CİSST: Hejmara zarokên di girtîgehan de bû 4 hezar û 421

CİSST, der barê rêjeya dagirtîbûna girtîgehan de raporek weşand. Li gorî raporê; di şeş mehên dawî de hejmara girtiyên zarok ên di navbera temena 12 û 18 salî de ji sedî 2.41 zêde bû û gihişt 4 hezar û 421.

Navenda Nûçeyan – Komeleya Civaka Sivîl a di Pergala Girtîgehan de (CISST), ragihand ku ji meha Çileyê vir ve rêjeya dagirtîbûna girtîgehan ji sedî 131.69 e. Li gorî daneyan, hejmara giştî ya girtiyan li gorî meha borî ji sedî 7.27 e û li gorî şeş mehên dawî ji sedî 2.84 kêm bûye û bû 402 hezar û 12.

Hejmara girtiyên li girtîgehên vekirî li gorî meha Kanûnê ji sedî 12.36 kêm bûye û daket 108 hezar û 59 û hejmara girtiyên li girtîgehên girtî jî, ji sedî 5.18 daket û bû 293 hezar û 955.

Hejmara girtiyan 338 hezar û 109

Girtiyên di girtîgehên girtî de, ji sedî 73.12’ê nifûsa giştî pêk tînin. Hejmara girtiyan, li gorî meha borî ji sedî 8.26 kêm bû û daket 338 hezar û 109 û hejmara girtiyan li gorî meha Kanûnê ji sedî 1.65 kêm bû. Lêbelê di 6 mehên dawî de ji sedî 11.13 zêde bû û gihîşt 63 hezar û 905 kes.

Ji meha Çileyê û vir ve, kapasîteya giştî ya girtîgehan li Tirkiyeyê 305 hezar û 286 e, lêbelê di girtîgehan de kapasîteya ji sedî 131.69 derbas kir û bi giştî 96 hezar û 726 girtî tên girtin.

Hejmara girtiyên ku li ser kapasîteyê têne girtin, li gorî meha borî ji sedî 24.53 kêm bû û lê li gorî di 6 mehên dawî de ji sedî 9.82 zêde bû û gihîşt 96 hezar û 726.

Zarokên di girtîgehê de

Hejmara girtiyên zarok ên di navbera temena 12 û 18 salî de, di meha Çileyê de li gorî meha borî ji sedî 5.25 kêm bû. Lêbelê di 6 mehên dawî de ji sedî 2.41 zêde bûye û gihîşt 4 hezar û 21. Ji sedî 4.57’ê girtiyên di navbera temena 12 û 18 salî de zarokên keç in.

Li gorî daneyên Wezareta Edaletê yên 13’ê Cotmeha 2025’an, hejmara zarokên di bin temena 6 salî de yên bi dayikên xwe re di girtîgehê de tên girtin 881 e.

Hejmara girtiyên ji temena 65 salî mezintir, li gorî meha borî ji sedî 5.64 û di 6 mehên dawî de ji sedî 2.30 kêm bûye û daket 6 hezar û 285.

Hejmara girtiyên jin, li gorî meha borî ji sedî 6.66 kêm bûye. Lêbelê, di 6 mehên dawî de ji sedî 0.59 zêde bû û gihîşt 18 hezar û 946’an.