Li Qendîlê Newroz bi coş hat pîrozkirin

Newroza Azadiyê li Binarê Qendîlê yê Başûrê Kurdistanê bi beşdariya hezaran kesan, bi coş hat pîrozkirin. Dî pîrozbahiyê de peyama Abdullah Ocalan careke din hat xwendin. KCK’ê jî peyam şand pîrozbahiyê.

Navenda Nûçeyan – Pîrozbahiya Newroza Qendîlê bi dirûşmeya “Bi ruhê Newrozê Rêber Apo Azad dikin, civakek demokratîk ava dikîn” hat lidarxistin.  

Li qada ku bi alên PKK’ê û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat xemilandin, bênavber dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” hat berzkirin. 

Piştî pêxistina agirê Newrozê ya ji aliyê malbatên şehîdan ve, peyama Komîteya Amadekar a Newroza Qendîlê hat xwendin.

Di pîrozbahiyê de peyama Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê û gelek peyamên din jî hatin xwendin. Di peymanê de hat gotin, “Newroz ji bo gelê Kurdistanê bûye sembola yekîtî, hevgirtin û azadiyê. Gelê Kurd bi Newrozê xwe afirandiye û azad kiriye. Rêya ji şer, zext, talan, kaos û qeyrana modernîteya kapîtalîst derketinê, civaka demokratîke. Êdî divê pergala êşkencê ya Îmraliyê bi dawî bibe, Îmralî ji holê were rakirin, Rêber Apo demek beriya demekê azad bibe. Divê ji bo vê yekê em têkoşînê bilind bikin. Em sala 2025’an bikin sala azadiya fizîkî ya Rêber Apo.”

Di pîrozbahiyê de peyama Rêber Apo ya ku 27’ê Sibatê (2025) ji aliyê şandeya DEM Partî ve ji riya giştî re hatibû eşkerekirin jî, careke din hat xwendin.

Pîrozbahî bi stranên komên muzîkê, dirûşme û govendê dom kir.