Agirê Newrozê bersiva plan û siyasetên tunekirinê ye

Rêvebera Peymangeha amadekirina Mamosteyan a bajarê Hesekê Jînda Ehmê bal kişand ser kelecan û coşa Newroza îsal û got: “Rêber Ocalan Newrozê kir Newroza gelan. Agirê Newrozê bersiva plan û siyasetên tunekirinê ye.”

RONÎDA HACÎ

Hesekê- Meha Adarê ya ku jê re heyva Newrozê tê gotin, ji bo gelê Kurd heyva salvegera şîn û şahiyan e. Roja herî girîng a vê heyvê, roja 21’ê Adarê ye. Newroz cejna gelê Kurd a neteweyî ye. Di 21’ê Adara BZ. 612’an de Kawayê Hesinkar li hemberî Dehaqê zalim ku xwîna ciwanan dirijand serî radike, kirasê xwe dike al û derdikeve serê çiya, ciwanan li dora xwe kom dike û êrîş dibe ser Dehaq, bi cakûçê xwe serê wî diperciqîne. Bi vî rengî dawî li dîktatoriya Dehaq tê. Kawayê Hesinkar ji bo nîşaneya azadî û serkeftinê, agir li serê çiya vêdixe loma agir di Newrozê de bûye sembola xilasî û azadiyê.

Ligel ku Adar meha Newrozê ye, di heman demê de rojên bi êş jî tê de hene. Helebce, şewata li zîndana Hesekê, Serhildana Qamişloyê, dagirkirina Efrînê, teqîna Newroza Hesekê û herî dawî jî komkujiya ku li gundê Berxbotan ê Kobanê pêk hat. Têkildarî vê mijarê Rêvebera Peymangeha amadekirina Mamosteyan a bajarê Hesekê Jînda Ehmê ji ajansa me re axivî.

‘Li dijî gelê Kurd siyaset û kiryarên tunekirinê didomin’

Jînda Ehmê anî ziman ku li dijî nasname û hebûna gelê Kurd plan û siyasetek kûr a tunekirinê tê meşandin û axaftina xwe wiha  domand: “Li dijî nasnameya Kurd bi hezaran salan e siyaseteke qirêj tê meşandin û bi gelek rê û rêbazan berdewam dike. Gelê Kurd ji dîrokê ve heta niha li hemberî neheqî û zordestiyê serî hildaye. Heyva Aadarê ji bo gelê Kurd heyveke pîroz e û destpêka serhildan û xelasiyê ye. Ji ber ku tê de du rojên taybet ên dîrokî ku hebûn û nasnameya me diparêzin hene 8’ê Adarê û 21’ê Adarê hene. Newroz ji bo gelê Kurd xwedî dîroka rizgariyê ye, di vê rojê ve Kawayê Hesinkar li dijî serdarê zordest Dehaq serî hilda û wî têk bir, agirê xelasiyê gur kir. Ji vê rojê heta niha xeta berxwedanê ya li dijî plan û kiryarên tunekirin û paşverûtiyê dest pê kirin û heya îro berdewam dikin.”

‘Bi komkujiya Helebceyê re mirovahî mir!’

Jînda Ehmê da zanîn ku dijminên Kurdan dixwazin heyva Adarê veguherînin heyveke bi êş û wiha got: “Hêzên desthilatdar li dijî nasnameya Kurd plan û kiryarên qirêj didomînin, dixwazin heyva Adarê ji bo gelê Kurd veguherînin heyveke reş. Agirê Newrozê yê ku her sal tê vêxistin bersivek ji plan û kiryarên ku dimeşanîn re ye. Lewma her dem di vê heyvê de komkujî bi serê gelê Kurd de pêk anîne. Mîna komkujiya Helebceyê ya ku di 16’ê Adara 1988’an de bi çekên kîmyewî ji aliyê Sedam Huseyîn ve li dijî Kurdên Helebceyê hat kirin. Di encamê de 5 hezar jin, mêr, zarok û extiyarên Kurd jiyana xwe ji des dan. Ev komkujî wisa bi êş bû ku tu car nayê jibîrkirin. Mirov dikare bêje ku mirovahî bi komkujiya Helebceyê re mir!”

‘Rejîma Baasê pîrozbahiya Newrozê asteng dikir û li dijî Kurdan komkujiyan dikir’

Jînda Ehmê behsa kiryarên rejîma Baasê kir, bal kişand ser şewata li zindana Hesekê û wiha domand: “Rejîma Baasê li dijî Kurdan gelek plan û êrîş dimeşandin. Di roja 24’ê Adara 1993’yan de zindana Hesekê ji aliyê rejîma Baasê ve hat şewitandin û komkujiyek çêbû. Di encamê de 61 kesan jiyana xwe ji dest dan, 25 ji wan Kurd bûn. Di heman demê de di 12’ê Adara 2004’an de rejîma Baasê hewl da fitneyê di navbera Kurd û Ereban de derxe û di encamê de 160 kes birîndar bûn, 30 Kurdan jiyana xwe ji dest dan. Rejîma Baasê di roja Newrozê de her dem dixwest tevliheviyan derxe û pîrozbahiya Newrozê asteng bike. Gelek caran di vê rojê de ciwanên Kurd dîl girt û îşkence li wan kir. Newroza îsal ji ber hilweşandina vê sîstemê cuda ye.”

‘Planên ji bo qirkirina Kurdan bi koçberkirin û dagirkeriyê berdewam dikin’

Jînda Ehmê balkişand ser êrîşên  dewleta Tirk a dagirker jî û axaftina xwe wiha domand: “Dewleta Tirk a dagirker di 20’ê Çileya 2018’an de êrîşê kantona Efrînê kir, di encamê de roja 18’ê Adarê Efrînê dagir kir. Bi dagirkeriya Efrînê re bi hezaran kes neçarî koçberiyê bûn û bi sedan kes jî birîndar û şehîd bûn. Dewleta Tirk a dagirker li şûna koçberan malbatên çeteyan li Efrînê bi cîh kir û herî dawî li gundê Berxbotana Kobanê jî li dijî malbateke sivîl ku xwestin bi şahiyê Newrozê pêşwazî bikin komkujî pêk anî, di encamê de 9 kes hatin qetilkirin 7 ji wan zarok bûn.”

‘Agirê Newrozê dê her dem geş be û bibe bersiv’

Jînda bal kişand ser teqîna Newroza 2015’an ku li gundê Miftî yê bajar Hesekê ji aliyê şaneyên razayî yên çeteyên DAIŞ’ê ve pêk hat û got: “Di şeva Newroza 2015’an de teqînek çêbû. ji aliyê şaneyên razayî yên DAIŞ’ê ve hat kirin û di encamê de 53 kesan jiyana xwe jidest dan. Xwestin bi vê teqînê Newroza gelê Kurd asteng bikin, lê Agirê Newrozê ew ê her dem li hemberî zilm, zordarî û planên qirkirinê geş bibe û bibe bersiv.”

‘Rêber Ocalan Newrozê kir Newroza gelan’

Jînda destnîşan kir ku wê Newroza 2025’an bibe Newroza azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan, bibe çareseriya krîza Rojhilata Navîn û wiha axaftina xwe bidawî kir: “Newroz ji bo gelê Kurd rojeke dîrokî ye, Kurd li ku derê bin bi hest û coş vê rojê pîroz dikin. Rêber Apo Newrozê kir rojeke dîrokî ji bo tevahî pêkhateyên herêmê û gelên bindest. Îro em dibînin li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hemû pêkhate bi reng û cil û bergên xwe yên folklorî agirê Newrozê gur dikin. Ev jî peyameke pir girîng e her çiqas hewldan ji bo tunekirina vê rojê hatibin kirin jî îro her kes vê rojê bi nirx û wate dibîne. Li ser vî esasî her netew, ol û bawerî xwedî rojên taybet cejn, şahî û şînê ne. Di Sûriyeya nû de em dixwazin reng û hevgirtina gelan ku li Bakur Rojhilatê Sûriyeyê heye, li tevahî Sûriyeyê were pêşxistin û her kes xwedî li dîrok, cejn û rojên xwe yên taybet derkeve, bi rihetî pîroz bike.”