‘Ji destpêka êrişên li Suweydayê ve hezar û 517 kes hatin kuştin’
Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), ragihand ku ji ber êrişên li dijî parêzgeha Suweydayê ku 13’ê Tîrmehê dest pê kirin, hezar û 517 kes hatine kuştin û ji wan 300 kes bi zanebûn hatine înfazkirin.

Navenda Nûçeyan – Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), ragihand ku di êrişên li dijî Suweydayê de 300 kesên sivîl bi zanebûn hatine înfazkirin û bi giştî hezar û 517 hatine kuştin.
Li gorî rapora navendê;
21 zarok, 56 jin, 146 sivîl, bi giştî 720 niştecihên Suweydayê hatine kuştin.
40 çekdarên eşiran û çekdarekî ji Lubnanê, bi giştî 474 endamên Wezareta Parastinê û Ewlekariya Giştî yên rêveberiya demkî ya Sûriyeyê hatine kuştin.
15 endamên wezaretên parastinê û hundir ên rêveberiya demkî di êrişên balafirên Îsraîlê de hatine kuştin.
Jinek û 2 kesên nenas di bombebarana balafirên Îsraîlê ya li dijî avahiya Wezareta Parastinê ya li Şamê de hatine kuştin.
2 rojnamevan hatin qetilkirin.
17 jin, 10 zarok û kalepîrek bi guleyên çekdarên Wezaretên Parastin û Hundir ên Sûriyê hatin înfazkirin.