya Ekolojî Almaz Romî hişyarî da ku divê gerdûn were parastin, fikar û bendewariyên xwe bi van gotinan anî ziman: “A niha jî zêdebûna pileyên germahiyê û ji xwezaya xwe derketin, di rojevê de ye. Tê bîra min weke herêma me, caran pileyên germê 35 derbas nekiriye. Lê di van salên dawî de em rû bi rû yê pileyên ku dighêjin 50 tên. Mixabin ku rewşeke cidî ye û ev yek diyar dike ku em ber bi felaketên mezin ve diçin. Ji bo vê jî pêdiviya me bi parastina jîngeh û avhewayê heye ku em rê li ber van kaosan bigirin. Lê belê di şûna ku ev gav werin avêtin de, em dibînin wêrankirina jîngehê bi rengekî hov berdewam dike û şewitndina daristan, dar û beran pêk tê. Divê her kes xwe ji vê rewşê berpirsyar bibîne da ku em bikaribin gerdûn, xweza û jîngeha xwe biparêzin.”