Fermandar Denîz Çiya di peyama dawî de gotibû: Em ê heya dawî şer bikin
Yek jî fedaiyên berxwedana Şêx Meqsûd ê Denîz Çiya (Zeyneb Kirdelî) ku di 10’ê Çileyê de li taxa Şêx Meqsûd a Helebê şehîd bû, di peyama xwe de dibêje "Çi dibe bila bibe em ê heya henaseya xwe ya dawîn şer bikin.”
Navenda Nûçeyan – Fermandariya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Şêx Meqsûd û Eşrefiyê îro daxuyaniyek weşand. Di daxuyaniyê de nasnameyên 5 endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn hatin aşkerekirin ku li Şêx Meqsûd ê li dijî çeteyên hikumeta demkî ya Sûriyeyê yên ji aliyê dewleta Tirk ve tên perwerdekirin, çalakiyên fedaî kirine.
Di daxuyaniyê de hate gotin, Deniz Çiya, Hawar Qendîl, Rojbîn Amara, Dilbirîn Qamişlo û Feraşîn Efrîn çalakiyên fedaî li dar xistin û endama ku çalakî kiriye û çeteyan bêrêzî li cenazeyê wê kiriye, şehîd Denîz Çiya ye.
Di daxuyaniyê de peyama şehîd Denîz hat weşandin ku beriya şehîd bibe ji heval û gelê xwe re şandibû.
‘Tu tişt ji rûmeta gelê me parastinê girîngtir nîn e’
Li gorî daxuyaniya Fermandariya Hêzên Ewlekariya Hundirîn, dema ku şer dijwar dibe û edî cihê ku lê senger girtine tengav dibe, fermandar Denîz yekser bi koordîneya şer re van gotinên dirokî dibêje:
“Di van kêliyan de dijminê ku bi feraseta cîhadîst ku ji bo hemû cîhanê û gelên heremê, bi taybetî ji bo jinan, xetereyeke mezin çêdikin, derdora me bi tankên mezin dorpêç kiriye. Hejmareke pir zêde çete êrişî me dikin, heya niha me pir awayên cuda, li hemberî wan çalakî bi pêş xistin lê belê niha em cebilxana ku heyî ji bo ku neqede, bi tedbîr bi kar tînin. Jixwe pêwîst e hemû heval û gelê me bizane çi dibe bila bibe em ê heya henaseya xwe ya dawîn şer bikin. Bangewaziyên teslîmiyetê li me tên kirin, lê çawa ku Zarîfe û Besêyan ji latên Dêrsimê xwe avêt, Rindêxanan bi Pira Malabadê de dawiya jiyana xwe anîn û jiyan ava kirin, em jî tu caran ji berxwedanê paşde gav naavêjin. Niha li gel me hemûyan bombeyeke ku me rakiriye, heye. Ger em bizanin êdî cebilxaneya me dawîn bû, em her 5 heval ê bi hev re dijminê dagirker ku her cure pêkanîn li ser hevrê û gelê me de anîne, çalakiya canbexşane pêk bînin. Çi dibe bila bibe, tu tişt ji rûmeta gelê me parastinê girîngtir nîn e. Yên ku di dema pêwîst de mirinê nedin ber çavan, nikarin bibin henaseya jiyana azad.”
Çeteyên hikumeta demkî demek berê dîmenên bêrêziya li cenazeyê endameke Hêzên Ewlekariya Hundirîn kiribû ku ji avahiyekê diavêjin, weşand. Li hemberî vê bûyerê bertekên gel û yên navneteweyî derketin û daxwaza hesabpirsînê hat kirin.