rojane
-
Ji Abdullah Ocalan re qedexeya nû ya hevdîtinê hat dayîn
Ji bo Abdullah Ocalan 6 mehên din hevdîtina bi parêzeran re hat qedexekirin. Buroya Hiqûqê ya Sedsalê wê li dijî biryarê serî li Dadgeha Destûra Bingehîn bide.
-
Li Rojhilata Navîn şer berxwedan û 25’ê Mijdarê: Rojhilat
Jinên Rojhilatê Kurdistanê yên di nava şîdeta dewleta Îranê û malbata baviksalar de mane, bi felsefeya ‘Jin Jiyan Azadî’ ya ji hemû jinên cîhanê re bû îlham, berxwedana xwe mezin kirin û bi biryardarî têkoşîna xwe didomînin.
-
Li stargehên Xezayê jiyana jinan
Jinên ciwan ên li Xezayê di bin şert û mercên zehmet de hewl didin bijîn. Nûr Xelef a li kampê dijî, diyar kir ku pirsgirêkên sereke yên jinên ciwan negihîştina malzemeyên paqijiyê û tunebûna mahremiyetê ye.
-
Rojnamegerên jin li Lubnanê di bin zextan de dixebitin
Rojnamegerên jin ên li Lubnanê ji ber krîz, şer, nakokiyên mezhebî, bi gef, tirs, tacîz û gelek zehmetiyan re rûbirû dimînin.
-
Jinên Tûnisî li dijî tundiyê banga têkoşînê dikin
Jin li Tûnisê daxwaz dikin mafên wan ên qanûnî were bicihanîn, diyardeya şîdetê ya ku li hemû qadên jiyanê belav dibe, weke şîdeta siyasî ya ji aliyê hikûmetan ve tê birêvebirin pênase dikin û banga têkoşînê dikin.
-
Li Amedê jin behsa tundiyê dikin: Tundiya aborî zêde bûye
DAKAP’ê di atolyeyên di çarçoveya 25’ê Mijdarê de li dar xistin de, guh dan çîrokên jinan, li dijî vê rêbazên têkoşînê bi pêş dixe. Endama Komîteya Amadekariyê Gulîz Demîroglu banga beşdariya meşa fînalê li hemû jinan kir.
-
Behiya Murad: Zagon yek ji riyên parastina jinan ji tundiyê ye
Endama rêveberiya Mala Jin a Kantona Qamişloyê Behiya Murad da zanîn ku rêjeya tundiya li ser jinan li cîhanê gihîştiye asteke xeternak û destnîşan kir ku zagonên Rêveberiya Xweser heta astekê parastina mafên jinan dikin.
-
YJAD: Werin em li dijî tundiyê bi hev re têbikoşin
Yekîtiya Jinên Elewî yên Demokratîk (YJAD) bang li her kesî, sazî û her beşên civakê kir ku li dijî tundiya li ser jinan di nava piştevaniyê de bin.YJAD’ê bang kir ku bila her kes li dijî tundiyê bi hev re têbikoşe.
-
Hejmara kesên ku li Xezayê jiyana xwe ji dest dane zêde dibin
Hejmara kesên ku di êrîşên Îsraîlê yên li ser Zîvala Xezayê de jiyana xwe ji dest dane derket 43 hezar û 985’an. Her wiha zarok ji ber kêmxwarinê li odeya lezgîn hatin ragirtin.
-
Di bin dirûşmeya “ Jin, Jiyan ,Azadî xwe biparêze “bi sedan mêr daketin qadan
Bi boneya nêzîkbûna 25’ê Mijdarê Roja Tekoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinê bi sedan mêr li Şedadê û Dirbêsiyê meşek li darxistin.
-
Li Qamişlo li ser sucên êrîşên zayendî semîner hat dayîn
Buroya Jin a Tevgera Civaka Demokratîk bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinê ji bo lêkolîn û belgekirina sûcên tundiya zayendî ya di rewşên pevçûnan de, semînerek li bajarê Qamişlo- Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li darxist.
-
Yekitiya Azad a Karkerên Îranê: Divê cezayê darvekirinê were rakirin
Yekitiya Azad a Karkerên Îranê li dijî cezayên darvekirinê bang kir û ragihand ku divê demil dest desthilata dadweriyê dev ji cezayên dermirovî yên darvekirinê berde û tevahî girtiyên siyasî werin azadkirin.
-
Li Tirbespiyê têkildarî tundiya li ser jinan civînek hat lidarxistin
Di çarçoveya rêzeçalakiyên Platforma Çalakiyên Hevbeş a Tevger û Rêxistinên Jinan, îro Kongra Star bi boneya nêzîkbûna 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinê li navçeya Tirbespiyê civînek li dar xist.
-
Pêkhateyên Hesekê li dijî tecrîdê meşiyan
Şêniyên Bajarê Hesekê bi hemû pêkhateyên xwe Kurd, Ereb, Ermen û Suryan daketin qadan û ji bo azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan meşiyan.
-
Li Xezayê 2 rojnamegerên din jiyana xwe ji dest dan
Rojnamegera jin a bi navê Fatma El- Kurirî ji ber topbaranên li Xezayê krîza dil derbas kir û jiyana xwe ji dest da. Her wiha rojnameger Ahmed Abu Sharia jî di êrişa li ser başûrê Xezayê de jiyana xwe ji dest da.
-
‘Ji sedî 36 zarokên keç beriya 18 salî tên zewicandin’
Li gorî daneyên kûrewî yên Fona Nufusê ya Neteweyên Yekbûyî, ji sedî 36 zarokên keç beriya 18 salî, ji sedî 10 jî beriya 15 salî tên zewicandin.
-
Meclisa Jinan a DEM Partiyê: Her roj 3 jin tê qetilkirin
Berdevka Meclisa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglu diyarkir ku her roj 3 jin tên qetilkirin, destnîşan kir ku Wezareta Malbat û Xizmetên Civakî erkê xwe bi cih neaniye û di qetliaman de rola wan heye.
-
Li Şehbayê komxebatek ji bo 25'ê Mijdarê hat lidarxistin
Meclisa Jinan a Partiya Yekitiya Demokratîk Efrîn-Şehbayê bi wesîleya nêzbûna 25'ê Mijdarê, li Şehbayê komxebatek li dar xist.
-
NY: Zêdeyî 540 hezar kes li Sûriyeyê bicih bûne
NY ragihand ku ji Lubnanê zêdeyî 540 hezar kes ji ber êrişên Îsrailê berê xwe dane Sûriyeyê.
-
Ahu Deryayî serbest hat berdan
Ajansa Nûçeyan ya Xwendekarên Îranê (ISNA) diyar kir ku berdevka daraza Îranê Asghar Jahangir ragihandiye ku ji ber der barê Ahu Deryayî de tu doz nehatiye vekirin hatiye berdan û radestî malbata xwe hatiye kirin.