Atolyeya hunerê ya malzemeyên avêtî dest pê kir
Di atolyeya ku bi pêşengiya wênesaz Rûken Ekîncî hat lidarxistin de, jinan bi çêkirina berhemên hunerî yên ji malzemeyên avêtî bal kişandin ser girîngiya veguherandinê.

Navenda Nûçeyan – Hevşaredara Peyasê Bêrîvan Gulşen Sîncar tevî endamên meclisa jinan beşdarî atolyeya hunerê ya malzemeyên avêtî ku ji aliyê gerînendehiya polîtîkayên jinan ve hat lidarxistin bû. Organîzasyona çalakiyê ya ku li Sûka Keda Jinan hat lidarxistin, hêza afirîner û tevkariya jinan a civakî derxist holê.
‘Ev atolye ji bo tevkariya jinan rê û rêbazeke hunerî û civakî ye’
Hevşaredar Gulşen Sîncar di axaftina xwe ya li cihê çalakiyê de diyar kir ku jin xwedî potansiyel in dikarin di jiyana xwe ya civakî de guhertineke xurt çêbikin û destnîşan kir ku Şaredariya Peyasê her dem piştgiriyê dide jinan e got: "Hêza jinan ne tenê di afirîneriya hunerî de, di her qada jiyana civakî de jî xwedî potansiyeleke girîng a guhertinê ye. Malzemeyên avêtî, çêkirina fîgurê ‘Şahmaran’ê ku di mîtolojiyê de sembola zanîn, şîfa û bereketê ye, hêza veguherînê ya jinan û roja îroyîn tîne ba hev. Ev atolye ji bo tevkariya jinan rê û rêbazeke hunerî û civakî ye. Ji bo xurtkirina vî milê jinan em ê her cure piştgiriyê bidin."
Berhemên ku di dawiya atolyeyê de derkevin holê dê li Bazara Keda Jinan wê bên pêşandan. Bi çalakiyên bi vî rengî yên ji aliyê Gerînendehiya Polîtîkayên Jinan ve tên organîzekirin, armanc ew e ku di qada aborî, civakî û çandî de piştgirî ji xebatên jinan re çêbibe.