Fatimê Zehra Mansûrî bû yekem Seroka Hikûmeta Mexrîbê
Fatimê Zehra Mansûrî piştî kariyerek ku ji hiqûq û karên herêmî ji Markeşê bigre heta parlemento û wezaretê, wek yekem jina ku erka serokatiya hikûmetê girtiye, ket dîroka Mexrîbê.
Navenda Nûçeyan – Fatimê Zehra Mansûrî yek ji siyasetmedarên herî navdar ên Mexrîbî yên 20 salên dawî ye. Kariyera wê veguherî serokatiya şaxa rêveberiyê. Ev jî, bû nîşana qonaxa herî dawî ya di kariyera wê de. Ev kariyer, bi pratîka wê ya hiqûqî dest pê kir. Bi şaredartiya Markeşê re bipêş ket û di nav parlemento, kabîne û serokatiya partiya xwe rolên wê hebûn. Niha jî, wek seroka hikûmetê hat erkdarkirin.
Hilkişîna Fatimê Zehra Mansûrî bo serokwezîrtiyê beşek nû di siyaseta Mexrîbê de temsîl dike. Serkeftina wê ya berê jî ew bû ku wek yekem Şaredara jin a Markeşê xizmet kir e.
Fatimê Zehra Mansûrî di sala 1976'an de li Markeşê ji dayîk bûye. Berî ku perwerdehiya xwe li Fransa û Dewletên Yekbûyî bidomîne, hiqûqê xwendiye. Piştî vegera xwe bo Mexrîbê, Fatimê berî ku hêdî hêdî derbasî siyasetê bibe û wek kesayetek girîng bê nasîn, di Partiya Rastîn û Modernîteyê de, di gelek warên hiqûqê de pispor bûye.
Hebûna Fatimê di warê siyasî de berfireh bû
Yek ji qonaxên herî girîng ên kariyera wê, di sala 2009'an de bû. Dema ku wek şaredara Markeşê hate hilbijartin û bû yekem jina ku vê erkê li bajêr girt. Piştî ezmûna xwe ya rêvebirina yek ji bajarên herî navdar ên Mexrîbê, hebûna Fatimê li seranserê welêt berfireh bû û bû sedem ku ji bo Meclîsa Nûneran bê hilbijartin. Paşê Fatimê di sala 2021'an de ji nû ve wek şaredara Markeşê hate hilbijartin.
Di hikûmetê de gelek erk birêve bir
Di heman salê de Fatimê Zehra Mansûrî derbasî hikûmetê bû û li wir wek Wezîra Plansaziya Neteweyî, Pêşvebirina Bajarî, Xanîkirin û Siyaseta Bajarî hate tayînkirin. Beriya van erkan jî, di hikûmeta Ezîz Akhannouch de cih girtibû. Malpera fermî ya Padîşahiyê piştrast dike ku wê ev portfoliyoya wezîrtiyê di hikûmeta berê de girtiye.