Platforma Jinên Demokratîk li dijî êrîşan kampanyayek da destpêkirin
Platforma Jinên Demokratîk a Sînoran Derbas Dike, ji bo piştgiriya xwepêşandanên li Rojhilat û Îranê û Rojava kampanyayek da destpêkirin. Platformê, got ku hevgirtina jinan sînoran derbas dike û banga beşdariya kampanyayê kir.
Navenda Nûçeyan - Li Îranê zêdetirê du hefteyan li dijî zextên navxweyî û qeyranên aborî û civakî xwepêşandanên berfireh didome. Her wiha taxên Kurdan ên li Helebê ji aliyê komên cîhadîst ên girêdayî Heyet Tehrîr el-Şam ve rastî êrîşên tund hat. Di van êrîşan de deverên niştecihbûnê yên sivîlan hatin hedegirtin û di encama binpêkirin, komkojî û bombebaranan de bi hezaran kes jiyana xwe ji dest dan û birîndar bûn.
Di roja 18’emîn a xwepêşandanên li Îranê de, Platforma Jinên Demokratîk a Sînoran Derbas Dike bi daxuyaniyekî êrîşên li dijî taxên Şêx Meqsûd, Eşrefiye û Benî Zeyd ên Helebê şermezar kir û bi armanca piştgiriyê dayîna xwepêşandanên li Îranê û rêveberiya xweser a li Rojavayê Kurdistanê kampanyayek da destpêkirin.
‘Serhildana ‘Jin Jiyan Azadî’ di civakê de îradeyek guhertinê ya bêveger diafirîne’
Platformê, di daxuyaniyê de destnîşan kir ku xwepêşandanên li Îranê ne demkî ne û mîna berdewamiya serhildana ‘Jin Jiyan Azadî’ tevahiya pergala zextê hedef digre û di civakê de îradeyek guhertinê ya bêveger diafirîne. Platformê, diyar kir ku ev têkoşîn ne tenê ya jinên Îranî ye, aydê hemû jinên ji hemû gelên ku rastî şer, zilm û cudakariyê hatine ye û sînoran nasnake.
Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku dorpêçkirin û astengkirina xizmetên bingehîn ên li taxên Eşrefiye û Şêx Meqsûd ên Helebê gef li jiyana bi hezaran sivîlan û bi taybetî jî jin û zarokan dixwe û hate diyar kirin ku ev sûcek li dijî sivîlan e. Platformê, di daxuyaniyê de balkişand li ser zêdebûna aloziyan û mudaxeleyên leşkerî yên li Îranê û da zanîn ne zilma hundir û ne jî şerê derve ji bo gel ne çareserî ye.
Têkoşîna jinan didome
Di berdewamiya daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Jin bi rêya grev, berxwedana girtîgehan û hebûna xwe ya çalak li kolanan di navenda şoreşê de cihdigrin û dirûşmeya "Jin Jiyan Azadînîşan dide ku rizgariya civakê tenê bi rêya rêxistinkirina kolektîf û şikandina serdestiyê pêkan e. Têkoşîn tenê bi Îranê re sînordar nîne, li seranserê herêmê li dijî otorîterîzmê tê meşandin û rêveberiya xweser a demokratîk li Rojavayê Kurdistanê jî, di aliyê rizgariya jinê û jiyana hevbeş de modelek bi îlham pêşkêş dike.”
Platformê, destnîşan kir ku yekîtiya jinên herêmî ya nasnameyên etnîkî û siyasî derbas dike, neçariyek dîrokî ye û avakirina platformên hevbeş ên jinan a li dijî şer û zilma li Rojhilata Navîn, ji bo pêşveçûna têkoşînê şertek e û wiha got: “Xwepêşandanên li Îranê li dijî her cûre dîktatoriyê ne û hewldanên kedxwariya şoreşê xiyanetek li îradeya gel e û divê bi taybetî ji bo girtiyên jin ên siyasî û herêmên di bin dorpeçê de, piştgiriya bê şert û merc bê dayîn.”
‘Wê serhildana ‘Jin Jiyan Azadî’ bidome’
Di dawiya daxuyaniyê de hate destnîşan kirin ku ji bo avakirina pêşerojek azad, mafên gel, pirrengiya çandî û zimanî, wekheviya zayendî û beşdariya gel a pêvajoyên biryargirtinê, jêneveger e û wiha hate gotin: ”Avakirina meclîsên gel û torên berxwedana herêmî pêdiviyek lezgin e. Em banga yekîtiyê ya di navbera jin û hêzên demokratîk ên li Rojhilata Navîn de dikin ku li dijî zilm, şer û dorpêçkirinê biseknin. Em tekez dikin wê serhildana ‘Jin Jiyan Azadî’ heta mîsogerbûna azadî, wekhevî û tayînkirina gel a çarenûsa xwe bidome.”