Li Îranê roja 18’an: Dorpêça dijîtal û tundiya girseyî didome

Xwepêşandanên li seranserî Îranê di roja 18’an de ye, şahidî û bertekên navneteweyî yên derbarê karanîna çekên giran li bajaran, girtina înternetê ya bi zanebûn û bûyerên ku digihîjin asta sûcên li dijî mirovahiyê de zêde dibin.

Navenda Nûçeyan – Îro roja 18’an a xwepêşandanên li seranserî bajarên Îranê ye. Ev 18 roj e 90 milyon mirov, di nava qûtbûna înternetê ku wek wê nehatî dîtin û sînordarkirina têkiliyan dene. Duh bijîşkekê asta stratejiya zextê ya tê pêkanîn derxist holê. Li gorî bijîşk çekên tên bikaranîn gelek cûda ne, li cihê çekên plastîk, çekên giran tên bikar anîn.

Qada bajar veguheriya qada şer û ev rewş jî tê wê wateyê ku rejîm êdî xwepêşandanan wek diyardeyek a protestoyê nabine, wek çeperek ê şer ku li beramberî dijminê derve tê meşandin.

Li gorî şahidiya vî bijîşkî, tundiya gihaye lutkeyê, çekên rast tên bikaranîn û hemwext înternet hatiye qûtkirin. Da zanîn ku hejmarên kuştî birîndarên hatine diyarkirin gelek zêdetirin û gihaye asta felaketê û rejîm hewl dide vê yekê veşêre.

Şopên xwînê yên li bajar hişk bûne, paqijiya ku bi erebeyên şaredariyê tê kirin, morg tije cenazeyên xwepêşanderanin û malbatên di nava şînê de ji bo domandina jiyana xwe, tabloyek a rejîma ku hemû peymanên civaka navnetewî binpê dike nîşan dide.

Di bin siya qutbûna înternetê de

Li seranserî welat qutbûna înternet, lingê medyayê yê li dijî sûcê mirovatiyê ye. Di nav şertan de qutkirina têkiliya gel bi dinyaya derve re, tênê bi girtina kenalên serbixwe yên agahîdayînê sînordar nebûye, di heman demê de li ser pêkanînê zextê kontrola navtewî jî ji holê rakiriye. Divê qada tarî de bi sedan welatî di nava bêdengiyê de hatine binçavkirin, îşkence dîtine an jî hatine qetilkirin. Li holê cihek ku hesab jî bi pirse nemaye.

Zimanê ku ji bo rewakirina sûc tê bikar anîn

Medyaya dewletê (IRIB, Fars, Mehr, Tasnim, Asr-e İran û hwd) di metnên tên weşandin de, em rû birûyî têgînek ku hewl dide xwepêşandanan ji rewatiya wê derbixîne ye. Rejîm bi îfadeyên ‘Proveke’ û ‘derxistina rageşiyê’ mafê protestoya sivîl ji holê radike û xwepêşanderan wek sûcdarê ewlehiyê pêşkêş dike.

Îfadeyên wek ‘terora DAIŞ’ û ‘endamên firotî’, beşên kevneşop, ol û hestên netewî bi armanca kişandinê bi kartînin. Bi vî awayî hewl didin raste rast êrîşkirina ciwanên di navbera 18-28 salî de rewa bikin.

Raporên ji Rojhilatê Kurdistan, Tahran, Esfehan û bajarên din tên, felaketa heye radixe ber çavan.

Li gorî şahidên çavkaniyên mafê mirovan, nîşan dide ku komara Îslamê bi rêbazên rêxistinkirî li dijî xwepêşandanan komkujiyên bi hedef dide meşandin.  

Cenaze bi otubusên şaredariyan hilgirtin, li cihê morgan konteynirên cemidandinê bikar anîn û raste rast gule berdan, ev ne tenê zextek e, beşek ê civakê weke plana bi fizîkî ji holê rakirinê dibîne.

Di vê pêvajoya ku dewleta Îranê înternet qutkirî de, hewl dide vî sûcî ji bîra raya giştî bibe. Lê belê hejmarên ku tê guhertin ku zêdeyî 2 hezar û 12 hezaran kesan jiyana xwe ji dest dane, asta wehşeta krîzê radixe ber çavan. Ev tablo ne tenê pirgirêka ewlehiya hundirîn e, sûcek vekirî li dijî mirovatiyê ye. Tevî ku înternet hatiye qutkitin, çavkaniyên Kurd ên pê bawer diyar dikin ku hêzên Heşdî Şabî jî sewqî Îranê dikin.

Li gorî raporên mafê mirovan zêdeyî 12 hezar kes hatine qetilkirin

Hejmarên fermî hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane wek 2 hezar piştrast kir, raporên qadê û mafê mirovan îşaret bi wê yekê dike ku zêdeyî 12 hezar kesan jiyana xwe ji dane.

Kovara Time, diyar kir ku tevî dorpêça dijîtal, dîmen û wêneyên ku li Îranê derketine, atmosfere giştî welat, şibandine rewşa şer, kolanên tije çekên giran, nexweşxaneyên tije birîndar bûne, cenaze di nav zextê de, navendên tenduristiyên ku xizmetê derketine.

Time bi nêrînek rexengir, diyar kir ku Komara Îslamê, sansûra agahiyan tenê pişrastkirina serbixwe asteng nekiriye, di heman demê de bûye parçeyek ji stratejiya serdegirtina sûcên dewletê. Ev rapor li gel bertekên zêde dibe, ji krîza Îranê ya heye re daxilkirina mekanîzmayên lêkolîna rast pêwîste, carek din anî rojevê.