Jinên Êzidî: Dê berxwedana me heya dawiyê bidome
Jinên Êzidî ku di bin konê berxwedanê de li dijî êrîşa artêşa Iraqê li ber xwe didin û daxwaza radestkirina zarokên xwe yên birîndar dikin, gotin ku dê heta dawiyê li ber xwe bidin.

CÎLAN ROJ
Şengal – Berxwedana gelê Şengalê ku li dijî êrîşa artêşa Iraqê ya li hemberî şervanên YBŞ’ê pêk anîbû, didome. Gelê Şengalê îro jî bi daxwaza serbestberdana şervanên YBŞ’ê li ber avahiya Emin El Wetenî ya li navenda Şengalê dest bi çalakiya konê kirin. Ji 7 salî heta 70 salî gelek kes tevli çalakiyê bûn û diyar kirin ku heta zarokên wan neyên berdan dê dest jê berxwedanê bernedin.
Jinên Êzidî yên tevlî çalakiyê bûne, helwesta xwe bj ajansa me re parve kirin.
‘Zarokên me vê axê parastin’
Tewrê Xidir a beşdarî çalakiya konvedanê bûye destnîşan kir ku hêzên Iraqê zarokên wan birîndar kirine û wiha got: “Ji roja fermanê ve heta niha zarokên Şengalê vê axê û me diparêzin. Dema fermanê kes ber me ve nehat, zarokên vî axê me parastin. Ev du roj in em di nava berxwedanê de ne, niha me kon vedaye û dê heta encamgirtinê neyê rakirin û çalakiya me bidome.”
Divê hemû kes rabin ser piyan
Tewrê Hisên ev tişt anî ziman: “Dewleta Iraqê her dem dibêje em li pişt civaka Êzidî ne lê piştre jî xayîntiyê li me dike. Şervanên YBŞ’ê yên birîndar du roj in di destên wan de ne. Zarokên me axa xwe û civaka xwe diparêzin. Divê hemû kes rabin ser piyan û nehêlin tiştên di fermanê de hatin serê me careke din çêbibin.”
Sêvê Xwedêda jî bi gotinên; “Iraq çi ji me û ji hêza me dixwaze” bi van gotinan helwesta xwe anî ziman: “Şevê din hêzên dewleta Iraqê êrîşî YBŞ’ê kirin. Qaşo dibêje ez Iraqê diparêzim lê êrîşî hêzên me dikin. Hem êrîşî zarokên me dikin, hem wan birîndar dikin hem jî birîndarên me desteser dikin. Em ê heta dawiyê li ber xwe bidin.”
‘Piştî peyama Rêber Apo êrîş kirin’
Xalya Şengalî peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ji civaka Êzidî re şandiye bi bîr xist û ev nirxandin kir: “Beriya vê êrîşî peyama Rêber Apo ji bo me hatibû û piştî vê peyamê êrîşa hêzên Iraqê çêbû. Niha zarokên me yên birîndar di destên wan de ne. Hem êrîşî zarokên me dikin, hem birîndarên me desteser dikin, hem jî me asteng dikin ji bo em nikaribin xwedî li zarokên xwe derkevin. Lê çi bikin jî em ê li ber xwe bidin û heta dawiyê piştevaniya zarokên xwe bikin.”
‘Em ê heta dawiyê li pişt zarokên xwe bin’
Wehîde Hecî jî got: “Hêzên Iraqê êrîşî şervanên YBŞ’ê kirin û birîndarên me desteser kirine. Em dixwazin bê şer û pevçûn zarokên me werin berdan. Me niha kon vedaye û heta şervanên me nedin, em ji bin vê konê dernakevin. Heta dawiyê, heta dilopek xwîn di bedena me de hebe em ê li ber xwe bidin û li pişt hêz û zarokên xwe bin.”