Tesîsên xizmetê yên Dêr Hafirê ji aliyê cîhadîstan ve tên hedef girtin
Di binpêkirinên li dijî sivîlan û tesîsên xizmetê de roj bi roj zêde dibe. Nanpêjxaneyek li bajarê Dêr Hafirê ya li Kantona Tebqayê ji aliyê dronekê ve hate hedefgirtin.
Navenda Nûçeyan – Cîhadîstên Heyet Tehrîr el-Şam, hedefgirtina sivîl û tesîsên sivîlan didomîne.
Piştî binpêkirin û koçberkirina bi darê zorê ya ku ji aliyê cîhadîstên Heyet Tehrîr el-Şam ve li dijî taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê yên Helebê pêkhat, hêz û leşkerên bi pere berê xwe dan êniyên pêşîn ên li bajarê Dêr Hafir a li Kantona Tebqayê.
Di vê çarçoveyê de îro cîhadîstên Heyet Tehrîr el-Şam bi dronekî xwekuj li dijî nanpêjxaneyek sivîl a li Dêr Hafirê êrîş pêkanîn. Di êrîşê de tu windahiyên canî çênebûn.
Êrîşa pêkhat, mîna parçeyekî ya zêdebûna berdewamkirina qelskirina pêdiviyên bingehîn ên jiyanê yên gelê tê nirxandin. Li gorî SOHR’ê, ev êrîş di nav çend demjimêran de piştî bombebarankirina tesîsên din ên xizmetê li bajarê Dêr Hafir êrîşa duyemîn bû. Bûyeran hatin jiyîn, di nava gel de tirs û panîk avakir û rasterast gef li aramiya û debara jiyana wan dixwe.
Ev êrîş, ne êrîşa yekem a li dijî Dêr Hafir e. Ji dema ku cîhadîstan rêveberiya li Şamê bi dest xistiye, bêyî berçavgirtina jiyana sivîlan bajar bi karanîna balafir û çekên giran bi berdewamî rastî êrîşên bênavber tê. Ev êrîş ji destpêka salê ve zêde dibin û dibe sedema qetilkirin û birîndarbûna zarok, jin û sivîlan.
Bendava Tişrînê tê bombebarankirin
Hat zanîn ku çeteyên rêveberiya demkî û yên dewleta Tirk bi dronên xwekujî û çekên giran êrişî gundê Qişlê yê derdora Bendava Tişrînê dikin.
Heman çavkaniyan da zanîn ku tu agahiyên din nehatine bidestxistin.