Qasidên mizgîniya berxwedanê – GOTAR

Ew li dijî êrişan bûn qasidên mizginiya berxwedanê. Rihê berxwedanê yê li taxên Şêx Meqsud û Eşrefiyê derket holê, ne tenê paristina du taxan bû, rihê paristina rûmeta mirovahî û îradeya azad bû jî.

AVAŞÎN HÊLÎN

Ji bo her mirovek, vegotin û pênasekirina hindek hest, raman, bûyer û serpêhatiyan, dişibe jana birîna qalik negirtî. Her wiha jana wê birînê axîn û nalînên kûr ji dilê şikestî, reşka çavên mij girtî û zimanê ji hawaran westiyayî dertînê. Gazî û hawaran, arşê asîman diqetand. Bêdengiya navnetewî, rûreşiya mirovahiyê radixist ber çavan.

Jana dil, hiş û dîrokê kite, peyv û awazên dilê min dêşîne

Ez bi nivîsandina jan û şîroveya rastiyê ewqas dinalim, tiliyên min diricifin û dilê min dişide,  ji hemû deman zêdetir sar û lal bûyî. Wan keç û lawan bi dijwariya şer û bedewiya rûmetê hemû şaneyên xwe sermest kiribûn. Lê îro ez tevî wan xweşikbûn, berxwedan û rûmeta wan a heyamên serkeftinê nivîsandine, dikevim nava bêdengiya kêliyên hestiyar. Pêwîst e ku ez li ser rûpela spî xwîna sor, gotinên serkeftinê, daxwaza qasidên mizgîniya berxwedanê binvîsim. Lê sed mixabin jana dil, hiş û dîrokê kite, peyv û awazên dilê min dêşîne. Ez ê çawa xwe bikim şûn û şûnwariya berxwedana lêhengan û rûreşiya mirovahiyê? Ger hêsan bûya min ê jixwe bi hindek hevokên zuwa û hişk ev nivîs li pêş rûyê xwe winda kiriba. Niha sinca jiyan û dîrokê li ser milê min û hemû mirovahiyê ye.

Tenê 7 deqeyan em bifikirin

 Gelo emê çawa wan keçên kêziyên xwe bi awaza hûnera berxwedan û şoreşgertiyê xemilandî wesif bikin? Emê çawa bejnûbala fermandar Ziyad, awirên wî yên tûj û dijwar, gotinên wî yên kêliyên xatir xwestinê vebêjin? Emê xwe bavêjin bexta kîjan dîroknas, civaknas û helbestvanan, da ku van kêliyan ji dîrokê re bike mal? Ez bawer nakim ku em bikaribin bi tenê 7 deqeyan jî xwe bikin şûna wan û şûnwariya wan. Ka em bi hev re bifikirin, tenê 7 deqeyên ji wan kêliyên azadî, serkeftin, jan, rûmet, mîrate û peymana ku ji me re hiştin. 7 deqeyên zaroka birçî, zaroka ku hîn jiyanê têneghîştiye, bi dengê top û bombeyan li derdora xwe temaşe dike. Yan jî ciwanek ku hîn nû fêrî hevalbendiya lîstok û yariyên keç û lawên cîranê xwe dibû. Pêwîst e ku em wan kal û pîrên xwedî ezmûn, tecrube û bi dahatûya xwe dibûn mamoste ji me re, ji bîr nekin. Eger ku em bikaribin tenê 7 deqeyan xwe bikin şûna wan…

6 rojan bê navber şer û berxwedanî

Her ku ez wan mirovên xwedî sekin, ked, zanyar, bi biryar û hêz û hêzdar tînim ber çavên xwe, dibêjim xwezî û sed caran xwezî…Wan bi biryardarî û berxwedana xwe mirin binpê kirin, mirin veguhertin jîn û jiyanê. Her ku em li ser wan bifikirin emê wateya jiyanê bi navê wan bi bîr bixin û şîrove bikin.

Sêhra axaftinê winda ye di van kêliyên jandar de. 6 rojên bê navber şer û berxwedanî. 144 demjimêrên dîrok û rûmet nivîsandî. Dema ku mirov li ser wê reqema 6 bi xwe jî difikire, dibînê ku di hin wate û şîroveyan bi xwe de jî berpirsyarî, dilovanî, xizmet, hevsengî û parastinê temsîl dike. Dibe banga xwedî derketin, alîkarî û lihevhatine jî. Ger di wateyan de ewqas kombûnan çedike, çima di rastiya jiyan û têkoşînê de wate û pênase binpê dibûn?

Bêdengî hevkarî ye

Komên çeteyên dewleta Tirk û Şamê di 6'ê Çileyê de dest bi êrîşên xwe yên hovane kirin. Du taxên ku bi hemû çand, komîn û bedewiyên cîrantiyê xwe rêxistin kiribûn. Du taxên ku di nava hemû ol û baweriyan, pirrengiya civakan de tevna netewa demokratîk hûnandibû. Ji bo wê bûn hedefa êrîşên hov. Pênasekirina wek êrîş jî, wê zimanekî lîberal be li hember berxwedana Şexmeqsûd û Eşrefiyê. Ew qetlîam û ferman bû li dijî civaka Kurd û mirovahiyê. Ew tolhildana Kobanê û Şengalê bû. Bi hezaran çekdarên çete bi çekên giran ên cûrbecûr êrîş pêk anîn. Bi dron, tang û topan êrîşî nexweşxane û warên sivîlan kirin. Bêrêzî û sûcên şer li hember esîr û cenazeyan kirin. Lê belê li hemberî van êrîşên hovane, hêzên navnetewî, tevahî saziyên mafên mirovan û tenduristî, bêdeng bûn. Wek tê gotin bêdengî hevkarî ye.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn û gelê her du taxan binpêkirina îrade û teslîmbûyînê qebûl nekirin, riya berxwedanê bijartin. Wan cangoriyan xwe kirin şûna qasidên mizginiyê û peyama berxwedanê radigandin. Rihê berxwedanê yê li taxên Şêx Meqsud û Eşrefiyê derket holê, ne tenê paristina du taxan bû, rihê paristina rûmeta mirovahî û îradeya azad bû jî. Parastina hêz û hêzdariya QSD'ê bû.