‘Êrîşên li ser taxên Kurdan bandora neyînî li ser pêvajoya aştiyê dike’
Fatma Bostan Unsal, li ser pêvajoya aştiyê ya li Tirkiyeyê didome diyar kir ku hê jî tiştên berê tên dubarekirin, atmosfera muzakereyên berfireh ava nebûye, bal kişand ku êrîşa li ser taxên Kurdan ên li Helebê bandorek neyînî li ser pêvajoyê kiriye.
SARYA DENÎZ
Stenbol – Tirkiye, piştî pevçûn û şîdeta ku bi salan e didome, bi pêvajoya aştiyê ya hatiye destpêkirin, gihîştiye qonaxeke krîtîk. Vê pêvajoyê bi aliyên xwe yên siyasî, civakî û aborî mijara herî hesas û diyarker a rojeva welat e. Gavên ku divê dewlet bavêje, nêzikahiya muxalefetê, bendewariyên civaka sivîl û helwesta akorên navneteweyî, li ser çawaniya pêvajoyê rasterast bi bandor in.
Ji bo ku pêvajo bidome, ne tenê aliyên ku şer dikin divê nêzikahiyeke ku hemû beşên civakê bigre nava xwe hebe. Serkeftina pêvajoyê hem dê ji bo Tirkiyeyê gavên ji bo demokratîkbûnê bi hêz bike hem jî bibe model û bandora erênî li ser îstîqrara herêmî bike. Di nirxandinan de bal tê kişandin ku divê vên bê encam ên qalibgirtî ku di pêvajoyên berê yên çareseriyê de hatibûn avêtin dubare nebin.
Di vê pêvajoya hesas a ku her tişt ketiye nava hev de, êrîşên li ser taxên Kurdan ên Helebê, desteka dewleta Tirk a ji bo çeteyan, gavên ji dil ên ku divê ji bo pêvajoya aştiyê werin avêtin ji nû ve tîne rojevê.
‘Muzakereyek bi aqil û bi cesaret nayê meşandin’
Em bi seroka Komeleya Însiyatîfa Maf, Fatma Bostan Unsal re li ser pêvajoya heyî, bandoren helwesta siyasetmedaran, pêşketinên dawî û tiştên ku ji bo pêvajoyê pêwist in axivîn. Fatma Bostan Unsal bi bîr xist ku salek di ser pêvajoyê de derbas bûye û bi gotinên; “Tirkiye mixabin di warê çareserkirina pirsgirêkan de serkeftî nîn e” diyar kir ku di vê pêvajoyê de tu pêşketin çênebûye. Fatma Bostan Unsal, got ku ji bo pirsgirêk bi awayekî rast were tesbîtkirin û di warê derfetên ku ji çareseriyê çêbibin de muzakereyên bi cesaret nehatine meşandin û diyar kir ku tiştên di raya giştî de jiberkirî ne hê jî dubare dibin. Fatma Bostan Unsal, da zanîn ku atmosfereke giştî ya layîqê pêvajoya muzakereyan nehatiye avakirin û got ku tevî vê yekê jî ji ber pêvajo hê didome ev yek derfeteke girîng e.
Tiştên jiberkirî hê jî didomin
Fatma Bostan Unsal diyar kir ku weke pêvajoyên berê yên çareseriyê, he jî hinek hînbûyînên jiberkirî didomin û bal kişand ku vegotinên ku ji civakê re behsa pêvajoyê bikin û wan îkna bikin nehatine gotin. Fatma Bostan Unsal li ser Şerê Rizgariyê û pêvajoya Lozanî rewîtiya dîrokî ya Tirkiyeyê nirxandin kir, bal kişand ser lêgerînên pêvajoyên krîtîk ên ji dîrokê ve heta niha didomin û wiha berdewam kir: “Hatibû tercîhkirin ku Tirk û Kurd bi hev re ne, neteweyek in. Di vê çarçoveyê de di dema Osmaniyan de Kurd û Tirk bi hev re jiyabûn, di hevdîtinên Lozanê de jî ve rewşê demek dirêj hatibû nîqaşkirin lê hêzên mezin vê yekê nepejirandin û Komara Tirkiyeyê di pêvajoyên destpekê de dest ji wan gotinan berneda.”
‘Divê di qada giştî de muzakere werin kirin’
Fatma Bostan Unsal diyar kir ku li Tirkiyeyê demek dirêj e pirsgirêka Kurd ji derveyê hiqûqê hatiye hiştin, bal kişand ser windahiyên mezin û wiha berdewam kir: “Ji pêncî hezarî zêdetir mirov hatin kuştin, bi milyaran dolar zirara aborî çêbû. Tirk û Kurdan gelek tişt me winda kirin. Em niha ber bi riyeke nû û pêşerojeke nû ve diçin. Divê dema ku em ber bi riyeke din ve diçin, em van bînin bîra xwe. Ango şaşî li ku hat kirin. Divê têkildarî vê yekê, mercên muzakereyek werin avakirin, hinek tişt werin pejirandin lê em hê nehatine vê derê. Hê jî gotinên di pêvajoyên ji derveyî hiqûqê de didomin û meşrû tên dîtin. Ji ber vê yekê bi awayekî berfirehtir divê muzakereyên di qada giştî de werin kirin.”
‘Ne şert e ku em di nava heman sînoran de bin’
Fatma Bostan Unsal bal kişand ser hevkariya Kurd û Tirkan a di pêvajoya avabûnê Tirkiyeyê de û got ku divê ji nû ve li ser têkiliyên dîrokî yên têkiliyên herêmî fikirandin çêbibe.
Fatma Bostan Unsal bal kişand ser Kurdên li Bakurê Sûriyeyê dijîn û xizmên Kurdên welatiyên Tirkiyeyê ne her wiha Kurdên li herêmên Mûsil û Kerkukê û da zanîn ku bi salan re bi pêşketinên siyasî re mekanîzmayên cuda yên hevkariyê derketine holê û got: “Bêguman gelek sal derbas bûn êdî di encama pêşketinên siyasî yên cuda de, mekanîzmayên hevkariya cuda hene. Ango ne şert e em di nava heman sînoran de bijîn. Tevî vê jî divê têkilî baş bin. Têkiliyên baş ên ku Tirkiye bi Tirk, Kurd û hêzên ku îro li herêmê xwedî statu ne re çêbike dê ji bo her kesê bixêr bin û bibin bingeha avabûna prgaleke nû.”
Êrîşên li ser gelê Kurd
Fatma Bostan Unsal bal kişand ser êrîşên li Helebê li ser taxên ku zêdetirî şêniyên wan Kurd in û gotinên xwe wiha berdewam kir: “Trajediya li Helebê bi rastî jî pir mirov xemgîn dike. Di dema sere navxweyî de jî li Helebê pergalek hatibû avakirin. Yek ji cihên ku perwerde lê herî baş e Heleb bû êdî me navê taxên Helebê ji ber kiribû. Di êrîşa li ser taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê de 300 hezar mirov bi bandor bûn. Ji ber vê yekê me dixwest Tirkiye beriya wan êrîşan, ji bo berdewamkirina pêvajoyê îradeyek xurt nîşan bida. Ji ber ku pêvajoyeke aştiyê heye. Ji aliyekî ve ez wiha difikirim: Gotinên Trump ên ‘Tirk û Kurd jixwe dijminên hev in’ hene. Divê ku siyasetmedarên Kurd li dijî gotinên wiha bertekên pir mezin raber bikirana. Gelo em ê çima dijminên hev bin? Welatiyên Tirkiyeyê xizmên Kurdên li Helebê ne. Divê em hev hêmbêz bikin. Divê herî zêde em bixwazin rewşa wan baş be.”
‘Divê Tirkiye li cihê QSD’ê li hebûna Îsraîlê ya li herêmê binêre’
Fatma Bostan Unsal, diyar kir ku di rewşa ku êrîşên hovane yên li ser Filistînê bi taybetî Xezayê didomin de divê Tirkiye li cihê Îsraîlê xwedî li xizmên welatiyên xwe yên li Helebê derbikeve û bi gotinên; “Divê Tirkiye ku ji wan mirovan sekna xwe ya aştîxwaz bidomînin, giraniya xwe nîşan bida” bal kişand ku divê Tirkiye bi hêzên herêmî re mutabaqata aştiyê esas bigre. Fatma Bostan Unsal diyar kir ku Tirkiye li cihê li ser hebûna QSD’ê disekine divê li ser hebûna Îsraîlê ya li herêmê û polîtîkayên wê bisekine û got ku êrîşên li ser herêmê xeyalên mirov dişkînin.
‘Divê Tirkiye dest ji vê helwesta xwe berde’
Fatma Bostan Unsal li ser hedefgirtina jinan jî bi gotinên; “Di salên dawî de, di şeran de hedefgirtina bedena jinan tesadufî nîn e. Li Xeza û Sûdanê jin rastî tacîz û tecawizê tên. Ev rewş bi tu awayê nayê qebûlkirin”diyar kir ku divê Tirkiye dest ji helwesta xwe ya di mijara Helebê de berde û gotinên xwe wiha bi dawî kir: “Divê ku bûyerên li Sûriyeyê zirarê nedin hevdîtinên aştiyê yên li Tirkiyeyê. Çiqas zû ji şaşiya li Helebê hatiye kirin vegere dê ewqas baş bibe. Divê ji bo mirov di mercên aştîxwaz de bijîn, Tirkiye rolele çalak bilîze.”