Çalakiya nobetê ya Mexmûrê bi koma 178’an didome

Çalakiya nobetê ya li wargeha penaberan a Mexmûrê ku ji bo mîsogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin, bi dewirgirtina koma 178’emîn didome.

Mexmûr – Çalakiya Nobetê ya li wargeha penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) ku di 20’ê Tîrmeha 2023’an de ji bo mîsogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin, bi dewirgirtina koma 178’emîn, di roja xwe ya 910’an de didome.

Beriya ku çalakî were dewirgirtin ji bo tevahî cangoriyên azadiya Kurdistanê deqeyek rêz hat girtin. Piştî rêzgirtinê li ser navê koma 177’emîn Nuda Nas daxuyaniyek xwend.

Daxuyanî wiha ye:

‘Pêwîste em xwedî li Rêber Apo derkevin’

“Ruxmê ku Rêber Apo pêvajoya ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ dayî destpêkirin jî dijminên gelê Kurd dev ji kiryarên xwe yên qirkirinê bernedane. Taybet dewleta Tirk hertim li riya tinekirina gelê Kurd digere. Di van rojan de jî li Rojavayê Kurdistanê li taxên Kurdan ên Helebê êrişên hovane ku di berjewendiyên daîşê de li ser gel tên meşandin.

Dinava van hovên derdora Kurdistanê de civakek aştî û demokratîk avakirin karek zehmete. Ji bo wê pêwîste em xwedî li Rêber Apo û pêvajoya ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ derkevin, encex em bi vî şêweyî dikarin di pêşerojê de dinava civakek azad û demokratîk de bijîn. Em tevayî şehîdên Helebê yên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bi minet û rêzdarî bibîrtînin.”

Merasîm bi dewirgirtina koma 178’emîn û dirûşmeyan dawî bû.