Agahî ji Gaze Şefî û dayîka wê Îlham Merabî nayê girtin
Platforma Yarsan ragihandibû ku beriya sê rojan ji malbetekê sê kes hatine binçavkirin. Hat ragihandin ku nasnameya kesa sêyem Îlham Mehrabi ye û derberê rewşa Gazel Şefî û dayîka wê Îlham Merabî ti agahî nîn e.
Navenda Nûçeyan – Duh Platforma Yarsan, ragihand ku ji malbetek a Yarsanî sê kes hatine binçavkirin. Di nûçeyê de tenê nasnameya keç û bav ên bi navê Seyyîd Ferşad Şefî û Seyîda Gaze Şefî hatibû diyarkirin. Îro jî çavkaniyên Yarsan, diyar kirin ku nasnameya kesa sêyem dayîka wan a bi navê Îlham Mehrabî ye. Piştrast kir ku tevî ku li ser binçavkirina wan 5 roj derbas bûye hê ti agahî jê nehatine girtin.
Malbata hatî binçavkirin, li bajarê Kerend ê girêdayî Dalahu dijîn û xwedî baweriya Yarsan in. Di heman demê de Seyîde Gaze Şefî wek hunermenda tembûrê û mamosta tê nasîn.