Li Miştenûra Kobanê agirê Newroza azadiyê

Bi hezaran ji şêniyên kantona Firatê Newroza 2025’an li girê Miştenûr yê Kobanê bi coş û biryareke mezin pîroz dikin.

Kobanê – Di bin diruşmeya ‘Bi azadiya fîzîkî ya Rêber Apo misogeriya civakeke demokratîk’ bi hezaran ji şêniyên kantona Firatê yên ji bajarê Kobanê, Sirîn û Eyn Îsa yê, Rêveberiya Xweser, partiyên siyasî, sazî û rêxistinên sivî, her wiha nûner li ser asta Bakûr û Rojhilatê Sûriyê cejina Newrozê bi şahiyeke bi heybet pîroz dikin.

Gel, jin, ciwan û zarokan bi cil, berg û xemla xwe ji seatên sibehê ve ber bi girê Miştenûr ve herikîn ku bi coşeke mezin li qada pîrozbahiyê a bi poster û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye xemiland, kombûn.

Şahiyê bi deqeyek rêzgirtin destpê kir, piştre agirê Newrozê li gel silogan û tilîliyan hat pêxistin. Paşê peyamên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin guhdarkirin.

Di şahiyê de gelek axaftin û peyam hatin dayîn.

‘Emê li gel Rêber Apo jiyaneke azad, wekhev û aştiyane misoger bikin’

Cîgira Encûmena Cîbicîkar a kantona Firatê Mizgîn Xelîl: “Newroza ku nûnertiya azadî, aştî û dîmokratiyê dike ji Kawayê Hesinkar û heta niha têkoşîn li dijî zordarî, koletî û tarîtiyê tê meşandin. Îsal jî em dibînin ku kawayên hemdem li dijî heman hişmendiyê berxwedana ji bo azadî û aştiyê dikin. Em Newroza îsal bi banga dîrokî a Rêber Apo pêşwaz dikin ku bi vê wesîleyê soza dewamkirina berxwedana ji bo   azadiyê fîzîkî a Rêber Apo didin ku emê li gel wî jiyaneke azad, demokratîk û wekhev misoger bikin. Weke Rêveberiya Xweser jî emê erkên xwe yên demê bicih bînin û bi rihê agirê Newozê hemû pêkhateyan hemêz bikin.”

‘Emê pêşengiyê bikin ku agirê Newroza 2026’an bi destên Rêber Apo were pêxistin’

Endama kordînesyona Kongreya Star Macîde Hesûn wiha got: “Îsal hêviya me hemû jinan û gelên azadîxwaz ew bû ku agirê Newrozê bi destên Rêber Apo were pêxistin, tevî ku ev yek pêk nehat lê bi peyama wî re Newroz û berxwedana me derbasî qonaxeke nû bû. Lewra ji bo ku agirê Newroza 2026’an ji aliyê Rêber Apo ve were geşkirin, emê weke jin pêşengiya têkoşîna azadiya fîzîkî a Rêber Apo bikin. Dijmin xwest ku Newroza îsal lewaz bike, lewra komkujiyeke hov li Kobanê pêkanî. Lê pêxstina agir li girê Miştenûr bersiva herî mezin a li dijî dagikerî û zordariyê ye.”

Gel bê navber silogan berzkirin û xelekên govendê digerînin.

Herî dawî koma Botan, hunermed Sûmeya Mihemed, koma dayîkan a govendê, hunermend Hisên Xanî, koma şehîd Yekta a şano, hunermed Daniş Botan, koma şehîd Sînan a govendê, hunermend Şêrîn Elî, hunermend Qemer, koma Gîvara û koma şehîd Xabûr dê stran, govend û hûnera xwe pêşkêş bikin.

Şahiya Newrozê bi berzkirina diruşmên ‘Bê serok jiyan nabe’ û ‘Berxwedan jiyan e’ bi dawî bû.