Bêrîvan Şaho: Rejîma Îranê ji dengê jinan ditirse

Rojnamevan Bêrîvan Şaho têkidarî xwepêşandanên gel ên Rojhilatê Kurdistan û Îranê got: “Rejîma Îranê bi rêya zorkêşî, girtin, darvekirin û belavkirina tiryakê, têkoşînê tepisandibû. Lê bi şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ re ji deng û rengên jinan ditirse.”

HÊLÎN EHMED

Silêmanî – Di 28’ê Kanûna 2025’a de ji ber krîza aborî, siyasî û civakî xwepêşandanên gel li seranserî bajarên Îran û Rojhilatê Kurdistanê destpê kir. Tevî gefên rejîma Îranê yên ji bo çewsandina dengê xwepêşandêran jî, zêdetir berfireh bûne û niha jî di roja xwe ya 19’an de didome. Xwepêşandanên gelê Rojhilatê Kurdistanê û Îranê li dijî rejîmê roj bi roj berfireh dibe, hêzên tebeserkirinê bi çekê êrîşî xwepêşandêran dikin. Heta niha zêdeyî du hezar xwepêşander hatine girtin û bi hezaran xwepêşandêr hatine kuştin. Her wiha ji şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ve rola bi bandor a jinan di xwepêaşdanên Rojhilatê Kurdistan û Îranê de heye. Niha jin tên girtin, darvekirin û kuştin. Ji ber ku di her qadê de jin derdikevin pêşiya wê, rejîma Îranê ji dengê jinan ditirse.

 ‘Welatî ji bo mafên xwe li qadan in’

Rojnamevan Bêrîvan Şaho têkildarî xwepêşandanên gel ên Îranê axivî. Bêrîvan bi bîr xist ku ev bi salan e gel li dijî rejîma Îranê nerazîbûna xwe dianî ziman û wiha got: “Lê belê ev zêdeyî 18 rojan e gel li dijî rejîma Îranê xwepêşadanan li dar dixin. Her wiha tevî xirabbûna rewşa aborî, xwepêşandan ji ber kîna welatiyan a li hember desthilata dîktator a Îranê, mezin dibin. Ev bi salan e kîna gel li dijî desthilata dîktator heye. Piştî şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ desthilata tundrew girtin û îşkenekirina hemwelatiyan tundtir kiriye. Li gorî daneyên en fermî piştî şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ zêdeyî 2 hezar kes li Rojhilatê Kurdistan û Îranê hatine darvekirin.”

Bêrîvan Şaho destnîşan kir ku ev jî bûye sedem ku gel ji bo bidestxistina mafê xwe li hember desthilatiyê serî radikin û wiha domand: “Desthilata Îranê li herêmê her tim bi rêya girtin û darvekirina ciwanan dengê xwepêşanderan qut dike. Niha jî welatî bêyî guh bidin girtin û darvekirinan, ji bo bidestxistina mafê xwe her tim li qadan in. Nerazîbûn li gelek herêman bilind bûye. Rejîma Îranê siyaseta girtin, darvekirin û îşkencekirina welatiyan dimeşîne.”

‘Jin li Rojhilatê Kurdistanê xwedî ruhê şoreşgerî ye’

Bêrîvan Şaho balkişand ser giyanê jinan ê serhildanê û wiha got: “Di encama wê erdnîgariya taybet a heyî de, jin li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê xwedî ruhekî têkoşîn û berxwedanê ne. Her wiha ji berê ve rola girîng a jinan di xebat û têkoşînê de hebû. Jinên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê li hember desthilatek tepeser xwedî têkoşînek dîrokî ne. Her wiha dîrok şahidê têkoşîna jinan e û ku li dijî Rus û Îngilîzan têkoşiyane, her wiha rejîma dîktator a Îranê ji roja ku ava bûye heta niha bi siyaseta tepeser birêve dibe. Di 7’ê Adara 1957’an di encam siyaseta heyî de, nêzî 8-10 hezar jin, daketin qadan û nerazîbûnên xwe diyar kirin.”

Bêrîvan da zanîn ku her wiha her tim kesayetên jin di civakê de hatine bêdengkirin û bi van gotinan balkişand ser raperîna jinan: “Lê belê jinan li gel guherînan xebat û berxwedanên xwe zêdetir kirin. Heta şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ku berxwedana jinan gihîşt asta lutkeyê, êdî di civakê de derket ku heta jin azad nebe, civak jî azad nabe. Jinan ji bo mafê xwe, pêşengtiya çalakî û nerazûbûnan kir. Lê belê desthilata dîktator a Îranê bi tepesandina serhildanên jinan û hemû cihê jinan, li dijî hêza jinan di sekine.  Ji ber wê jî bi rêya girtin, darvekirin û xistina bazarê ya madeyên hişbir, dixwaze jinan tine bike. Ji ber wê divê jin avakirina yekîtiyan bidomîne de da bikarin dengê xwe li dijî rejîma Îranê bikin yek.”

‘Daxwaza hemwelatiya ji holêrakirina desthilat tepesere’

Bêrîvan Şaho di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Jin bi hev re alternatîfek hildibijêrin da deng û armanca xwe bikin yek. Her wiha jinan xebat û têkoşîna xwe ji bo vegera salên 70’an nekirine, da vegerin rewşa koletiyê. Daxwaza welatiyan, têkbirina desthilatiya zextkar e. Cîhan jî li gel wê daxwazê ye. Pergala zexthez tenê bi carekê bi dawî nabe. Bi awayê tepesekirinê nikare dom bike. Ew jî ji ber qebûlnekirina ji aliyê gel ve ye. Her wiha tekane rê ew e ku bikare maf û maf û daxwazên xwe bi encam bike. Ew e ku yekîtiyek di nava gelan û Rojhilata Navîn de ava bike. Divê gel bi yek deng li hemû herêman birijin qadan, ji ber tekane rê ji bo bi dawîanîna desthilata dîktatoriya Îranê, yekbûna gelan e.”