Ji destpêka 2026’an ve li Suriyeyê bi dehan zarok hatin kuştin
Li gorî SOHR’ê, ji destpêka salê ve li Sûriyeyê di encama çalakiyên tirsnak ên wek îşkence, xeniqandin û şewatindanê de 35 zarok mirine. SOHR’ê da zanîn ku rêxistinên mafên mirovan her tim daxwaza lêpirsînên lezgîn û darizandina sûcdaran dikin.
Navenda Nûçeyan – Zarokên li Sûriyeyê ji ber nebûna yasayên astengkirin, cezakirinê û kêmbûna dabînkirina parastina fîzîkî û derûnî ya zarokan, bi xeteriyên mezin re rûbirû nin. Bi zêdebûna berbiçav a sûc û tundiyê re, sûcdar bi piranî ji ceza direvin û zarok bi çarenûsek dijwar re rûbirû tên hiştin.
Li dijî zarokan 6 sûcên hovane pêk hatin
Di demên dawî de, li herêmên cuda yên Sûriyeyê 6 sûcên tirsnak ku di encamê de zarok di bin şert û mercên hovane de mirine û ji bo malbatên wan bûne sedema trajediyên kûr, hatine jiyîn. Ev bûyer di demek ku Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ji destpêka salê ve mirina 35 zarokan li welat belge kiriye qewimî.
SOHR’ ê diyar kir ku ev 6 sûcên ji lêdan û tundiyê bigre heta îşkence, şewitandin, xeniqandin û kuştinên bê daraz pêk tê, xetereyên cidî li ser jiyana zarokên Sûriyeyê çi di nav malbatê de be çi jî li cihên ku qaşo ewle ne çêdike. Ji derveyî van trajediyan, raya giştî û parêzvanên mafên mirovan daxwaz dikin ji bo ronîkirina van dozan û cezakirina berpirsyaran, lêpirsînên cidî û lezgîn bên kirin.
Hûrgiliyên van êrîşan, ji hêla dem û cih ve wiha ne:
Di 10’ê Tîrmehê de li parêzgeha Suweydayê, zarokek keç bi navê Lujeyn Qentar piştî ku li mala dapîra rastî êrîşê hat û hate şewitandin, mir. Di heman mehê de, li Derayê cenazeyê zarokek keç a bi navê Ferah Emmar El Hemûd, du roj piştî windabûnê, di depoyek kayê de hate dîtin.
Di meha Tebaxê de, cenazeyê jinek ciwan a bi navê Xala Xemîs Saleh El-Xemîs, li parêzgeha Dêra Zorê hate dîtin. Ew di baxçeyek fêkiyan ê li pişt mala malbata xwe li bajaroka El-Bu-Emr hatibû xeniqandin û kuştin. Her wiha di heman mehê de, cenazeyê Asîl Rifaat Xettab a 7 salî, çend roj piştî windabûna li El-Dûmeyrê yê gundewarê Şamê, di avahiyek terikandî de hate dîtin.
Di 2’yê Îlonê de, zarokek keç a 11 salî li mala xwe ya li parêzgeha Helebê rastî destdirêjiya fîzîkî ya tund a bi amûrên cûda hat. Di heman mehê de, zarokek keç li bajarokê Huseyniyê yê parêzgeha Dêra Zorê ji ber tundî û îşkenceya giran a bavê xwe, mir.
Ev sûcên li pey hev, di demek ku rêxistinên mafên mirovan û raya giştî ji bo ronîkirina bûyeran û hesabdayîna berpirsan bangên tund ji bo lêpirsînên fermî yên lezgîn dikin, pêk hat. Çavdêriyê destnîşan kir ku ev sûc, divê ne wek bûyerên kesî, wekî binpêkirinên cidî yên ku divê hesab bên dayîn bên destgirtin. Navendê bang li rayedarên têkildar kir ku lêpirsînên cidî û zelal derbarê van sûcên dijî zarokan bidin destpêkirin, encamên bûyeran eşkere bikin, berpirsyar li gorî yasayê hesab bidin. Navendê anî ziman ku divê mekanîzmayên parastina zarokan xurt bikin û pêşî li dubarebûna sûcên wiha bigrin û mafên zarokan ên jiyan û ewlehiyê biparêzin.