rojane
-

YPJ: Cejn ji bo me tê wateya parvekirin, yekîtî û xurtkirina têkoşînê
Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) bi boneya Cejna Qurbanê peyamek weşand.
-

YPJ di navbera statuya siyasî û nepejirandinê de -GOTAR
Naskirina rola Yekîneyên Parastina Jinan di şerê li dijî DAIŞ’ê de ne tenê bi aliyê leşkerî ve girêdayî ye, di heman demê de girîngiya beşdariya jinan di parastina civakê û avakirina pêşeroja siyasî ya pir alî û aramtir li Sûriyeyê nîşan dide.
-

Hevseroka KURDÎWAR’ê Elîf Gemîcîoglu: Nivîsandina bi Kurdî berpirsyariyek e
Hevseroka KURDÎWAR’ê nivîskar Elîf Gemîcîoglu Yaviç got: “Nivîsandina bi Kurdî berpirsyariyek e. Çi dibe bila bibe ew ê li pêşiya hilberîn û pêşxistina Kurdî nebin asteng.”
-

UN Women: Herî zêde jin ji şewba Ebolayê bandor dibin
Ofîsa Jinan a Neteweyên Yekbûyî (UN Women) diyar kir ku di 50 salên dawî de piraniya kesên ku di şewba Ebolayê de jiyana xwe ji dest dane jin in. Ji ber rolên jinan di lênêrîn û tenduristiyê de bêtir rastî vîrusê tên.
-

Eniya Wekheviyê der barê zêdebûna gotinên nefretê û nijadperestiyê hişyarî da
Li Tunisê Eniya Wekhevî û Mafên Jinan li ser zêdebûna gotinên nefretê û nijadperestiyê li dijî koçberan û gefên ku ew li ser aştiya civakî çêdikin hişyarî da. Her wiha bang li rayedaran kir ku ji bo parastina rûmeta mirovan tedbîrên lezgîn bigirin.
-

Şerê li Îranê rêjeya tundiya navmalî zêdetir kir
Li gorî daneyên fermî li Îranê tundiya navmalî di dema şer de ji sedî 30 zêdetir bûye, di deh mehên borî de zêdetirî 85 hezar jin wekî qurbanî hatine tomar kirin.
-

Kampanyaya ‘Sêşema na ji darvekirinan re’ di hefteya 122’an de didome
Çalakiya birçîbûnê ku li Îranê di çarçoveya kampanyaya ‘Sêşema na ji darvekirinan re’ li 56 girtîgehan didome. Endamên kampanyayê, diyar kirin ku li Îranê darvekirinê siyasî lez bûne û bang li saziyên mafê mirovan ên navneteweyî kir.
-

Li Lubnanê 12 sivîl hatin kuştin
Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê piştrast kir ku êrîşên li ser sektora tenduristiyê rê li ber dabînkirina xizmetên bingehîn li Lubnanê digirin, êrîşên Îsraîlê yên li ser bajarê Meşgarayê bûn sedema mirina 12 kesan û wêrankirina binesaziya bajêr.
-

Li Îranê Pêla zext û cezayên darvekirinê li dijî bersûcên dozên siyasî zêdetir dibe
Îran şahidiya pêla girtin û darvekirinan dike, bi dehan welatiyên li Rojhilatê Kurdistanê û bajarên din bi hincetên “ewlehiya neteweyî” tên hedefgirtin.
-

Li Suriyeyê pergala parlamentoyê: Ji Baasê heta HTŞ’ê çi guherî?
Pergala parlamentoyê ku bi pêşengiya HTŞ’ê hat avakirin her çendî bi gotina ‘guherîn’ were pêşkêşkirin jî ji ber pergala navendî, modela hilbijartinê ya îradeya gel dûr dixe û nûnertiya sînordar a Kurdan bû sedema rexneyan.
-

Li Sûriyeyê tundî zêde dibe: Di mehek de 26 keş hatin kuştin
Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê, da xuyakirin ku di meha Gulanê de li bajarên cuda 26 kes hatine kuştin û hat diyarkirin ku bûyerên şîdetê asta tunebûna ewlehiyê û belavbûna civakî nîşan didin.
-

li Suweydayê revandina malbatek fikarên civakê zêdetir kir
Li bajarê Suweydayê bûyera revandina malbatek ji bajarokê Qenawat ku du zarok û ajokarê texsiyê jî di nav de ne, bû sedema aloziyeke mezin.
-

Armanc ji hilbijartinên Sûriyeyê rewakirina dûrxistin û qelskirina îradeyê ye
Piştî hilbijartinên parlamentoya Sûriyeyê pêla şermezarkirina rewatiya hilbijartinan dest pê kir. Ji ber ku raya giştî û rêxistinên mafên mirovan manîpulekirina parlamentoyê ji bo berjewendiyên hikûmeta veguhêz red dikin.
-

Têkoşîna bê dawî ya xizmên windayan
Bi salan e, xizmên windayan li gelek bajaran kom bûne, qurnefîl û wêneyên hezkiriyên xwe yên winda di destê xwe de digirin, heman pirsê dubare dikin: “Ew li ku ne?” Tevî bêdengiyê, ev bendewariya ku bênavber mezin dibe.
-

‘Ji 210 kursiyan, pêwîst bû 40 kursî para gelê Kurd bin’
Hevseroka Partiya Guhertina Demokratîk a Kurdistanê Mizgîn Zêdan derbarê hilbijartinên ku hatin lidarxistin de got ku “hilbijartinên Meclîsa Gel in, lê bê beşdariya gel pêk hatin. Em dibêjin ku ji 210 kursiyan, pêwîst bû 40 kursî para gelê Kurd bin.”
-

‘Siyaseta demokratîk ji bo Rojhilata Navîn xwedî girîngiyek jiyanî ye’
Çalakiya nobetê ya li wargeha penaberan a Mexmûrê ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin, di roja xwe ya 1040’an de bi biryardarî didome.
-

Mafê telefonê yê 5 girtiyên jin ên di girtîgeha Evînê de qedexe kirin
Hate diyarkirin ku 5 girtiyên jin ên siyasî yên di girtîgeha Evînê de ne, piştî protestoyên li dijî cezayê darvekirinê li dar xistin, ji mafê hevdîtina bi telefonê bê par hatine hiştin.
-

Li Îranê çarenûsa 9 xwendekaran nediyar e
Ji destpêka şer ve, li Îranê 19 xwendekar hatine girtin û rewşa wan hê jî ne diyar e. Di heman demê de, ji ber sînorkirinên ragihandinê û qutbûna înternetê, agahiyên rast li ser hejmara xwendekarên din ên ku beriya şer hatine girtin jî tuneye.
-

Aboriya Îranê ji ber qutbûna înternetê têk diçe
Qutkirinên înternetê yên berdewam û qedexeyên platformên dijîtal, li Îranê di aboriya dîjîtal de bûne sedema windahiyên girîng.
-

Ji xwendekarên Zanîngeha Şîrazê berteka li hember profesorên di grevê de
Piştî ku komek profesorên zanîngehan beşdarî greva dawî bûn, xwendekaran nameyek şandin û diyar kirin ku ji ber berjewendiyên profesroran di xeterê de ne ji lewra behsa serxwebûna zanîngehê û ehlaqê dikin.