‘Jinerjî Fanzin’ a ku bi hilberîna kolektif a jinan tê amadekirin derket
Hejmara yekem a Jinerjî Fanzin ku jinên ciwan û her jin dê bikaribe xwe îfade bike, bixwîne û binîvîse bi mijara ‘Jin û Têgîn’ hat weşandin.

Stenbol – Jinerjî Fanzin ku bi hilberîna kolektif a jinên ciwan tê amadekirin, bi dirûşmeya ‘Têkoşîn mîrasa jina azad e’ hejmara xwe ya yekem weşand. Jinerjî Fanzin hewl dide ku qadek ku jin bikaribin bixwînin, binvîsin, nîqaş bikin û gotina xwe pêk bînin, pêşkêş bike. Hejmara yekem a Jinerjî Fanzin bi mijara ‘Jin û Têgîn’ hat amadekirin. Her têgîna ku heta niha nehatiye pênasekirin, bi nêrîna jinên ciwan cardin digre dest, nîqaş dike û yan jî wate didê wê. Sînorên ku pergala mêrsalar daye ferzkirin derbas kiriye, hedef dike ku derbarê azadiya jinê de zimanek nû ava bike. Di naveroka Jinerjî Fanzin de, nivîsên bi sernavên Jiyan, Xwebûn, Ekolojî, Lîberalîzîm, Çand, Bawerî, Azadî cih digrin. Di heman demê de pêşniyarên wek Helbest, Wêne, Pirtuk û Fîlm jî di nava sernavan de ne.
Hat diyarkirin ku Jinerjî Fanzin bi armanca ku jinên ciwan rengê xwe, dengê xwe nîşan bidin û xwe bighînin hemû jinên ciwan û bibe qadên berfireh, wê xebatên xwe bidomîne û dê nasandina her beşê bikin. Jinên ciwan banga “Di vê xalê em dixwazin her jinek ciwan ji bo Fanzine ku berhema keda kolektîf e de binvîse û sûd bide, bi me re bikeva nava dan û standinan” kir.