Serhildanên li Îranê û bandora felsefeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ – GOTAR

Şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’, sînorê di navbera daxwazên li ser bingeha zayendê û daxwazên civakî yên giştî de ji holê rakiriye. Nîşan daye ku pirsgirêka jinan, pirsgirêka civakê ye. Di heman demê de felsefeya jiyanî ye civak û çandê digre nava xwe.

GELAWÊJ EWRÎN

Serhildanên dawî yên li Îranê, her çendî di dîtinê de weke daxwaza aborî û debarê destpê kiribin jî gelek cerebeyên tevgerên xwepêşandanên salên borî û bîra kolektîf di xwe de digre. Di vî alî de felsefeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ weke hêzeke avakirina wate û îlhamdayînê hebûna xwe didomîne. Rola jinan ‘ji yên li kêlekê sekinîne’ ber bi ‘aktorên pêşeng û kirde ve’ bilind dibe, wekî gotinek ku awayê xwepêşandanên kolanan veguherendiye derdikeve pêş. Ev serhildan, di heman demê de di asta berdewamiya şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ de ye.

‘Jin, Jiyan, Azadî’ ji dirûşmê derbas bûye

Tevî ku di ser şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ re sê sal derbas bû jî îsbat kir ku ev tenê ne dirûşma protestoyê ye. Vê formulê di demek kin de bû pergala fikrî û bi nirx, sê rêgezên bingehîn anîn ba hev.

Jin; wek berpirsyarî kirdeyek serbixwe û bingehîn e. Jiyan; li dijî polîtîkayên navendî yên mirinê yên pergala mêr-dewletê, zext û xizaniyê. Azadî jî; ne tenê siyasî, di heman demê de weke daxwaz û felsefeya jiyanî ku civak û çandê digre nava xwe ye.

Şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’, sînorê di navbera daxwazên li ser bingeha zayendê û daxwazên civakî yên giştî de ji holê rakiriye. Nîşan daye ku pirsgirêka jinan, pirsgirêka civakê ne. Ji ber vê, xeta bingehîn a serhildana dawî ya pirsgirêka debarê û ne wekheviya aborî ya şopên vê rastiyê hê bi eşkere tê dîtin. 

Di xwepêşandanên dawî yên Îranê de pêşengtiya jinan

Hebûna jinan a aktîf di çeperên herî pêş de, di civakê de bûye hişmendiya zayendperstî û neyînê ya belav bûye. Berevajî nirxandinên teng, jin di demên dawî de di gelek çalakiyan de ne tenê beşdar, di heman demê de di cihên destpêkirin û rêxistinkirinê de bûn. Cihgirtina di çeperên herî pêş de, berzkirina dirûşman û li dijî hêzên zextê berxwedana ku nîşan dan, berdewamiya ceribandina bi serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ şekil girtiye ye. Vê pêşengiyê, der barê ‘protestoya mêrê serdest’ de îmaja kevneşopiyê bi awayekî cidî lêpirsîn kiriye.

Êdî dema nêrîna ku mêr çarenûsa civakê diyar dike, heta dawiyê bi dawî bûye. Civaka Îranê, bi saya têkoşîna ku sê salan domiya û sekna bi biryar a jinan, îsbat kiriye ku bê jin, wê bingeha jiyana azad neyê avêtin û ya herî girîng wê azad nejî.

Guherîna reng û zimanê çalakiyan

Gotina felsefî ya ‘Jin, Jiyan, Azadî’, zimanê protestoyê aniye halê mirovî û civakî. Di serhildanên dawî de balkişandina ser rûmeta mirovî, xizanî û cudakariya zayenda civakê û reda zexta siyasî, bikaranîna bedena jinan û sembolên jinan, nîşan dide ku protesto ne tenê daxwazên jinan e, îfadeya daxwaza jiyana bi rûmet e. Ev têgîn rasterast ji gotina mijara xeberê xwe xwedî dike.

Jin li ser belavbûna tevgeran û civakîbûnê, xwedî bandorek kûr û diyarker in. Bi taybetî hebûna jinên nifşên ciwan, di kêmkirina tirsa civakê de roleke girîng lîstiye. Civaka Îranê, bi saya ruhê bi cesaret ê jinan, tovên azadiyê li her qad û kolanên çar aliyên welat çandine. Ceribandina ‘Jin, Jiyan, Azadî’ nîşan daye ku bedena jinan a bi salan hatiye kontrolkirin û bûye hinceta zextê, çawa veguheriye berxwedanê. Ev ceribandin îro bûye sermayeya sembolîk a xwepêşandanan. Beşên din ên civakê jî zêdetir teşwîqî beşdariya aktîf dike.

Ji pêlên ji dem wêdetir, tevegerek ku berdewamî qezenc kirî

Serhildanên dawî di aliyê dem de, dibe ku sînordar û belav werin dîtin lê belê di aliyê civakî de parçeyek ji pêvajoya demdirêj in. ‘Jin, Jiyan, Azadî’ fêr kir ku divê jin li qadan bin, mafên wan heye û siyaset tenê di saziyên fermî de şekil nagire. Di heman demê de derxist holê ku bêyî beşdariya jinan a aktîf, vegera civakî dê ne gengaz be. Ji ber vê di protestoyên ku bi daxwazên aborî şekil girtine de, jin wateya tevgerê û berpirsyariya xwe ya exlaqî didomînin.

Xwepêşandanên dawî yên li Îranê bêyî li berçavgirtina bandora kûr a ‘Jin, Jiyan, Azadî’ nayê fêmkirin.

Ev gotina ku rê li ber şoreşeke dîrokî vedike, rola jinan ji sembola mazlûm veguherandiye kirdeyek hişyar û pêşeng. Protestoyên li kolanan, veguherandiye qadeke ku felsefeye hebûna ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ji nû ve pênase kiriye. Îro jin ne tenê parçeyek qelebalixiya protestoyan in, hêza ku aliyê îtiraz û wateya wê diyar dike ye. Her çiqas kolan bi demkî bêdeng bûbin jî wê ji bîra civakê neçe. Her şoreş xwedî zemîna dîrokî û civakî ye. Şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ hem çawaniya dîrokê di nava xwe de digre, hem jî rastiyên rojane diteyîsîne. Bi qasî ku civakî ye, îfadeya pêvajoyeke dîrokî ya bi têkoşîna jinan dagirtî ye.