Hêzên Iraqê hewl dide derdora Mexmûrê têl bike
Hêzên Iraqê yê ku ji danê siharê de tevgerek zêde li Mexmûrê pêk tîne hewl dide derdora wargehê têl bike.

Mexmûr – Îro danê sibehê şandeyek yên Iraqê bi pêşengtiya Liwa Feysel ya asta bilind a ewlekariyê ya hikumeta Bexda û şendeyek leşkerî ya Îstixbaratê ji bo hevdîtinê bikin, hatibûn Wargaha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr). Şandeya Iraqî li gel xwe hêzek zêde mezin ya leşkerî û alavên karkirinê li xala kontrolê ya dikeve bin waregehê de ku jê re dibêjin ‘meydan’ bi cihkirine.
Ji danê siharê ve tevgerek zêde ya leşkerî jî derdora wargehê heye û li ser wargehê jî helîkopterên leşkerî jî digerin.
Şandeyê ku bi rayedarên wargehê re hevdîtin kir, di hevdîtinê de diyarkirin ku ew di têlkirina derdora wargehê de bi israr in. Li hemberî vê jî gelê wargehê bi bertek e.