Li Suweydayê ji bo mafên jinan rehber hat amadekirin
Li Sûriyeyê ji aliyê rêxistinên civaka sivîl ve li dijî tacîza zayendî, rehbera neteweyî ya têkoşîna bi tacîzê re hat weşandin û ev yek weke gaveke ber bi mercên xebata bi ewle û adil ve tê dîtin.
ROŞÊL CANYOR
Suweyda — Di pêvajoyeke ku di saziyên civakî de polîtîkayên parastinê qels in, pêdiviya bi polîtîkayên taybet ên ji bo parastina sivîlan ji tacîz û binpêkirinan zêde dibe de; Navenda Welatîbûna Wekhev a li bajarê Suweyda yê Sûriyeyê, Rêxistina Beytna (Beîtna) û gelek saziyên sivîl ên li bajarên din ên Sûriyeyê, bi hevkarî ji bo avakirina wê polîtîkayê rehberek hat weşandin.
Rehbera bi navê “Rehbera Neteweyî ya Têkoşîna bi Binpêkirin, Mêtinkariya Zayendî û Tacîzê” re ku nêzî mehek berê hat weşandin di nava rêxistinên civaka sivîl xaleke werçerxa ji bo avakirina bingeha xebata adil û wekhev e.
Vê rehberê bi keda kolektîf a 12 salan derket holê. Ji bo rêxistinan, çarçoveyek ku xebatkaran ji binpêkirinên zayendî biparêze, jinan bi hêz bike û polîtîkayên zelal amade bike ku beşdariya wan bikeve bin temînatê pêşkêş dike.
Armanc bidawîkirina cudakariyê ye
Dîrektora îcrayê ya rêxistina Riyên Aştiyê (Masarat Selam) (Barış Yolları) , parêzer û aktîvîsta sivîl Şurûq Ebu Zeydan, diyar kir ku rehber ji aliyê Navenda Welatîbûna Wekhev bi hevkariya bi rêxistina Beytna re, projeyek hatiye amadekirin. Şurûq Ebu Zeydan da zanîn ku wan projeyê girtine ser xwe, got ku xebata wan di nîsana 2024’an de dest pê kiriye, di Kanûna 2024’an de bi dawî bûye.
Şurûq Ebu Zeydan bal kişand ku rehber bi aweykî ku hemû xebatkarên civaka sivîl biparêze zelal e, di demek ku pêdivî bi polîtîkayên navxweyî heye hatiye amadekirin û got: “Navenda Welatîbûna Wekhev, ji sala 2012’an ve heta niha bi baweriya ku hemû cudakariyên li dijî jinan bi dawî bike û li Sûriyeyê di navbera jin û mêran de feraseta welatîbûna wekhev ava bike dixebite. Bi taybetî li ser mercên xebata sivîl a li erdnîgariya Sûriyeyê radiweste.”
Ji bo rehberê kombûn hatin lidarxistin
Şurûq Ebu Zeydan, diyar kir ku sedema amadekirina rehberê ew e ku di rêxistinan de têkildarî têgehên tacîz, mêtinkariya zayendî û destdirêjiyê de ferasetek vekirî kêm e got ku ji ber vê yekê divê polîtîkayên xweser ên navxweyî ji bo vê qadê hebin. Her wiha bal kişand ku polîtîkayên wiha êdî ji bo rexistinên li Sûriyeyê dixebitin ji bo hevkariya bi rêxistinên din re ji aliyê gelek bexşkaran ve weke şert tên daxwazkirin û wiha got:“Rehber, bi liberçavgirtina zagonên cuda û têkiliyên siyasî, hat amadekirin. Ji bo ku di rewşên tevlîhev de polîtîka bikaribin werin pêşxistin rehbereke pratîk e û çarçoveyek hêsan pêşkêş dike. Di pêvajoyeke ku Sûriye di fiîlî de bandorên herêmên wê cuda bûbûn (Bakur Rojhilat, herêmên navîn û başûr) hat amadekirin. Her herêm xwedî çarçoveyek zagonî û mekanîzmayên operasyonel e. Di vê rewşê de pêwist bû ku li her herêmê beşdariya berfireh bi saziyên civakî re çêbibe. Ji her herêmê, 5 sazî, bi giştî 20 salî li gorî mezinbûna saziyê, awayê xebatê, hebûna polîtîkayên navxweyî an jî tunebûn û krîterên weke pergala lîsanskirinê hatin hilbijartin. Her wiha parêzerên li herêmê, ji bo ku çarçoveya zagonî ya li her herêmê vebêjin, beşdarî rûniştanan bûn. Di dema xebatÊ de me dît ku di mijara lîsanskirinê de di navbera herêman de cudahiyên mezin hene. Gelek saziyên li Sûriyeyê, ji ber astengiyên ji ber rejîma berê, bê lîsans dixebitîn. Di encama rûniştinên herêmî, hevdîtin û lêkolînên li ser maseyan de me naveroka yekem a rehberê amade kir. Dûre der barê naveroka rehbere de ji bo em perwerde bidin û kêmasiyan temam bikin, me bi saziyên hevpar re parve kir. Ji bo ku sazî bikaribin li herêmên xwe bi awayê serbixwe agahî bidin û polîtîkayayan bipejirînin, me bernameya ‘perwerdekirina hîndekar’ li dar xist. Piştî ku ev merhele hemû temam bûn me versiyona dawî ya rehbere tekez kir.”
‘Astengiyên li ser xebatê didomin’
Şurûq Ebu Zeydan got ku hatibû plankirin ku rehber di Kanûna 2024’an de were weşandin û wiha domand: “Li ji ber guherînên siyasî yên bil ez ku ku bi hilweşîna rejîma Sûriyeyê çêbû, li gelek herêman binpêkirinên mafên mirovan zêde bûn loma em neçar man lansmanê paşve bixin. Her çendî niha di porsedurên lîsanskirinê de hinek guherîn çêbibin jî astengiyên li ser xebatên saziyên civakî didomin. Bi taybetî ji ber ku jin ji pêvajoyên siyasî û biryaran li derve hatine hiştin, ji bo beşdariya jinan a jiyana giştî hê jî nîqaş didomin. Ev rewş rastiya jinên ku di saziyên civakî de dixebitin bi bandor dike.”
‘Armanc bihêzkirina jinan e’
Şurûq Ebû Zeydan, bal kişand ku armanc bi rehberê ew e ku jinên di saziyên civakî de dixebitin werin bihêzkirin, ji binpêkirinan werin parastin û ji bo wan hem ji aliyê psîkolojîk ve hem jî fizîkî ve mercên xebatê yên bi ewle werin avakirin û got: “Ev yek dê ji bo jinan mercên ku bikaribin xebata xwe bidomînin, bi aktîf beşdar bibin û hem di nava saziyan de hem jî di civakê de bigihîjin pozîsyonên biryargirtinê. Her wiha li gorî mercên taybet ên jinên li herêmên cuda hatiye amadekirin.”
‘Pejirandina polîtîkayên zelal esas e’
Surûq Ebu Zeydan, da zanîn ku derengmayîna weşandina rehbere ji ber êrîşên li ser hinek herêman û herî dawî jî komkujiyên li Suweydayê bûye û wiha bi dawî kir: “Koma herêmî, ji ber ku li ser bûyerên mirovî û ewlehî sekini, nikaribû lansmanê bi tamamî kontrol bike. Tevî hemû zoriyan jî piştî şêwrên navxweyî yên li Navenda Welatîbûna Wekhev, rehber hat weşandin. Ev gav, ji bo ku saziyên civakî bikaribin dengê civakê bigihîînin, teşe bidin polîtîkayan û ber bi guherînê ve teşwîq bikin pir girîng. Pergala baş a civaka sivîl ji hundir destpê dike. Şertê vê ew e ku mercên polîtîkayên zelal ên jin û mêrên xebatkar diparêze, mafên mirovan esas digre û xebata li ser edalet û wekheviyê were avakirin.”