Ji Binarê Qendîlê li dijî êrişan bang li Kurdan: Bibin yek
Rêvebera Meclîsa jinan a Qendîlê Serwîn Cemal û Hevşaredara Binarê Qendîl Lavan Ehmed Emîn têkildarî êrîşên li ser taxên Kurdan û berxwedana gotin ku “Armanca dewletên dagirker, dagirkirina taxên Kurdan e.”
Binarê Qendîl – Di demek ku cîhan çavê xwe li sûcê dijî mirovatiyê digre de, taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiye yên Helebê, carek din bû sembola berxwedana bê hempa. Di rojên borî de çeteyên cîhadîst ên rêveberiya demkî ya Sûriyeyê bi havkariya dewleta Tirk, êrîşên hovane birin ser gelê sivîl, lê belê îradeya gel ya li herêmê hemû planên wan têk bir.
Rêveberiya Meclîsa Jinan a Qendîlê Serwîn Celal û Hevşaredara Binarê Qendîlê Lavan Hemed Emîn têkildarî êrîşên li ser taxên Kurdan û berxwedana li wê derê hat nîşandan, ji ajansa me re axivîn.
‘Armanca sereke dagirkirina taxên Kurdan bû’
Serwîn Celal têkildarî êrîşên li ser taxên Kurdan balkişand ser hevkariya hêzên navnetewî û wiha got: “Ew êrîşên li dijî taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiye, ne tenê karê hêzek a hikûmeta Şamê ye, peymanek qirêj a di navbera paşmayên DAIŞ’ê, rejîma Sûriyeyê û dewleta Tirk a dagirker de ji bo ji navbirina destkeftiyên gelê me ye. Armanca sereke ya van êrîşan, dagirkirina taxên Kurdan e. Lê belê berxwedana şervanan û gel, dersek dîrokî da dagirkeran.”
‘Li dijî van êrîşan hemû gelê Kurd li her çar aliyên Kurdistanê bûn yek’
Serwîn Celal civaka navnetewî bi tundî rexne kir û bi van gotinan bal kişand ser rola wan a di van êrîşan de: “Di demeke ku Kurd bi tenê û bêyî alîkariya leşkerî xak û şervanên xwe diparêze de, dewletên serdest ku behsa parastina mafê mirovan û demokrasiyê dikin, bêdengiyê bijartin. Îro gelê me diruşmeyên ‘An jiyanek azad li ser xaka xwe an mirinek bi şeref’ bilind kirine. Li dijî van êrîşan hemû gelê Kurd li her çar aliyên Kurdistanê bûn yek. Xwepêşandanên Rojhilatê Kurdistanê li dijî rejîma Îranê û berxwedanan Rojava, bûye haveyna yekîtiya rihê netewî. Ev ji hemû qonaxên berê cûdatir e.”
‘Êrîşên li ser Rojava beşek ji senaryoyên navnetewî ye’
Hevşaredara Binarê Qendîlê Lavan Hemed Emîn diyar kir ku êrîşên li ser Rojava beşek ji senaryoyên navnetewî ye û wiha got: “Rojava îradeya xwe ya ji pola, nade destê kesê. Ji Qendîlê heta Kobanê û Efrînê, dilê me li ger berxwedanvanan e û êşên me heman in. Gelê Kurd fêrî wê bûye ku her tim li ser lingê xwe bimîne û vê carê jî bi îradeyek nayê şikandin, li dijî planan sekinî.”
‘Heta gelê Kurd nebe xwedî yek helwest, xetereya dagirkeriyê dê bidome’
Lavan Hemed Emîn di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser girîngiya bicihkirina felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ji bo yekîtiya gelan û wiha got: “Heta gelê Kurd nebe xwedî yek helwest û yek dengî, xetereya dagirkeriyê dê bidome. Bangawaziya min ji bo hemû beşan ew e ku di vê qonaxa hestiyar de piştevaniya Şêx Meqsûd û Eşrefiye bikin.”