Rojnamegera Tûnisî Şeza El-Hac Mubarek hate berdan
Rojnameger Tûnisî ya girtî Şeza El-Hac Mubarek, piştî girtina bi salan û îhmala cidî ya tenduristiyê hate berdan.
Navenda Nûçeyan – Li Tûnisê rojnameger Şeza El-Hac Mubarek ku di çarçoveya ‘Doza Instalingo’ de hatibû girtin, bi belatkirina ceza û taloqkirina înfazê hate berdan. Rojnameger Şeza El-Hac Mubarek ku bi salan girtî mayî û rastî sûcdariyên giran û îhmalên cidî yên tibî hatî azad bû. Hevpîşe û rêxistinên mafê mirovan ku destek didinê, berdena wê wek ‘gavek, girîng a têkoşîna mafê mirovan û destkeftiyek adilane’ nirxandin.
Berê jî saziyên civaka sivîl û komeleyan, bal kişand ser rewşa tenduristiya Şeza El-Hac Mubarek ku ji 2023’an ve girtiye, banga mudaxeleya tibî ya lezgîn û şopandina tenduristiyê kir. Di çalakiyan de hatibû daxwazkirin ku divê Şeza El-Hac Mubarek were berdan, rewşa wê ya tenduritiyê were şopandin û hemû girtiyên ku bi salene bê sûc di girtîgehan dene werin berdan.
Ji tenduristiya Şeza El-Hac Mubarek rayedar berpirs in
Endama Sendîkaya Rojnamegerên Netewî ya Tûnisê Cîhan El- Luwatî, di parvekirina xwe ya derbarê Şeza El-Hac Mubarek de ev tişt nivîsand: “Di dawiyê de hevpîşeya me rojnameger Şeza El-Hac Mubarek piştî bi salan azad e. Di pêvajoyan ku wek ‘Doza Instalingo’ ku di 2021’an de destpêkirî tê zanîn, ji ber xebatên xwe yên rojnamegertiyê rastî sûcdariyên giran hat. Ji sûcên ‘Li dijî ewlehiya dewletê komplo’ û ‘heqareta li dijî serokkomar’, di 2025’an de 5 sal cezayê girtîgehê girtibû. Di girtîgehê de rastî îhmalên cidî û êrîşan mabû, ji bo tedawiyê bi caran ketibû greva birçîbûnê.
Cîhan El- Luwatî diyar kir ku rewşa herî bi êş, tesbîtkitina tîmorê xirab di zik û singê Şeza El-Hac Mubarek bû. Da zaîn ku piragirêkên Şeza El-Hac Mubarek êm wek diyabet, pirsgirêkên bihîstinê û giraniya çav hebû. Malbata wê bi taybet dayîka wê ji bo vê rewşa bi xeter banga lezgîn li rayedaran kir û rayedar wek ‘îşkence û sûc’ bi navkir û ew berpirs dît.
‘Doza Instalingo’, ji 2021’an heta niha li Tûnisê bû yek ji dozên herî girîng ên siyasî û medyayê. Îdeayên lêpirsînek derbarê şîrketên ku naverokên dijîtal digirt nava xwe, komploya li dijî ewlehiya dewletê, derbaskirina parê reş û heqreta li medyaya dijîtal digre nava xwe. Doz bi dehan siyasetmedar û rojnamegeran digre nava xwe û bi daraza serbixwe re, derbarê asta siyasî de rê li ber nîqaşên berfireh vekir.